‎Berxwedana hunerê hunera berxwedanê – GOTAR

‎Huner carna dibe dengê neteweyek ku bêdeng hatiye hiştin. Carna dibe rengekî, vejîna nasnameyek ku bi sedsalan hewl dane tune bikin di nava xwe de dihewîne. Huner tenê hewldaneke estetîk nîn e deng û rengê rastî û azadiyê ye.

‎FERÎDE RAPO

‎Huner ruhê civakê ye. Civakek ku bê ruh maye baş nikare bimeşe; bîra wê tê tunekirin, zimanê wê nagere, hestên wê xizan dibin. Ji ber vê yekê dema ku neteweyek ji hunerê tê veqetandin, pêşî li birandina dengê wê jî vedibe. Bihevrebûna huner û polîtîkayê şert e lewre estetîka gelên ku di bin zextan de dijîn, destpêkê estetîka ji bo saxmayînê ye. Bedena ku xwe li piyan digre, piştî demek ber bi berxwedanê ve diçe; bedena ku li ber xwe dide jî êdî behsa xwe dike. Tam di vê derê de huner çêdibe.

Estetîka berxwedanê: A xweşik carna tenê berxwedan e

Di nêrîna hunerê de xweşikbûn, tenê mijareke şeklî nîn e. Carna dengê strana gerîlayek e ji navsera çiyayek olan dide; carna gotineke ku li ser dîwarê gundekî wêranbûyê hatiye nivîsandin e, carna jî ji nû ve axaftina bi zimanê qedexekirî ye.

Huner tam jî wê demê dibe xwedî ‘estetîka berxwedanê’.

‎Dema ku heqîqet tê berevajîkirin, huner dibe hewldana sererastkirina wê.

‎Dema ku nasname winda dibe, huner dibe navgîn ji bo gihîştina wê. Dema ku mirov bê nirx dibe, huner dibe rê û ji nû ve ber bi mirovbûnê ve dibe.

Ji ber vê yekê di paradigmaya azadiyê de estetîk “bêalî” nîn e. Bêalîbûn gelek caran tê wateya sekna li li aliyê zextê. Ger huner, êş, bar û kêfxweşiya gel hilnegire; dengê rastiyê bilind neke, kêm e.

Wekî qada şer a çandê: Huner

‎Gelê Kurd salên dirêj li ser helwldana afirandina “vejîna nû ya çandî” bilind bû. Helbest, stran, zêmar, bîranîn, roman, pexşan, fîlm… Ev hemû xeta bîrkeke din a ku ji zimanê çors ê siyasetê derbas dibe ava dikin. Di nava şerek de derxistina çandê karekî zor e lê dilê têkoşîneke bê çand jî kêm dimîne. Wekî ku rêbertî her dem balê dikşîne; “berxwedaneke ku çanda wê tunebe pir nadome.”

Lewre çand, hest, xeyal û wetaya têkoşînê di nava xwe de dihewîne.

‎ji ber vê yekê huner, ne tenê ji bo civakek azad, ji bo civakek ku ber bi azadiyê ve diçe jî stûna bingehîn e.

Mînaka rojevî ya hunerê: Festîvala Fîlman a Rojava

Berxwedana vegotinê ya ku ji Halîl Dag dest pê kir û heta Komuna Fîlman a Rojava domiya, ji bo  nîşandana asta dînamîzma çandî ya ku bi Şoreşa Rojava hatiye afirandin, balê dikşîne. Festîvala Fîlman a Rojava ku bi şoreşê re bi peş ket û ji aliyê gelên din ve bi baldarî hat şopandin, îsal car 5’emîn hat lidarxistin. Di şeva pêşîn de fîlma bi navê “Heval Birako” hat pêşandan. Bi fîlmên ku li ser Sûr û Kobanê hatine çêkirin re berê jî Komuna Fîlm a Rojava balê kişandibû. Îsal jî bi fîlmek ku li ser rastiya şer hatiye çêkirin hat pêşandan.

Derhênerê fîlm Nûman Yîgît e. Senaryoya fîlm ji aliyê Nazim Daştan ve hatibû nivîsandin. Nazim Daştan di Kanûna 2024’an de bi hevala xwe Cîhan Bîlgîn re di dema şopandina nûçeyên Bendava Tişrînê de bi êrîşa SÎHA’yê hatibûn qetilkirin.

Ji ber vê ne tenê mijara fîlm, hostayên ku wê çêkiribûn jî perçeyek ji berxwedanê bûn. Bêguman şêwaz, girseya ku hatibû hedefkirin an jî li ser aliyên wê yên kêm, gelek rexne dikarin werin kirin lê li ber ku fîlm hê nû hat weşandin, ji bo ev mijar bi hûrgulî werin destgirtin dem pêwist e. Jixwe rexne jî ji bo afirandina tiştek baştir e.

Rastiya sereke ya ku divê were dîtin ev e: Neteweyek çîroka xwe êdî bi xwe dinivîsîne û di vî riyê de bi pêş dikeve. Ev yek nêrîna ku şoreşê tenê bi şer re bi sînor dike, derbas dike lewre windabûna gelek şoreşan, ne di şer de, di pêvajoya avakirinê de hatiye jiyîn. Berxwedaneke ku armanca wê şoreş e, piştî ku bi ser dikeve ji armanca xwe dûr bikeve têk diçe. Di vî warî de Rojava, nûnertiya avakirina pêvajoyeke mînak dike.

Aliyê ku kêm e hê jî xuya dike

Li Rojava çanda temaşekirinê bi pêş neketiye. Weke govendên ku di dema konseran de tên girtin, çanda me ya guhdarîkirinê hê jî bi pêş neketiye… Tevî vê, pêşandanên fîlman, guldesteyên kurtefîlman, seminer û bi beşdariya hunermendên ji çar aliyên Kurdistan û Ewropayê, festîval bi awayekî zindî didome.

Di festîvalê de yek ji berhemên girîng ên balê dikşîne dokumantera Serêkaniyê ye. Derhênerê wê Olmo Couto ye, bûye şahid li Rojava bi taybetî jî di pêvajoya Serêkaniyê de. Ew enternasyonaleke Îspanyol e. Aliyê balkêş ew e ku dibêje: “Serêkaniyê weke dayîka me ye.” Di dokumanterê de dayîkek ku di dema berxwedana Serêkaniyê û êrîşan de zarokek wê hatiye kuştin û jineke welatparêz a berxwedêr hene. Muzîka wê aydê jina berxwedêr Xwezan Harûn e. Dokumanter bi hevoka “Ji dayîka min re” bi dawî dibe. Axa ku dayîk e, şahidiya jinan û berwedana ku xwedî ruhê jinan e xwe di hemû sehneyên dokumanterê de nîşan dide.

Ger em hunerê weke hest pênase bikin, piştî fîlm dengê ji salonê bilind dibû vê nîşan dida: Li hinek cihan ken heye li hinek cihan girîn lê di dilê kesên ku temaşe kirin germahî û wateyek hişt. Ger huner xîtab neke jixwe huner nîn e.

Huner estetîka azadiyê ye

Di encamê de ger em di vê hevoka hêsan lê bi hêz de berhev bikin û hunerê di mînakên ji qadên şoreşê bigrin dest; neteweyek heta ku bikaribe xwe vebêje dijî.

‎Her awayê vegotinê (helbest, roman, sînema, wêne, muzîk) qada ku neteweyek rastiya xwe ji nû ve ava dike ye. Ji ber vê yekê, huner hem riya parastina pêşarojê, hem jî avakirina pêşerojê ye.

Neteweyek dema ku çîrok û serpêhatiyên xwe nenivîsîne di çîrokên kesên din de winda dibe.

Huner riya herî azad a nivîsandin, avakirin û zindîkirina wê çîrokê ye.