Beşdarên perwerdê: Felsefeya Rêber Apo deriyên girtî li ber jinan vekir
Dewreya perwerdê ya Şehîd Salîhe Viyan ku Kongra Star dabû destpêkirin, bidawî bû. Jinên beşdarî dewreya perwerdeyê bûne gotin “Felsefeya Rêber Apo deriyên girtî li ber jinan vekir” û anîn ziman ku ew ê li pêy dîroka xwe ya nehatiye nivîsandin bin.

Hesekê – Bi armanca bilindkirina asta tekoşîn û rêxistinbûyîna jinan, Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a kantona Hesekê bi navê Şehîd Salîhe Viyan dewreya perwerdê lidar xist. Perwerde mehek dirêj kir û 20 jinên ku endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, komîteyên Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) in, beşdar bûn. Dewra perwerdê, bi şahiyek bidawî bû. Malbatên Salîhe Viyan û endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên jî beşdarî şahiyê bûn.
‘Dîrok dê bi têkoşîna jinên pêşeng bê xemilandin’
Piştî deqeyek rêzgirtin, dayîka Salîhe Viyan Zekiya Osman Erebo axivî. Zekiya Osman Erebo dewreya perwerdê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Şehîd Salîhe ji bo pêşxistina hişmendiya jinan û danasîna rêya azadiyê kedek mezin da. Dîrok wê bi pêşengên jin yên wekî Salîhe were xemilandin. Çawa ku ji bo avakirina civakek azad û ehlaqî têkoşînek domdar meşandin. Serê civaka Kurd sax be. Îro erka her jinek di vê perwerdê de ye ku hêvî û xeta Şehîd Salîhe bide meşandin.”
‘Rihê Salîhe zindî ye’
Xuşka Salîhe Bedîa Erebo diyar kir ku Salîhe ji bo xelaskirina jinan ji hişmendiya kolekirin û bindestiyê her tim di nava têkoşînê de bû û axaftina xwe wiha domand: “Xuşka min her dixwest civakek zana û azad were avakirin. Di wê bîr û baweriyê de bû ku bi jina azad civakek azad were avakirin. Lewma dijmin wê kir hedef da ku xeyal û armancê wê yê bi salan bide rawestandin. Gerek em nebêjin Salîhe çû. Salîhe zindî ye û îro bi vê dewreya pîroz ku her jinek îro wê civakek bide perwerdekirin û pêşxistin, dewamkirina xeta wê ye.”
‘Hevgirtina gelan serkeftinê mîsoger kir’
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên da zanîn ku şerê ku diqewime şerekî li dijî tekoşîna bi sala ye û wiha got: “Şerê ku niha tê meşandin, şerekî li beramberî têkoşîna tevgera azadiyê ku xwe dispêre fikir û ramanê Rêber Apo ye. Rêberê me ev ne cara yekemîn e ku banga aştiyê dike, dewleta Tirk a dagirker li gorî banga wî tevnagere û naxwaze aştî pêk were. Banga Rêbertî ne bangekî bi dawîkirinê ye. Lê projeyek enternatîf dide pêşiya me. Şehîd Salîhe yek ji jinên tekoşer û pêşengên şoreşa me bû, xwe di fikir û ramanê rêbertî de kûr kiribû û gelek ked û emeka wê di Rojavayê Kurdistanê de hebû. Di nava jinên bakur û Rojhilatê Sûriyê de dihat naskirin û hezkirin û bi şehadeta wê re jinan soza xwe ya têkoşînê nû kirin. Şehadeta wê bi armanca ku rê li ber têkoşîna tevgera azadiyê bigre bû, lê armanca wî pêk nehat. Ji ber ku rihê hevgirtina gelan ê ku pêşengan dan avakirin, di nava civakê de serkeftin mîsoger kir û bi wî rihî, civakê li beramberî şer û êrîşan liberxwe da.”
‘Ramanên Ocalan gelek deriyên girtî li ber jinan vekir’
Endama Koordînasyona Kongra Star Nahide Silêman destnîşan kir ku fikir û ramanên Ocalan rih di laşê jinan de zindî kir û wiha got: “Felsefeya Rêber Apo gelek deriyên girtî li ber jinan vekir. Jinan di her qadê de cîh girtin, rola xwe lîstin, barê şoreşa Rojava hilgirtin ser milê xwe û gelek deskeftî jî bidest xistin. Yê ku bixwaze îrade û hêza jina azad bizanibe, bila berxwedana bendava Tişrînê bîne bîra xwe, bila Barîn, Hevrîn û Salîheyan nas bike.”
‘Em dîroka veşartî bigrin û zindî bikin’
Endama Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Zirgan Mîliya Mano ku beşdarî dewreya Şehîd Salîhe bû jî, anî ziman ku di waneyên di perwerdê de hatine dayîn de, dîroka jinê ji bo wê balkêş bûye û naskirina wê ji bo her jinekê hêz û xwedî derketina li pêşerojê ye û wiha dewam kir: “Me di vê dewreyê de dîroka xwe nas kir, me dît ku çawa desthilatdaran dîroka me veşartine û dîrokek bi feraseta mêr li gorî berjewendiyên xwe nivîsandine. Civaka ku dîroka xwe ya rast nas nekiribe, wê nikaribe pêşerojek ava bike. Gerek em xwe bipêş bixin, zane bikin û dîroka xwe ya rast zindî bikin û bi pênûsa xwe binvîsin. Gelek lêpirsîn di mêjiyê me de çêbû. Dîroka 5 hezar sal tekoşîna jinê tê de domdar bû, lê di dîrokê de ew têkoşîn hat veşartin. Gerek em bighên wê baweriyê ku deskeftiyên me di şoreşê de encama tekoşîna bi hezaran salan a jinan e, lewma gerek em li dîroka xwe bigerin û wê zindî bikin.”