‘Berxwedana Kobanê ji bo hemû mirovahiyê bû hêvî’

Yekemîn roja meha Mijdarê Roja Hevgirtina bi Berxwedana Kobanê ya Cîhanê re ye ku di encama berxwedana 134 rojan a li dijî DAIŞ’ê de hat destnîşankirin û berxwedana wê ji bo hemû mirovahiyê bû hêviyek.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Jinan a Zenûbiya bi wesîleya 1’ê Mijdarê, Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê ku destpêka bidawîhatina rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em îro di salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê de ne, berxwedaneke ku cîhanê îlham jê girt û îsbat bû ku dema gel û jin li kêleka hev bin, cihê neheqî û zilmê nîn e."

Her wiha hat diyarkirin ku Kobanê destaneke qehremanî ye, bi xwîna lehengên ku ji bo azadiya gelê xwe, ji bo pêşerojeke baştir jiyana xwe feda kirine û wiha hat gotin: “Berxwedana Kobanê şahidiya îradeya gelê xwe yê berxwedêr kir. Li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê neşiyan, bi hezkirin, bawerî û hişyarî li ser axa xwe parastin, hat şikandin. Ji Kobanê rêzeserkeftinên ku hebûna vê rêxistina terorîst a bi berxwedan, sekna xwe û serkeftina xwe hemû cîhanê tehdîd dikir, tune kir, dest pê kirin. Ji ber ku Tirkiyeyê 4 salan piştgirî da DAIŞ'ê, derbeke xurt lê ket."

 ‘Wê têkoşîna me bidome’

Daxuyanî wiha domiya: "Ji Minbic, Tebqa, Reqa, paytexta xîlafetê qaşo û ji Dêrezorê, heta Baxozê,  dawiya vê rêxistina terorîst hat. Serkeftina li dijî DAIŞ’ê ku ji Kobanî dest pê kir, weke sembola îradeya mirovahiyê di dîrokê de cihê xwe girt. Di bin desthilatdariya rêxistinê de, nasnameya jinan ji holê hat rakirin, weke kole hatin firotin û bi şêweyên herî hovane hatin îstîsmarkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêwîstiya berdewamkirina têkoşîna hevpar a li hemberî her cure neheqî û mêtingeriyê û wiha hat gotin: “Têkoşîna me heta bidestxistina azadî û rûmeta hemû jinan û gelên cîhanê wê bidome.”