Bersûcên ku dest dirêjî zarokan kiribûn ji nû ve hatin girtin
3 bersûcên ku li Meclisê xwendekarên stajyer tacîz kiribûn, hatibûn berdan. Piştî îtîraza li dijî biryarê, 3 bersûc dîsa hatin girtin.
Enqere- Xwendekarên dibistana amadehî yên stajyer ku di çarçoveya bernameya Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) de li Meclisê dixebitîn, ji hêla xebatkarên Meclisê ve hatibûn îstîsmarkirin û rastî tacîzê hatibûn.
Di danişîna 2’emîn a dozê ku di 9’ê Sibatê de hatibû lidarxistin, ji bo 4 bersûcan biryara tehliyeyê hatibû dayin. Lêbelê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî biryarê îtîraz kir. Piştî qebûlkirina îtîrazê, der heqê 4 bersûcan de dîsa biryara girtinê hat dayin.
Piştî biryarê, ji 4 bersûcan 3 jê hatin girtin. Hat zanîn ku bersûcekê navê wî nehat zanîn jî firarî ye. Ji bo girtina bersûcê firarî biryara lêgerînê hat dayin.