Bêrîvan Omer: Di zagona nû ya şaredariyan de rola jinan sereke ye

Bêrîvan Omer a têkildarî zagona hejmar 4 ya şaredariyên Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî, got ku di zagona nû ya şaredariyan de rola jinan sereke ye û bal kişand destkeftiyên ku jin dê bi hilbijartina şaredariyan re bidest bixin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Yekem car e ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên giştî yên şaredariyan tên lidarxistin. Hilbijartinên şaredariyan dê di 11’ê Hezîranê de pêk bên. Dibe ku ev sîstemeke nû be li ser tevahî herêmê, ji ber vê yekê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ravekirin û zelalkirina mekanîzmaya xebatên şaredariyê û namzedan ji bo demên pêş, zagona şaredariyan û yekitiya şardariyên demokratîk a hejmara 4 derxist.

Zagon li ser 11 babetan û 63 xalan tê dabeşkirin

Zagona ku hatiye derxistin, li ser 11 babetan hatiye dabeşkirin, ev babet jî 63 xalan dihewînin. Di zagona ku gelek xalên girêdayî mekanîzmaya şaredariyan de tê ser ziman têkiliya şaredariyê bi komîn û meclisa xwecihî re jî weke mijarekê girîng tê îfadekirin. Her wiha li gor zagonê meclisa şaredariyê û meclisa xwecihî bi komînê re jî bi awayekî hevseng û bi koordîne xebitîn û şaredarî biryarên xwe yên di warê xizmetguzariyê de di serî de erêkirina komînê esas bigre. Di zagonê de cih ji pergala hevserokatiyê re tê dayîn û weke xalekê din a girîng prensîbên parastina serokatiya hevpar a jin û mêr û negirtina biryarê bêyî erêkirin û amadebûna herduyan tê bilêvkirin.  

Ji sedî 10 ji bûdce û dahatên salane ji bo meclisên jinan e

Di zagona ku dahat û lêçûnên şaredariyê jî tê sazkirin de tê gotin ku Yekitiya Şaredariyên Navçeyê ku nûnertiya hemû şaredariyên navçeyê dike, ji hemû hevserokatiya şaredariyên navçeyê û berdevkên ji jin û mêran pêk tê, di nav de Meclisa Jinan pêk tê. Di zagonê de mekanîzmaya dabeşkirina butçeya şaredarî û kantonan jî tê îfadekirin û li gor vê yekê ji sedî 10 ji bûdce û dahatên salane yên her yek ji şaredarî, yekitiya kanton û herêmê ji bo meclisên jinan ên girêdayî wan tê terxankirin.

Cîgira hevserokatiya Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer têkildarî zagonê û girîngiya hilbijartinan ji bo jinan ji ajansa me re axivî.

‘Demeke dirêj li ser zagonê hat xebitandin’

Bêrîvan Omer da zanîn ku demeke dirêj e li ser zagona şaredariyê û yekitiya şaredariyan hat karkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Piştî konferansa şaredariyan a sala 2022’an dest bi amadekariyên vê zagonê hat kirin. Her wiha ji nû ve avakirin û sazkirina sîstema şaredariyan ku pîvanên demokratîk di nava xwe de bihewîne. Weke tê zanîn em her dem di nava şer de bûn, me jî li gorî demên pêşxistin an jî guhertinê dixist sîstema xwe. Niha piştî demeke dirêj êdî pêwîst bû ku gavên baştir bên avêtin ber bi herêmiyê ve, ji ber vê yekê jî ev zagon hat derxistin. Piştî pesendkirina vê zagonê, ev dem weke dema perwerdekirinê ye ji bo derbaskirina zagona nû, pêkanîna prensîbên wê. Hilbijartinên 11’ê Hezîranê dê diyar bikin bê kî dikare bi vê erkê rabe û vê zagonê bixe pratîkê.”

‘Gaveke dîrokî ye ku jin jinan hildibijêrin’

Bêrîvan Omer bal kişand ser girîngiya hilbijartinên pêşwext ên Rêxistina Kongra Star ku îrade û berpirsyariya li hemberî jinan nîşan dide û wiha pê de çû: “Ji bo me jinan ev zagon gelek girîng e. Ya girîng jî hilbijartinên pêşwext ên Rêxistina Kongra Star bûn, ez dibînim ku ev gaveke dîrokî ye. Her çiqas em lêkolîn dikin ku li cîhanê û welatên bi demokrasî û mafên jinan bang dikin, tu carî jinan jineke din nehilbijartine. Prensîba me ye sereke ew e ku biryara li ser jinan, jin bi xwe bidin. Ev gavek e stratejîk e ku jin, jinan hildibjêrin. Jin bi îradeya xwe beşdar dibin û ev yek dihêle ku em bi bandor bibin û xwe xwedî erk bibînin li hemberî jinan.

‘Di zagona nû de rola jinan sereke ye’

Di dema rejîmê de guhertin hebûn ji bo jinan lê ne aktîf bûn weke niha di zagona me ya nû de. Di zagona nû de jin rola wan sereke ye di hemû waran de, me di hundirê zagonê de ev maf bi dest xist. Berê di hundirê şaredariyan de ofîsên jinan hebûn. Pêwîst bû ku ji bo biryardayînê mecliseke jin bê avakirin. Her wiha sîstema hevserokatiyê hat çêkirin, herdu hevserokên jin û mêr berpirsyar in li ber şaredariyên bajarê xwe. Ger ku sîstema jinan nebe dê biryar ne li gorî hebûna jinan be. Bajarên me ne li gorî mêjiyê jinan hatine avakirin. Bi vê sîstema nû re wekhevî û kombûyîneke jinan çêbû ku bikaribin bandorê bikin li ser biryarê.”

‘Jin li Rojava bûn xwedî ezmûn’

Bêrîvan Omer diyar kir ku jinan li Rojavayê Kurdistanê di nava 13 salan de bi saya şoreşê bûn xwedî ezmûn di warê rêvebirina şaredariyan de û got: “Baweriya me heye ku dê jin bikaribin şaredariyên li gorî pîvan û prensîbên edalet, wekhevî û demokrasiyê ava bikin. Weke ku jin li Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de pêşeng in, ew ê di rêveberina şaredariyan de jî pêşengiyê bikin û bikaribin bajarê xwe bi rê ve bibin. Yekem car, dema ku hilbijartinên şaredariyan di sala 2014’an de pêk hatin, jin pir kêm bûn ên ku xwe hilbijartin lê îro em dibînin gelek jin xwe dibînin berpirsyar û bi xwe bawer in ku dikarin guhertinan çêbikin.”

‘Navendîbûn û burokrasî dê nemîne’

Bêrîvan Omer da zanîn ku di sîstema şaredariyan a nû de dê navendî nemîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derfetên şaredariyan jî di zagona nû de hatine berfirehkirin, bi taybetî di warê aktîfbûna şaredariyan de di aliyê zarok û jinan de. Di her warî de mîna werzîş, çand, aborî, tendirustî û hwd. rol were lîstin. Yek ji xalên girîng ên zagonê ew e ku navendîbûn êdî namîne û sîstem bêtir herêmî be, şaredarî nema girêdayî desteyê ye. Meclisên şaredariyan hene derfet ji wan re hatine pêşkêşkirin li gorî zagonê dikarin biryar bigrin. Ev dihêle ku navendîbûn were şikestin, bîrokrasî kêm bibe û îrade bi pêş bikeve.”