'Wê bi tundiyê nikaribin têkoşîna jinan rawestinin'

Berdevka Kongra Star a Qamişloyê Îbtîsam El-Hisên biryarên ku herî dawî Talîbanê ji bo jinên Efganistanê girtiye nirxand û got ku Talîban dê nikaribe bi qedexeyan, pêşî li jinan bigre û têkoşîna wan rawestîne.

PERWÎN AMARA

Qamişlo – Di nava van salên dawî de her diçe bûyerên tundî, qetilkirin, zewicandina zarokên di temenê biçûk de û îdamkirina jinan zêde dibin. Serweriya pergala mêrên desthilatdar a ku azadiya jinan ji bo xwe weke xetere dibîne, bi hişmendiya baviksalar rojane êrişî îradeya jinên pêşeng ên ku maf û azadiya xwe dixwazin dike. Biryarên ku herî dawî desthilatdariya Talîbanê ji bo jinên Efganistanê girtine û qanûna ku Iraqê ji bo zewicandina keçên di temenê 9 salî de aniye rojevê, xeterên li ser pêşeroja civakê nîşan dide.

Têkildarî van mijaran berdevka Kongra Star a Qamişlo, Îbtîsam El-Hisên li ser biryarên dawî yên li ser jinan hatine girtin nirxandin kir.   

'Ev biryar metirsiya ji jinên pêşeng nîşan dide'

Îbtîsam El-Hisên biryarên ku herî dawî Talîban ji bo jinên Efganistanê girtiye û gotiye ku êdî divê dengê jinan dernekeve wiha nirxand: "Di hemû pergalên cîhanê de bi hezaran salan e rêbazên tundiyê li ser jinan tên meşandin. Beriya desthilatdariya Talîbanê, 40 sal bûn ku jinên Efganistanê bi awayekî azad xwe bi rê ve dibirin, di dibistan, zanîngeh û hemû saziyan de xwedî maf bûn. Piştî xwevekişandina Emerîkayê ji Efganistanê û hatina Talîbanê, hemû mafên jinan ji holê hatin rakirin. Ne tenê desthilatdariya Talîbanê, di hemû pergalên netewperest de dema ku cihek tê dagirkirin, destpêkê êrîş li ser vîn û îradeya jinan tên kirin û ev yek rê li ber koletiya bêdawî vedike. Birayara ku herî dawî desthilatdariya Talîbanê ji bo jinên Efganistanê derxistiye û dibêje divê êdî dengê jinên Efgan jî dernekeve, li dijî hişmendiya azad e. Beriya niha jî desthilatdariya Talîbanê ji bo jinên Efganistanê gelek biryarên tund û ne ji rêzê girtin. Biryarên weke, qedexekirina dibistanan, di xebatên pêşkêşvaniyê de gerek rûyê wan girtîbe û cilên rengîn li xwe nekin hebûn. Ev biryar ji derveyî zagonên mirovî ne û bi hişmendiya pargala zayendperest li ser jinan tên ferzkirin, metirsiya ji jinên pêşeng ên xwedî rol û îradeya azad nîşan dide."

'Zewicandina zarokan rê li ber xetera li ser civakê vedike'

Îbtîsam El-Hisên ji bo zewicandina zarokên keç ên di temenê biçûk de jî anî ziman ku zewaca zarokên di temenê 9 salî de rê li pêşiya xeterên li ser civakê vedike û wiha berdewam kir: "Dewleta Iraqê di sala 2013'an de qanûneke bi navê Ceferî derxist û ji Parlementoya Iraqê re hat şandin. Ev qanûn di sala 2014'an de hat erêkirin. Bi vê peymanê re biryarên weke, mîras tenê ji mêr re dikeve divê jin tenê dernekevin derve û pirzewacî hat serbestkirin. Bi vê peymanê re hemû mafên jinan hatin binpêkirin. Beriya niha jî qanûna ku di sala 1959’an de hatiye derxistin biguherin û  zarokên keç di temenê 9 salî de dikarin werin zewicandin. Zarokeke 9 salî ya ku hê ji dayika xwe qut nebûye û xwe nas nekiriye, wê çawa bikaribe bibe xwedî mal û berpirsyariya civakê bike. Biryara zewicandina keçên di temenê 9 salî de, ne tenê tundiya li ser jinan û zarokan e, di heman demê de tundiya li ser tevahî civakê ye."

'Ruxmî hemû awayên tundiyê jî nikaribûn pêşî li tekoşîna jinan bigrin'

Îbtîsam El-Hisên di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser zextên rejîma Îranê yên li ser jinan û got ku ruxmî hemû cureyên tundiya li ser jinan jî nikaribûne têkoşîna jinan bidin sekinandin û wiha pêde çû: "LiÎranê, li ser jinan tundiyeke mezin tê meşandin û her diçe ev tundî belavî tevahî civakê dibe. Şoreşa ku li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, hêrsa gelê Îranê ya li hemberî wê rejîmê da nîşandan. Şoreşa ku hevahî gelê cîhanê rakir ser piyan, îlhama vê şoreşê metirsiyeke mezin di rejîma Îranê de da avakirin û her çû qetilkirin, tundî û cezayê darvekirinê li ser jinan zêde bû. Gelek jinên ku ji şoreşa “Jin Jiyan Azadî” re pêşengtî kirin hatin qetilkirin û gelek ji wan hê jî di zindanan de ne. Beriya niha jî li rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhemedî yên ku ji bo azadiya jinan têdikoşiyan û dixwestin dengê jinan bigihîjînin tevahî cîhanê cezayê îdamê hat birîn. Rejîma Îranê ya ku bi têkçûyînê re rû bi rû ye, ji bo temenê desthiladariya xwe dirêj bike, êrişî jinên pêşeng dike. Ruxmî hemû cureyên tundiyê jî dîsa nikaribûn rê li pêşiya têkoşîna jinan bigrin."

'Sedsala 21'emîn wê bibe sadsala azadiya jinan'

Îbtîsam El Hisên herî dawî got ku ew ê weke Rêxistina Kongra Star, vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinan û wiha bi dawî kir: "Li Rojavayê Kurdistanê şoreşa ku bi pêşengiya jinan dest pê kir û çirûskên wê li tevahî cihanê belev bûn, îro em dibin şahidên keda wan jinên pêşeng, ên ji bo azadiya jinan têkoşiyan. Rêber Apo jî got ‘Sedsala 21’ê sedsala azadiya jinan e.’ Em weke jin hemû xwedî êş û têkoşîneke hevpar in. Ji bo em dawî li pergala heyî binin, weke Rêxistina Kongra Star bangewaziya me ji tevahî jinên cîhanê re ew e ku ruhê hevgirtin û yekitiyê xurtir bikin û azadiya hemû jinên cîhanê misoger bikin."