Berxwedana ku ji 5 parzemînan 30 welat û milyonan anî ba hev: Kobanê

134 rojên bi berxwedana Kobanê ji 5 parzemînan 30 welat û milyonan anî ba hev. Endama koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir got ku jinên li dijî DAIŞ’ê şer kirin bûn wesîle 1’ê Mijdarê bibe roja Kobanê û şoreşa jinan gihand merheleyeke nû.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re ye. Vê roja ku di encama berxwedana 134 rojan a li dijî DAIŞ’ê de hat diyarkirin cihê xwe di dîrokê de girt. Kobanê bi berxwedana xwe ya bû hêvî ji bo mirovahiyê ji 5 parzemînan 30 welat, 92 bajar û bi milyonan mirovan bi yek ruhî anî ba hev.

Çeteyên DAIŞ’ê yên di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşî bajarê Kobanê yê kantona Firatê kirin, rastî berxwedaneke mezin a şervanên YPJ/YPG û welatparêzên wê hatin. Berxwedana ku weke destaneke dîrokî tê destgirtin, bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo xwedîderketina li Kobanê re veguherî berxwedaneke Kurdistanî û cîhanî. Lewre di 1’ê Mijdarê de ji welatan bi sedhezaran kesên ji ol, nijad û neteweyên cuda daketin kolanan û alên YPJ/YPG hildan. Piştî 134 rojan ji berxwedana bêhempa ku jinan roleke dîrokî tê de lîst, serkeftina Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de hat ragihandin.  

Bi vê boneyê endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Firatê Zozan Bekir 1’ê Mijdarê û rola jinan a di teysandina wê de nirxand.

‘Berxwedana Kobanê yek ji bûyerên ku wê di dîroka de neyê dubarekirin e’

Zozan Bekir bûyerên ku di berxwedana sala 2014’an de rû dan wiha bi bîr xist: “Dema mirov behsa berxwedana Kobanê ya bû sedema veqetandina rojeke taybet dike, ji bo piştgiriya bi Kobanê re, hestên gelek cuda dijî. Çikûska ku ji Kobanê şewqa xwe da hemû cîhanê ne tiştekî ji rêzê bû. Bêguman di Rojhilata Navîn û cîhanê de rojane alozî, pevçûn û êrîş hene lê tişta li Kobanê hat jiyîn mirov dikare weke zayîneke nû ji bo mirovahiyê û kesên azadîxwaz pênase bike ku di dîrokê de bûyerên di vê astê de tekane ne. Lewre berxwedana hebûn û tunebûnê ku li ser erdnîgariya Kobanê pêk dihat, şervan û gelê wê yê bi pêşengiya jinan têdikoşiyan bala hemû cîhanê kişand. Heta di wê pêvajoyê de û tevî pevçûnên dijwar gelek rojnamevan, siyasetmedar û çalakvanên biyanî jî berê xwe dan Kobanê da ku bibînin ka çi diqewimê û nas bizanibin çawa jin li dijî hêzeke terorê ya weke DAIŞ’ê şer dikin.”

‘Kobanê rojeva sereke ya cîhanê bû’

Zozan Bekir behsa helwesta civaka navdewletî û herêmî ya li hemberî şerê li dijî DAIŞ’ê kir û got: “Di demeke ku hemû mirovahî ketibû nava tirseke mezin ji ber belavbûna terora DAIŞ’ê, çav her dem li ser Kobanê bûn. Pirs û nakokî ew bûn gelo wê piştî Kobanê çi bibe, ji bo vê jî berxwedana Kobanê rola guhertina çarenûsa hemû mirovahiyê girt ser xwe. DAIŞ’a ku propagandaya xwe bi rengekî baş dikir bi kiryarên xwe yên li ser Iraq, Şengal û Sûriyeyê tirsek mezin ava kiribû. Bi taybetî jî parvekirin şêwaz û çawaniya revandina jinan, qetilkirin û serjêkirina mirovan û hwd. dikaribûn di demeke kurt de weke rojeveke sereke xwe bidin teyisandin. Li bajarekî weke Kobanê ku nû serxwebûna xwe ragihandibû û di nava xebatên şoreşê de bû, pergala ku xwe dispêre pergala Rêber Apo ya neteweya demokratîk û azadiya jinan dihat avakirin. Her wiha aloziya Sûriyeyê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê di gavên xwe yên destpêkê de bû ku gel jî di heman astê de bû. Ji bo vê jî tu kesê hêvî û bawer nekir ku li dervereke bi vî rengî wê berxwedaneke wiha mutleq pêk were û bi serkeftinê jî tacîdar bibe. Bi taybetî hê jî hêz û serokên welatan ku piştgiriya terora DAIŞ’ê dikirin û di serî de dewleta Tirk rojane bi rengekî eşkere li ser çapemaniyê binketina berxwedana Kobanê bilêv dikirin.”

‘Doza gelê Kurd û pêkhateyên herêmê bi pêşengiya jinan ket qonaxeke nû’

Zozan Bekir bandora serkeftina Kobanê li ser rewşa gelê Kurd wiha şîrove kir: “Yên ku di Kobanê de şer kirin hêviyên gelê xwe bi ser xistin û xeyalên dijminan binax kirin. Bi taybetî jî jinên di eniyên berxwedanê de şer kirin, bi vîn û têkoşîna mezin pêşengiya serkeftinê kirin. Ew têkoşîn û xebata Rêber Apo, xwedî vîn û hêz li Kobanê derket holê û bandora xwe da avakirin. Ev destkeftiyên ku bi serkeftina Kobanê re hatin qezenckirin, di guhertina çarenûsa Rojavayê Kurdistanê û doza gelê Kurd de bû gaveke nû. Nirxandin û rojevkirina doza gelê Kurd ji sînorên Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê derket û derbasî qadên navneteweyî bû. Êdî wê tu hêz nikaribin bibêjin me Kurd binax kirin û em ê komkujiyên Helebçe, Enfal, Geliyê Zîlan û hwd. dubare bikin. Ji bo vê jî ji 2014’an de doza me bi ramanên Rêber Apo derbasî xeteke nû bû. Di heman demê de ji bo hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dijîn jî bû zayîneke nû. Gelên azadîxwaz ên cîhanê xeyalên xwe bi vê yekê re dîtin, bi taybetî jinên cîhanê ku hebûna xwe di kesayeta jinên Kurd de dîtin piştgiriyeke mezin dan şoreşa jinan û berxwedana wê ku ji wê demê ve û heta niha bi sedan jinan berê xwe dan qada şoreşa jin û ji nêz ve meraqa xwe bi cih anîn.”

‘Bi 1’ê Mijdarê re vîna gelan derket holê ’

Zozan Bekir di nirxandinên xwe de bal kişand ser bandora berxwedana jinan a li dijî DAIŞ’ê û destkeftiyên ku bi xwe re ava kirine û wiha domand: “Şoreş û berxwedana jinan a li Rojavayê Kurdistanê tê jiyîn di asta cîhanê de bandoreke mezin çêkir ku bi serhildana Jin Jiyan Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê re jî geş û gerdûnî bû. Zemînê ji vê felsefe û serhildanê re hatibû amadekirin hat temamkirin. Ji bo vê jî çawa ku di 1’ê Mijdarê de bi hezaran kes û jinan piştgirî dan Kobanê, careke din heman ruh û hevgirtin ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî derket holê ku dîsa jî pêşengiya wê jinan kir. Niha li kîjan deverê dirûşma Jin Jiyan Azadî berz bikî, tê nasîn ku ev felsefeya jiyana azad, wekhev û demokratîk a bi pêşengiya jinan e. Vê yekê jî rewşeke wisa ava kir ku di asta navneteweyî de bi dehan komxebat û konferansên jinan werin lidarxistin û helwesteke jinan a hevpar li dijî tunekirin û qirkirina jinan û civakê misoger bibe. Êdî qetilkirin, tecawiz, xwekuştin, tundî û qirkirina jinan tenê bi derxistina bîlançoyên salê re sînordar nema, berovajî jin li hemberî vê yekê bûn xwedî helwest di lêkolînkirina pirsgirêk û dîtina çareseriyê de gavên mezin davêjin. Vê jî bi xwe re helwesta jinan a li hemberî hêzên dagirker û qirkirina ku hebûna xwe li ser tunekirina jinan mayînde dike bi pêş xist.”

‘Em ê bi vîna jinên li dijî DAIŞ şer kirin dagirkeriyê têk bibin’

Zozan Bekir di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide di kesayeta jinan de şoreşê û destkeftiyên wê tune bike û wiha bi dawî kir: “10 sal di ser berxwedana Kobanê re derbas bûn, di van salan de dewleta Tirk tu carî dest ji hewldanên xwe yên tunekirina destkeftiyên wê berxwedanê berneda. Çawa ku cenga Kobanê bi vîn û pêşengiya jinan bi ser ket û bi xwe re bi dehan destkeftiyên cuda anî, dewleta Tirk jî dixwaze di kesayeta jinan de vê şoreş, serkeftin û vîna gel tune bike. Kiryarên ku jin rojane li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hatine dagirkirin dijîn, li aliyekî ve di her derfetê de hedefgirtina jinên di pêkanîna pergala neteweya demorkatîk û mayîndekirina şoreşa jinan de xwedî rol û bandor in. Bi taybetî jî bi armancgirtina jinên di berxwedana Kobanê de cih girtin û DAIŞ’ê tune kirin, niyet û armanca dewleta Tirk zelal bû. Di vî warî de em dibêjin îro hevgirtina jinan û bîrdoziya Rêber Apo gerdûnî bûye lewra em ê bi ruhê 1’ê Mijdarê û felsefeya Jin Jiyan Azadî li dijî hemû rêbazên qirkirinê rawestin û em ê bi vîna jinên li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin, li hemberî dagirker û qirkeran jî şer bikin.”