Berdena 6 girtiyan hat paşxistin

Li girtîgehên herêma Marmarayê tehliyekirina 6 girtiyên ku zêdetirî 30 sal in girtî ne û di navbera wan de jin hene hat paşxistin.

Navenda Nûçeyan- 6 girtiyên ku 30 sal in girtî ne, di navbera wan de jin jî hene û diviyabû îro werin berdan; tehliyeya wan ji aliyê Lijneya Çavdêriya Îdarî ve hat paşxistin.

Li gorî agahiyan, li Girtîgeha Bakirkoyê Dîlek Oz a ku 32 sal in, Sureyya Bulut a 31 sal in girtî ne û diviyabû bihatana berdan, tehliyeya wan 3 meh, a Sîlva Raşid 3 meh, a Eylem Ozer jî 5 meh hat paşxistin.

Li Girtîgeha Boluyê jî Marûf Turkan ê ku 32 sal in girtî ye, tehliyeya wî 6 meh hat paşxistin, Dogan Ozmen ê li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiye jî tehliyeya wî 4 meh hat paşxistin.