Berteka dayîka Şengalî: Tiştek ku ne bi dilê şehîdên me be, em ê nekin

Dayê Xoxê ku ji Şengalê ye û kurê wê di encama balafira keşfê ya dewleta Tirk de bûye cangorî, li hember guhertina rêveberiya Şengalê bertek nîşan da, diyar kir ku Şengal bi xwîna wan hatiye avdan û got ku “Tiştek ku ne bi dilê şehîdên me be, em ê nekin.”

GULÎSTAN EZÎZ

Şengal  - Xelkê Êzidî ji ciyê ku miriyên xwe lê vedişêre re dibêje ‘Zehman’. Me vê carê bi Dayê Xoxê re berê xwe da ‘Zehmana Şehîdan’. Dijwar, tekane kurê dayîka xwe Xoxê ye û li Şengalê tevlî karwana nemiran bûye. Dayê Xoxê ji destpêka fermanê heta niha hema bêje şahidiya hemû tiştên jinûve avabûna Şengalê kiriye. Şengal piştî lehengiya wan cangoriyan ku rizgar bû xwe ji xweliyên xwe carek din ava kir. Dema şehîdgeh ava dibe jî, dema ewqas can dikevin bin axê jî, dayê Xoxê weke dareke çinarê li Şengalê di nav xebatan de ye.

‘Dijmin ji ku dihat pêşî lê digirtin’

Dayê Xoxê got ku “Ev zahman (goristan) bi navê şehîd Dilgeş û şehîd Berxwedan hatiye çêkirin û niha bi sedan şehîd ji 3’ê Tebaxa 2014’an vir ve li vir in.” Çavên dayê Xoxê melûl mêzê dikin. Tu dibêjî gelo çi bûye sedem ku ev dayîk wisa dinêhêre. Tu dibêjî niha bi wan çavan wê nav dilê te bibîne. Ewqas bi bandor in. Bi van gotinan ji me re qala wan demên şer û lehengiya cangoriyan kir: “Ev şehîdên li vir di şer de ji bo pêşî li fermanê bigrin, şehîd ketin. DAÎŞ dihat, dihat Deriyê Gelî, ji Qiblet ve dihat, ji aliyê rojava û rojhilat ve dihat. Ji kîjan aliyî ve hatibana ev şehîd û şervanên me diçûn pêşiya wan, bersiva wan didan û şehîd bûn.”

‘Yên di ber Şengalê de şehîd ketin hemû ji me ne’

Dayê Xoxê ragihand ku li vê şehîdgehê ne tenê Êzidî ji gelek netewên cuda, ji baweriyên cuda jî cangorî hene û Şengalê hemû hembêz kirine. Dayê Xoxê rastiya şehîdgehê bi van gotinan anî ziman: “Ji ku derê beşdarî rêxistinê bûbûn, hatin li vir şehîd ketin. Em nikarin heqê yekê jî bixwin. Qîmeta van hemû şehîdan li ba me heye, wek zarokên me, wek wan kesên ku herî nêzîkî me dilê me li ser wan şewitî. Wexta bên di ber me de şehîd bin, li pêşiya DAIŞ’ê bisekinin, pêşiya fermanan bigrin, ew şehîd şehîdên me ne. Em wan jî ji Şengalê dibînin, em wan xerîb nabînin. Yên ku ji nav me derketin û terka Şengalê dan û çûn ciyên din, ne ji me ne. Lê ev şehîd ji ku derê bin jî, yên me ne.”

‘Me ji hemûyan re digot Heval’

Dayê Xoxê da zanîn ku gelek ji van cangoriyan nas dike lê navên wan nizane û sedema wê jî wiha vegot: “Gelek ked dan ji bo Şengalê. Wan deman em di nav kar de bûn, me ji wan re digot ‘Heval’. Siyaseteke qirêj li ser me hebû, me digot hema em Şengalê zeft bikin. Meş, daxuyanî, avakirina meclîsan... Em bi gelek karan re mijul dibûn. Kedeke mezin di ber Şengalê de dan, pêşiya fermanan girtin.”

Dayê Xoxê bi xwişk, keç û bûka xwe ve di dema şer de nêzîkî 6 mehan nan ji bo cangoriyan çêkiriye. Wisa bahsa wan deman dike: “Ew dem demên tevgav bûn, firûn tunebûn. Di nav şer û zahmetiyan de bûn. Me nan çêdikir ji bo hevalan. Ev kesên ku niha di vê şehîdgehê de ne, ji bo keçên me yên Êzidî, ji bo fermana bi serê me de hat, ji bo wan zarokên li çolan, di ber Şengalê de şehîd ketin.”

‘PDK’ê di şevek û danek de terka me da, em naxwazin vegerin’

Dayê Xoxê dema mijar tê ser hewldanên hatina hêzên PDK’ê ya ji bo Şengalê, hêrs dibe û dibêje: “70 û hinek ferman hatine serê me. Beriya fermanê hêzek li pişt me hebû. Digotin, em parastina we dikin, em li ba we ne. Şevek û di danekê de terka me dan, me di nav lepê DAIŞ’ê de hiştin. Niha dibêjin wê vegerin. Bûye sebeba vê fermanê û şehîdên me. Wê çawa derbasî vir bin? Gelekî zehmet e. Vêca em naxwazin ne ruyê xwe ne jî yê me reş bikin. Em naxwazin ew bên. Yekî ku bavê wî, birayî wî kuştibe, bûbe sedema ku dayîk û xwişkên wî hatibe girtin û gelek tiştên din, wê çawa rabe derbasî Şengalê bibe?”

‘Şehîdên me ji bo vê axê canê xwe feda kirin’

Dayê Xoxê destnîşan kir ku yên vê axa pîroz û azad ava kirine cangorî nin û wiha domand: “Şehîdên me ji bo axa xwe canê xwe feda kirin. Ger axa te nebe tu nikarî parastina xwe bikî. Erdê me şeref û namusa me ye. Çima? Pîroziyên me tê de ne. Em tê de çêbûne. Bûn û mirina me hemû li vir e. Pêwîst e em parastina vî erdî bikin, nehêlin lingê dijmin bi vir bikeve. Heke tenê li jina mabe wê jin parastina Şengalê bikin. Partî û rêxistinek din nîne ku biqasî PKK’ê şehîd dabin. Dîsa ti civakek bi qasî civaka Êzidî jî rastî fermanan nehatiye. Bawerke ger ne bi dil û bi hêz bana niha ev ol bûbû tine. Ger li Şengalê bi 100 însanan jî mabe, ev ol tûne nabe.”

‘Mêjî û dilê şehîd Dijwar hemû ji yek baştir bûn’

Dayê Xoxê bi serbilindî, bi xemgînî bi van gotinan behsa delalê dilê xwe dike: “Navê wî yê malê Merwan bû, hevalên wî jê re digotin Dijwar. Di dema fermanê de nedihat malê. Me ji wan re nan çêdikir, ew jî dihat ji bo hevalan dibir. Rojekê dîsa hatibû ji bo nan. Ji min re got, ‘Daykê tu çilo dikî ji arê me? Qet xilas nabe?’ Ez keniyam û min got, bereket ketiya arê me.”

‘Me sozek daye, em li ser wê sozê ne’

Dema bahsa bîranînên xwe dike gelek caran disekine. Belkî jî dixwaze carek din biçe wan rojan, bighîje wan kesan. Berdewam dike: “Rojekê hat û got, ‘Dayê ez ê tevlî bibim.’ Min got, ‘Daykê jixwe tu tevlî bûyî, li wir î, tu nayê malê, tê tevlî çi bibî?’ Got ‘her hevalek ji cihekî ye, şerek çêbibe em hevdû nasnakin. Em dixwazin bi hevaltî hêzeke xwe çêkin da em bizanibin em çi karî dikin.’ Heval Dijwar gelek tişt dizanî. Gelek tişt bi hev re difikirî. Dilbiêş bû, dilê wî li ser gelê wî dişewitî. Piştî ewqas êşên hatine kişandin dixwest tevlî bibe. Bi biçûk û mezin heta em sax bin, dinya jî bi serê me de xirab bibe, em ê li pey doza şehîdên xwe bin. Me sozek daye, em li ser wê sozê ne. Keç û xortên me van şehîdan jibîr nakin. Bi saya wan şehîdan niha keç û xortên me li Şengal in. Bi xêra van şehîdan dikarin bipeyvin, li ber dijmin bisekinin. Şengal bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Tiştên ku ne bi dilê şehîdên me be, em nakin. Ev çiya û hebûna me hemû bi saya şehîdan e.”