‘Berxwedana gelê Rojava ji bo Başûrê Kurdistanê bûye hêvî’
Parêzer Çiro Şiwanî têkildarî berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk wiha got: “Gel li bendava Tişrînê parastian xaka xwe dike, li dijî êrişan divê em hemû Kurd yekitiya xwe xurt bikin.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî- Ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hem ji hewayî, hem jî ji bejahî ve êrîşî bendava Tişrînê dikin. Gelê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan ref bi ref ji bo parastina nirx û destkeftiyên şoreşê berê xwe didin bendava Tişrînê. Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk li dijî bendava Tişrînê her ku diçe zêde dibe.
‘Berxwedana gel tirsê xistiye dilê dijminên gelê Kurd’
Parêzer Çiro Şiwanî diyar kir ku gelê Rojava ji şîr heta pîr li bendava Tişrînê parastina xaka xwe dikin, ji ber parastina xaka xwe dikin ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin û wiha got: “Gelê Rojava ji bo parastina xaka xwe li bendava Tişrînê berxwedanek bêhempa dide maşandin. Gel li bendava Tişrînê her dem bi hêz û moralek mezin xwedî li QSD’ê û herêma xwe derdikevin. Berxwedana gel tirsê xistiye nava dilê dijminên Kurdan. Ji ber wê her dem êrişî gel dikin, dewleta Tirk li ber çavên hemû dinyayê hemwelatiyên medenî dike hedef. Ev hemû sûcên şer in li hemberî van sûcan jî hemû dinya bêdeng e.”
‘Dewleta Tirk ji fikrên azad ditirse’
Çiro Şiwanî da zanîn ku berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê hêviyê dide hemû gelên dinyayê û wiha got: “Hemû Kurd piştevaniya berxwedana gelê Rojava dikin. 33 sal in gelê Başûrê Kurdistanê bê hêvî ye lê belê niha ew ji ber Rojava hêviyên gelê Başûr çêbûne. Her wiha dewleta dagirker a Tirk ji fikrên azad ditirse. Dema gelek yan hêzek leşkerî parastinê dike, dewleta Tirk êriş dike. Rojnameger û welatiyan dike hedef. Niha êrişên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve di medyaya dîjîtal de tên şermezarkirin. Gelê Kurd her dem xwedî li xwe û hêza xwe derdikeve. Hevdîtina Genaral Mazlum Ebdî û Mesûd Barzanî cihê kêfxweşiyê ye. Ev yek hêviyek e ji bo yekitiyê û her wiha berxwedana li Rojavayê Kurdistan dest pê kiriye, bandorê li ser desthilatdariya başûrê Kurdistan jî kiriye.”
‘Divê em yekitiya xwe xurt bikin’
Çiro Şiwanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê Kurd her dem rastî kîmyabaran, jenosîd, koçberî, tunekirina çandî hatiye. Em êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê qebûl nakin. Yekbûna Kurdan erka hemû Kurdan e. Ji ber hebûna destên derve aliyên siyasî her dem di nava nakokiyan de ne. Lê belê divê gel nekeve van nakokiyan. Berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê, ronahiyek ji bo tevahî parçeyên din ên Kurdistanê ye. Divê gelê Kurd di nava pêşketinên rû didin de yekitiya xwe biparêze. Em hemû Kurd in divê tevahî Kurd li her cihê ku lê ne piştevanî û yekbûna xwe xurt bikin.”