Bêrîtan Hêvî li Şengalê hat bibîranîn
Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê şoreşger Bêrîtan Hêvî û Bêrîvan Şengalî li navenda Şengalê hatin bibîranîn.
Şengal – Di 33’emîn salvegera şehadeta xwe de Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) û Bêrîvan Şengalî bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê li navenda ciwanan a Şengalê hatin bibîranîn. Gelek kes tev li merasîma bîranînê bûn.
Di merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de dayik ji bo hemû bîranîna şehîdên şoreşê find pêxistin.
Di axaftinên merasîmê de li ser sekn û îradeya şehîd Bêrîtan hat gotin ku şehîd Bêrîtan li dijî teslîmiyetê bû xeta berxwedan û xwe fedakirinê û hat diyarkirin ku dê heta dawiyê li ser xeta Bêrîtan bimeşin û li dijî teslîmiyetê serî netewînin.
Li ser navê ciwanan berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Avesta Êzdî jî axivî û ev nirxandin kir: “Em heval Bêrîtan û Bêrîvan bi hurmetî bi bîr tînin. Heval Bêrîtan jineke jinên êzidî û piştî fermana 2014’an de wê îradeyê di xwe de dît û tev li nav refê azadiyê bû. Niha li Şengalê di nav YJŞ’ê de wê ji xwe re dikin mînak. Em wek jinên ciwan li Şengalê li ser navê şehîd Bêrîvan kar û xebatên xwe didin meşandin û heta dawiyê em li ser şop û pêkanîna xeyalên şehîdan in.”
Piştre li ser navê malbata Şehîd Bêrîtan Neam Elyas axivî û ev tişt anî ziman: “Di fermanê de tu kes bi me re ranebû. Şehîd Bêrîtan jî li hember hovîtiya ku li dijî civaka êzidî dihat meşandin hew xwe girt û tev li nav refên azadiyê bû. Şehîd Bêrîvan dema fermanê bi malbata xwe 7 rojan li çiyê ma. Şehîd Bêrîvan piştre berê xwe da çiyayên azad. Piştî şehadetaa şehîd Bêrîvan bi dehan keç û xortên êzidî berê xwe dan refên azadiyê û tev li bûn.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser şehîd Bêrîtan û şehîd Bêrîvan hatibû amadekirin, hat temaşekirin.
Merasîm piştî temaşekirina sînevîzyonan bi dirûşma û tilîliyan bi dawî bû.