Bernameya Sanad li Tûnisê piştevaniya mexdûrên îşkenceyê dike

Bernameya ‘Sanad’ hewl dide piştgiriya civakî û psîkolojîk bide jinên ku bi îşkence û binpêkirinên ewlehiyê re rûbirû dimînin.

 ZIHÛR MEŞRIQÎ

Tûnis – Rêxistina Cîhanî ya li Dijî Îşkenceyê (OMCT) rapora salane ya bernameya xwe ya Sanad pêşkêş kir ku alîkarî û piştgiriyê dide mexdûrên îşkence û muameleya xirab li Tunisê. Rapor bi hejmar û analîzan, ji bilî şahidiyên mexdûran û ravekirina riyên dadwerî û zagonî yên ku ji hêla bernameyê ve ji bo piştgiriya kesên xwedî maf hatine girtin, raporek berfireh a rewşa qurbaniyên îşkence û muameleya xerab ên ku di tevahiya salê de ji hêla bernameya Sanad ve hatine wergirtin, pêşkêş kir.

Destpêkirina bernameya Sanad bi Roja Navneteweyî ya Piştgiriya Mexdûrên Îşkenceyê û Muameleya Xerab re hevdem e ku di 26’ê Hezîranê de ye. Îsal, Rêxistina Cîhanî ya li Dijî Îşkenceyê (OMCT) hilbijartiye ku çapa yekem a “Indeksa Îşkenceya Cîhanî” bide destpêkirin, bi bikaranîna pisporiya tora xwe ya 200 komeleyên endam li çar aliyên cîhanê.

Bernameyên ku piştevaniya mexdûrên jin ên tundiyê dikin

Koordînatora bernameya Sanad Necla El-Talibî da zanîn ku bername piştevaniyê dide mexdûrên îşkenceyê li Tûnisê û heya salekê hemû temînatên ewlehiyê ji wan re peyda dike. Necla El-Talibî wiha axivî: “Bernameyê di salek de 166 doz çareser kirin. Herî zêde jin dibin mexdûrên îşkence û tundiyê û ji ber tirsê piraniya wan dozên xwe veşartî dihêlin. Sanad piştevaniya civakî, psîkolojîk, tendirustî û zagonî pêşkêş dike. Ev bername di nava windabûna zagonên dewletê de li Tûnisê dixebite û hewl dide balê bikşîne ser van pirsgirêkên di nava civakê de. Di heman demê de li ser îstîsmara polîsan, li kêleka kesên bi mirina gunanbar û tacîzên polîsan re rûbirû ne, radiweste. Bername li parêzgehên Tûnisê, Sfax û Kefê xwedî navendên piştgirî û rehabîlîtasyonê ye ku ji bo hêzdarkirina qurbaniyan dixebitin.”

Rola jinan di rehabîlîtasyonê de

Necla El-Talibî destnîşan kir ku rola jinan di rehabîlîtasyonê de gelek girîng e û wiha pêde çû: “Ji ber ku jin herî zêde barên civakî hildigirin, ew di rehabîlîtasyonê de roleke girîng dilîzin. Rapora Sanad ne tenê ji bo hejmaran eşkere bike, weke rêbazek zanekirina civakî û girîngiya hevgirtina civakê di vê mijarê de eşkare dike. Her wiha hewcedariya piştevaniya her du zayendan di mijara îşkenceyê de destnîşan dike.”

Bi gelek rêxistin û komeleyan re dixebite

Sanad bi pisporên dilsoz re dixebite. Bernameyê di nava bernameyê de toreke parêzeran ava kiriye da ku di pêvajoyên dadgehê de piştgiriyê bide sûdmendan. Her wiha ew bi pisporên tendirustiyê yên weke bijîşk, psîkiyatrîst, psîkolog û xebatkarên civakî re dixebite da ku lênêrîna psîkolojîk ji Komeleya Psîkologên Tûnisê (PDM-T) û psîkologên taybet re peyda bike. Têkiliyeke xebatê ya nêzîk û berhemdar bi komeleyên pispor re hatiye pêşxistin, bi taybetî Komeleya Psîkologan li Tûnisê (PDM-T), Lîga Mafên Mirovan a Tûnisê, Komeleya Baytî, Amal, Komeleya Edalet û Wekheviyê ya Tûnisê (Damj), Weqfa Hiqûqî ya Navneteweyî (ILF), Doktorên Cîhanê-Tûnis (MDM) û Parêzerên Bêsînor (ASF) re.