Bersivên rast dide pirsa ‘çawa bijî’
Kesayeteke aram, xweşik û sade. Milîtana Apoyî Cahîde, gelek ji xwezayê hez dike. Pir baş dizane çawa bijî, lewra bersivên gelek rast dide çawa mirov bijî û bide jiyîn. Ji ber xwe gihandibû wateyê, dizanî jiyan, kesayet û hevaltiya xwe jî watedar bike.
GULAN AVRÊL
Bernameya Starên Azadiyê vê heftiyê wek hergavî cardin dil, rih, fikir û hestên me ronî kir. Cardin şoreşgerek bedew, şepal, xwedî bawerî û vînek mezin bi me da nasîn. Bi agahiyên nû re em zane dikin. Li me gelek nûbûyînên nû dide avakirin. Bernameya Starên Azadiyê” vê heftiyê Necla Çelîk ango Cahîde bi wê bedewiya wê re kir mêvanên dil, hest, fikir û rihê me. Jina şoreşger Cahîde di sala 1964’an li bajarê Bakûrê Kûrdistanê li Elihê di nava malbatek welatparêz de jidayîk dibe.
Di hêla wêje de jî pênûsa wê bihêz e
Jina leheng, Mazlum Doxan nas dike û bi naskirinê re, destpêkê dibe sempatîzan. Dema kesayet, sekin û fikrê wan şoreşgeran nas dike êdî dibêje pêwîst e ez jî bibim xwedî kesayet û fikrek ewqasî mezin û pîroz. Li ser vê bingehê jî tevlî nava tevgera azadiyê dibe. Piştî ku tevgera azadiyê derbasî derveyê welat dibe, jina leheng jî cihê xwe di nava koma jinan a destpêkê diçe derveyê welat de digre. Di kampa Helvê de cihê xwe di nava yekem koma jinan a perwerde dibînin de digre. Wê demê 15 jin li wê derê perwerde dibînin. Di hêla siyasî de gelek pêşketî ye. Her wiha di xebatên ragihandinê de cihê xwe digre, di hêla birdozî de xwedî kesayetek têr û tijî ye. Li çiyayên azad kovara bi navê Peşmerge ku mijarên şer û rêxistinê digre dest xebat dimeşîne. Fikrê wê û pênûsa wê gelek bi hêz e. Lewra di kovarê de nivîsên li ser pirsgirêkên şer, rêxistinî, teqtîk dinvîse û weke meteryal pêşkeşî hevalên xwe dike. Di hêla wêje de jî pênûsa wê bi hêz e.
Di şertên dijwar de tiştek nikare li pêşiya wê bibe asteng
Di ragihandinê de rolekê mezin dileyîze. Piştre navê kovara Pêşmerge diguhere dibe Dengê Artêşa Gel. Berê li Zagrosan derdikeve, piştre jî derbasî Botanê dibe û li Botanê derdikeve. Di wan şert û mercên zehmet de tu tiştek li pêşiya wê nabe asteng. Ev yek jî rih, fikir û hêza tevgera azadiya Kurd dide diyarkirin. Rastiya jina Kurd ya ku tevahî astengiyan derbas dike, ji bo azadiyê tu sînoran nas nake, di şexsê jina leheng de bi awayekê şênber li ber çavên me ne.
Têkoşîna xwe ji nû ve di rastiya Rêber Apo de ava kiriye
Tu tevgerekê azadiyê û şoreş cesaret nekiriye pirsgirêka jinê bigre dest, dahûrîne û di heman demê de jinê tevlî şoreşê bike. Lê, tevgera azadiyê baweriya xwe ya li hember bîrdoziya azadiyê, ehlaqa azadiyê û zanista azadiyê ya ku afirandiye, ava kiriye û çêkiriye bi awayekê cesaret kiriye ku pirsgirêka jinê bigre dest û jin tevlî şoreşê bike. Ev yek jî bi rastiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Îro bi ilma jineolojî re û bi feraset, hişmendî û paradîgmaya azadîxwaziya jinê, bûye xeta azadiya tevahî jinên cîhanê. Bêguman ger ku weke jinên Kurd em îro di hêla nasname û dîroka xwe de bûne xwedî zanist jî, ev yek hemû bi saya jina şoreşger Cahîde û rêhevalên wê ye.
Rêber Apo ji nû de rih, fikir, hest û jînê daye jina Kurd
Tevgera azadiyê pirsgirêka azadiya jinê stratejîk girtiye dest. Rêber Apo ji nû de rih, fikir, hest û jînê daye jina Kurd. Lewra jina Kurd vê yekê dîtiye, hîs kiriye, ferq kiriye, pê bawer bûye, lewra bi îmanek mezin têkoşîna xwe ji nû ve di rastiya Rêber Apo de ava kiriye. Digel tevahî feraset û hişmendiyên paşverû yên zilam, civak û malbatê têkoşiyaye, bedêl daye, ger ku gotin di cîh de be, xwe ji xweliya xwe ji nû de afirandiye. Yek ji van jinên şoreşger, leheng ku xwe bi xweliya xwe afirandiye û ji me re feraset, hişmendî, pîvan, rêgez, felsefe û ilmê azadiyê hiştiye, Necla Çelîk ango Cahîde ye.
Cahîde jî herî zêde ji bo xwe jiyana komînalbûyînê û hevaltiya Apoyî esas digre
Dema mirov her beşek bernameyê temaşe dike rih, dil û hestên mirov ji nû ve dibişkivin. Gotin, peyv, hest, awir, nihêrtin bi ferasetek ji nû ve dibişkive. Mirov dibîne ku tevgera azadiya Kurd li ser bingeha feraseta komînbûyînê ava bûye. Feraset, şêwazê jiyan û hişmendiyê wan li ser vê bingehê ye. Feraset û hişmendiya jina leheng û milîtanê Apoyî Cahîde jî herî zêde ji bo xwe jiyana komînalbûyînê û hevaltiya Apoyî esas digre. Lewra tevahî hewldan û têkoşîna wê ew e ku di kesayet, jiyan û nava hevalên xwe de feraset û hişmendiya komûnalbûyînê ava bike. Jina leheng û şoreşger ewqasî bi hêz e ku dema wê tê bi çek, dema wê tê jî bi pênûs û hêza fikir û birdoziya xwe têdikoşe û şer dike. Xwedî uslûbek çêker e, lewra li ser herkesî bandorek çêker dide avakirin. Di tevahî kar û xebatên xwe de berhemdar e.
Mirov wê hilatina rojê di çavê hevalên wê de dibîne
Dema ku çav dikenin mirov dibêje qey roj hiltê. Rast e roj hiltê, roja dil û rih. Erê, çiqas xweş e dema ku hevalê mirov qala mirov bike û bi çavên xwe bikene û bi kenê wê re di çavên wê de ew roja ku ber bi banga siberojê hiltê şewq bide. Bi xwedê di çavê wan de hiltê roj û şewqa wê dil û rihê mirovan dide. Dema rêhevalên jina şoreşger Cahîde qala wê dikin mirov wê hilatina rojê di çavê hevalên wê de dibîne. Ew hezkirin, bêrîkirin, bextewarbûyîn û berpirsyartiya dîrokî. Milîtana Apoyî Cahîde xwe perwerdekirin, zane kirinê gelek girîng dibîne. Baweriya wê bi perwerdeyê gelek e. Lewra şêwaz, uslûb û nêzîkatiya wê ji bo perwerdeyê gelek dewlemend e. Rêhevalên xwe li ser bingeha rastiya Rêber Apo perwerde dike, nîqaşan bipêş dixe û qanî jî dike.
Mîna ku bedewiya xwe ji xwe re kiribe fikrê azad
Jina şoreşger Cahîde çiqas bedew e, mîna lîlavên berfê zelal û pak e. Pakbûyîna dil, rih û fikrê wê li ser rûyê wê jî xwe dide der. Di tevahî wêneyên xwe de gelek aram û asûde ye. Mîna ku bedewiya xwe ji xwe re kiribe fikrê azad û bi wê fikrê azad ber bi pêşerojê ve biçe. Mirov di wêneyan de cewherek ku bûyî aydê xwe dibîne. Lewra gotina Rêber Apo ya ku dibêje; “Dîrok û kevneşop çi be, roja me û pêşeroj jî ew e” radixe ber çavê me û di hişê me de jî xwe ava dike. Milîtana Apoyî Cahîde li gor vê pîvanê û rêgezê tevdigere û jiyan dike. Lewra di hêla fêm kirin, naskirin û kûrbûyîna dîrokê de û kevneşopiyê de xwedî hêz û zanistiyek kûr e. Di hêla birdozî de gelek pêşketî ye, ev pêşketin ne tenê ji bo xwe, ji bo hevalên xwe jî dike armanca zanabûyîn û pêşketinê. Tevahî hevalên xwe teşwîqî xwendin, lêkolîn û zanabûyînê dike. Ji jiyanê gelek hez dike û dide hezkirin, bi eşq nêzî jiyan, hevaltî û perwerdeyê dibe. Ger gotin di cîh de be milîtana Apoyî Cahîde ji hêla birdozî, çand, ehlaq û pîvanan de xezîneyek e.
Têkoşîna xwe avakirinê
Kesayeteke aram, xweşik û sade. Milîtana Apoyî Cahîde, gelek ji xwezayê hez dike. Pir baş dizane çawa bijî, lewra bersivên gelek rast dide çawa mirov bijî û bide jiyîn. Ji ber xwe gihandibû wateyê, lewra dizanî jiyan, kesayet û hevaltiya xwe jî watedar bike. Şoreşgera leheng Cahîde pir baş dizane ku şoreşgertiya herî sexte û zehmet rêxistinkirin e. Lewra herî zêde têkoşîna xwe avakirinê dide, bi vê yekê re jî têkoşîna qadro çêkirin û perwerde kirinê.
Bernameya Starên Azadiyê ji me re dibêje, nas bike, bizane. Da ku tu xwe nas bikî, xwe bizanî ji bo ku rast û bi wate jiyan bikî.