Bêrîvan Mihemed: Qetilkirina jinan li Başûr sîstematîk bûye
Rojnamevan û çalakvan Bêrîvan Mihemed diyar kir ku li başûrê Kurdistan desthilatdarî li dijî azadiya jinan e û got: “Desthilatdariya Herêma Kurdistanê dizane ku dem jin azad bin dê dawî lê were loma li dijî jinan e.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî- Li başûrê Kurdistan û Iraqê rojane jin tên qetilkirin. Rewşa jinan ji aliyê partiyên Kurd ên Başûr ve roj bi roj xirabtir dibe û îsal zêdeyî 50 jin hatin qetilkirin.
‘Desthilatdarî ji azadiya jinan ditirse’
Rojnamevan û çalakvan Bêrîvan Mihemed diyar kir ku desthilatdariya başûrê Kurdistanê sedema qetilkirina jinan e û wiha got: “Li pişt qetilkirina jinan desthilatdarî heye. Zihniyeta desthilatdar a li başûrê Kurdistanê zihniyetek mêrsalar e. Desthilatdar û binemal li dijî fikrên azad kar dikin. Ji ber ger jin azad û şiyar bin, wê civak jî azad bibe. Ev e jî ji bo desthilatdariyê dibe sedema tirsê ji ber ku tunebûna xwe di azadiya fikir û jinan de dibîne. Li pişt qetilkirina jinan çeka desthilatdariyê heye. Çend mînakên qetilkirina jinan ji aliyê desthilatdariyê ve tê encamdan hene. Mînak jina bi navê Sînor li parka dayik a li bajarê Silêmanî hat qetilkirin, ew kesê ku Sînor qetil kir, piştî wê sê kesên din qetil kirin lê belê ji ber ku endamê partiyan bû nehat dadgehkirin. Her wiha piştî hilbijartina dema şeşem a parlamentoya Kurdistanê desthilatdariya PDK’ê bi eşkere bi riya reklaman kesayeta jinan şikand.”
‘Dadgeh ji aliyê desthilatdariyê ve tên birêvebirin’
Bêrîvan Mihemed da zanîn ku dadgeh kujeran di parêzin û got: “Dema kujerên jinan girêdayî desthilatdariyê bin, ji aliyê dadgehê ve ceza nagirin. Dema kujer girêdayî desthilatekê be û yê/ya hatî qetilkirin girêdayî aliyek partiyan be, dadgeh cezayê zagonê erê dike. Li başûrê Kurdistanê dadgeh ji aliyê desthilatdariyê ve tên birêvebirin. Ev jî ji bo mafê jinan tiştekî nake. Dameziranadina encûmena jinan ku rasterast girêdayî hikumetê ye û di bin destên PDK’ê de ye, tenê karê wan veşartina qetilkirina jinan e. Dagirkeriya li başûrê Kurdistanê tenê ne dagirkirina xak û netewekê ye, dagirkeriya rêgezî ye. Bi riya êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, rojane êriş li ser jinên azad, jinên li tevahî parçeyên Kurdistanê bi destên dewlet dagirker a Tirk tên kirin. Desthilatdariya başûrê Kurdistan bi heman awayî kar li ser jinavbirina pirsgirêka jinan li başûrê Kurdistanê dike.”
‘Guherîna Zagona Rewşa Kesane tê wateya qetilkirina jinan’
Bêrîvan Mihmed destnîşan kir ku dewletên Îran û Tirkiyeyê du dewletên li dijî azadiyê jinan in û wiha domand: “Li Rojhilat dewleta Îranê jinên çalakvan digre, li Bakurê Kurdistanê bi heman awayî jinan qetil dikin û dixin girtîgehan. Li başûrê Kurdistanê bi riya desthilatdarên dewletên derdorê û rêketina Şîayan li parlamentoya Iraqê kar li ser guherîna zagona Rewşa Kesane ya sala 1959’an a Iraqê dike, ev jî xeteriyek li hemberî jiyana jinan e. Guherîna zagonê destdirêjiya li ser zarok û jinan dike zagon û li dadgehê rewa dike. Ev jî dibe sedema hilweşandina civakê û zêdebûna rêjeya qetilkirin û xwekuştina jinan li herêma Kurdistan û Iraqê. Her wiha girtina mafê dayiktiyê piştî hevberdanê, dibe sedem ku vê zilma ji aliyê mêr ve qebûl bike. Guherîna zagona Rewşa Kesane li herêma Kurdistan û Iraqê dibe sedema qetilkirina jinan. Divê zêdetir mafên jinan werin parastin da jin neyên qetilkirin.”
‘Divê jinên Başûr sûdê ji jinên Rojava bigrin’
Bêrîvan Mihemed di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em dibînin li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj rola jinan zêdetir dibe. Divê weke jinên başûrê Kurdistanê em sûdê ji çalakiyên wan bigrin. Di destpêkê de armanca me jinan bidestxistina modela lîberalîzmê bû lê belê niha Ewropa jî sûdê ji xwerêveberiya jinan a li Rojava digre. Em jinên başûrê Kurdistan nêzî Rojava ne divê li ser bingeha jineolojiyê jinên başûrê Kurdistanê xwe perwerde bikin. Ger jin xwedî fikrên azad û bîrdoziya azad bin, dikarin yekrêzî û helwesta xwe diyar bikin û partî û alî neçar dibin xwe perwerde bikin. Ji ber wê desthilatdarî gaveke biçûk li ser pirsgirêka jinan navêje. Divê em jin bi riya perwerdekirinê hewldana bi destxistina pirsgirêka jinan bidin. Bi nêzbûna roja 25’ê Mijdarê, destkeftiyên jinan bi dest bixin.”