Berteka li dijî derpêçkirina Kobanê: Cîhan çawa dikare li vê hovîtiyê temaşe bike?

Li dijî dopêça li ser Kobanê bertek zêde dibin. Zubeyde Înce bi gotina “Divê her kes a niha bibêje bes e ev zulm” diyar kir ku beriya zêdetir jin û zarok neyên kuştin, ji bo pêşîgirtina vê hovîtiyê divê her kes dengê xwe derxe.

EKÎN ADA

Stenbol – Êrîşên HTŞ’a ku destekê ji Tirkiyeyê digre, li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û çeteyên girêdayî DAIŞ’ê 6’ê Çileyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Erefiyê yên Helebê destpê kirin. Li taxên ku rastî êrîşên mezin hatin, sivîl bûn hedef, gelek kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn. Di dema pevçûnan de, dîmenên hovîtiyê careke din li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin.

Ji er dorpêça li ser taxan, bombebaran û êrîşên domdar, bi hezaran kes neçar man ji malên xwe derbikevin û taxan biterikînin.

Piştî bûyerên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, çeteyan berê xwe dan bajarên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê. Bajarê Kobanê çend roj in dorpêçkirî ye, bi krîzeke mirovî re rûbirû maye. Li bajar cereyan, av, şewate û xurek nemaye, bi sedhezaran mirov di bin mercên zor de ji bo jiyanê têdikoşin.

Ji ber mercên zivistanê jin, zarok û extiyar gelek zoriyan dikşînin, ji ber tunebûna pêdiviyên bingehîn û ji sermaye çend zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber dorpêçê, alîkariya herêmî û mirovî ya navneteweyî kêm digihîje bajar û bi vê yekê re krîz mezintir dibe. Gelê herêmê tevî êrîşên ku çêbûn û kiryarên dermirovî jî biryar daye ku axa xwe û warê jiyana xwe biparêze. Li dijî êrîşên ji çar aliyên Kurdistanê û welatên cîhanê bertek didomin.

‘Kobanê mînaka azadiya mirovahiyê ye’

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zubeyde Înce, bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî Kobanê da û bi bîr xist ku 11 sal berê li Kobanê bi bedelên mezin berxwedan li dijî DAIŞ’ê hatiye raberkirin û got: “Gelê Kobanê 11 sal berê têkoşîneke mezin meşand, gelek kes şehîd bûn û dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê têk bir. Bi wê berxwedanê ne tenê Kobanê, mirovahî azad bû.”

‘Cîhan bi bêdengî li dorpêç û êrîşan temaşe dike’

Zubeyde Înce sûcên dermirovî yên DAIŞ’ê bi bîr xist û wiha domand: “Wekî ku her kes dizane, çeteyên DAIŞ’a hov, li pêş kamerayan bedena mirovan perçe kirin, jinan revandin, destdirêjî kirin û li bazaran firotin. Îsal di salvegera azadiya Kobanê de mixabin bajar di bin dorpêçê de ye û cîhan bi bêdengî li vê yekê temaşe dike.”

‘Li Rojava jin û zarok tên kuştin’

Zubeyde Înce bertek nîşanî weşandina dîmenê avêtina cenazeyê şervana jin li Helebê ji avahiyek û jêkirina porê şervaneke jin li Reqayê ku li ser medyaya dîjîtal hat parvekirin da û got: “Li Rojava jin tên kuştin, ji avahiyan tên avêtin. Keziyên wan tên jêkirin û pê şov tê kirin. Ey cîhan, ey rêveberiyên welatan, ev çi bêwijdanî ye.”

Banga ji bo jinên cîhanê

Zubeyde Înce bang li hemû jinan kir bal kişand ser krîza mirovî ya li Kobanê û wiha berdewam kir: “Ez bang li hemû jinên cîhanê dikim; li Kobanê zarok ji sermayê diqefilin, dimrin. Rojava hatiye dorpêçkirin, li Kobanê av û cereyan hatiye birandin, mirov di nava sir û seqemê de mane. Li wê derê pir vekirî zulum heye. Kesên ku dibêjin em mirov in, zulmê red dikin, çawa dibe li dijî vê zulmê bêdeng dimînin? Çawa dikarin li vê hovîtiyê temaşe bikin?”

‘Divê her kes li dijî vê zulmê derbikeve’

Zubeyde Înce bang li welatên ku dibêjin ‘em demokrat in’ kir û wiha bi dawî kir: “Demokrasî ev e? Hûn ji ber çi bêdeng dimînin? Divê her kes tavilê li dijî zulmê derbikeve. Beriya ku jin û zarok zêdetir werin kuştin, ev hovîtî zêdetir bibe divê dengê mirovahiyê bilind bibe. Êdî bes e!”