Bersiva dayîkên Kobanê: Armanca me, pêşketin û serkeftin e
Dayîkên li Kobanê ku di meha Remezanê de tevî dorpêçê jî li dijî hemû şert û mercên dijwar ên şer, koçberî û gefa tunekirinê ya tê ferzkirin têkoşîna xwe didomînin, dibêjin “Armanca me, pêşketin û serkeftin e.”
SÎLVA EL ÎBRAHÎM
Kobanê – Jinên ji Kobanê yên ji bo parastina taxên xwe ya ji her xetereyek nêz bişev derdikevin kolanan, diyar kirin ku ew ne şerxwaz in an jî hezkiriyên çekan in, lê belê ger şer li ser axa wan were ferzkirin, ew ê li hember her cûrê êrîşan hişyar bin.
Gelê herêmê, ji roja ewil a seferberiya giştî ya ku piştî êrîşên çeteyên cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam a li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê hate ragihandin ve, bersiva bangê da. Gel ji bo parastina taxên xwe ya li dijî hemû êrîşan, çek hilgirt. Ev yek armanc dike ku li hember xetereyên dibe ku ji ajiyê cîhadîstan an jî şaneyên razayî yên ku dixwazin kaosê biafirînin ve werin, tedbîr bên girtin.
Li Kobanêya ku êrîş gihîştin dîwarên bajêr û bajar bi tevahî ji aliyê cîhadîstên Heyet Tahrîr el-Şam ve hate dorpêçkirin, gel û jinan ji bo parastina bajêr çek hildan. Tevî dorpêça 33 rojan û hatina meha Remezanê, gel hilgirtina çekên xwe didomînin û ji bo ku bajarên xwe ji her cure xeteriyan biparêzin, li kolanan nobet digrin. Dayîkên li Kobanê, piştî fitarê çekên xwe hildigrin ser milên xwe, ji zarokên xwe re diyar dikin ku berpirsyariya parastina bajara xwe di dilê xwe de hildigrin. Jin, bi vê îrade û giyanê, wesayîtên ku dikarin ji bo tax an jî bajêr gefê çêbike, radiwestînin û kontrol dikin.
‘Em ê berxwedana xwe bidomînin’
Selîme Ramazan a 60 salî ya li yek ji kolanên sereke yên bajêr radiweste, wiha dibêje: “Em ji dorpêçê natirsin, ji ber ku ev polîtîka gelek caran li dijî me hate sepandin û em fêr bûn ku bi hemû şertên li ser me tên ferzkirin re rûbirû bibin; em ê berxwedana xwe bidomînin.”
Selîme Ramazan, bi gotinên “Em parastin û hebûna xwe bi tu dewlet an hêzek biyanî ve girê nadin; em serkeftinê bi îradeya zarok û gelê xwe ve girêdidin”, berxwedana Kobanê ya di sala 2014’an de ya li dijî DAIŞ’ê bi bîr anî û wiha axivî: “Em çawa ku berê bi ser ketin, em têkçûnê nas nakin. Armanca me, pêşketin û serkeftin e.”
‘Em her tim ji bo parastinê amede ne’
Selîme Ramazan, da zanîn ku sê kurên wê li eniyên şer têdikoşîn û wiha got: “Zarokên min, li gel hevalên xwe li dijî her êrîşê, bajêr diparêzin. Em dayîk jî bi pêşîgirtina li her gefê ya di nav bajêr de, aramiyê misoger dikin.” Selîme Ramazan, bang li gelê herêmê kir ku ji êrîşan netirsîn û got ku ji ber ku ew her tim ji bo parastinê amade ne.
‘Em ê li hember her cûre êrîşan hişyar bin’
Adle Muhammed Kesab jî, dema ku bi çeka li ser milê xwe re berpirsyariya parastina taxa xwe hildigre, piştgiriyê dide keça xwe ya ku li eniyên pêş têdikoşe. Adle Muhammed hestên xwe bi gotinên “Em ne şerxwaz in an jî hezkiriyên çekan in, lê belê ger şer li ser axa wan were ferzkirin, em ê li hember her cûrê êrîşan hişyar bin” anî ziman.
‘Biryara me parastin e’
Adle Muhammed Kesab, got ku “Em hêvî dikin ku makîneya şer bê rawestandin û qirkirina li dijî gelê Kurd bi rêya peyman û diyalogê bê têkbirin” baweriya xwe ya bi hêza xwe anî ziman û axaftina xwe wiha domand: “Lê belê, ger ev yek pêk neyê, parastin biryara me ya bêdawî ye.”
Adle Muhammed Kesab, diyar kir ku ew wek gelê Kurd dixwazin mafên xwe biparêzin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Mîna gelên din, maf û axa me jî heye. Em dixwazin di nava makezagonê de mafên me bên mîsogerkirin, temsîliyeta me di parlementoyê de bê mîsogerkirin, herêmên me ji aliyê zarokên me ve bên parastin û di dibistanên me de zimanê me bê hînkirin. Em ji bilî vê tiştekî din qebûl nakin û em di her şert û mercan de ji bo parastin û berxwedanê amede ne.”