Ber bi Konferansa Jinê ve: Dê jin guhertin û veguhertinê pêk bînin
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîk, diyar kir dê di Konferansa ji aliyê HDP û Partiya Çepên Kesk ve bê pêkanîn de gavên hêj şenbêrtir bên avêtin.
Stenbol- Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, dê di navbera dîroka 8-9'ê Îlonê de "Konferansa Jinan a Mezin" li dar bixin.
Di konferansê de dê mijarên girîng ên komxebat û hevdîtinên bi jinan ên ku di çarçoveya pêvajoya ji nû ve avakirinê ya piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê de destpê kir, bên nîqaşkirin.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîk der barê amadekariyên ku di pêvajoya konferansê de kirin û armancên xwe yên di konferansê de axivî.
'Li dijî jinan polîtîkayek tecrîdê tê meşandin'
Beser Çelîk, bal kişand ser xebatên piştî hilbijartinan pêk anîn û wiha got: “Tişta ku di pêvajoya hilbijartinê de hat pêşiya me, zemîna me ya rêxistinî û têkiliyên me yên bi saziyên jinan re bû. Her wiha me der barê em çawa dikarin bi awayekî herî baş pêvajoya ji vir şûnde bibin zeminek rêxistinî de nîqaş kir. Dem ev nîqaş dihatin meşandin, em hem ji aliyê rêxistinî ve hem jî bi jinên herêmê re hevdîtin pêk anîn. Me her axaftinên ku li vir li ser pêşniyar, nîqaş û Ramanan derketin derbasî raporan kir. Di encamê de komxebatek jî hat lidarxistin. Di komxebatê de ji xizaniyê bigire heta qirkirina jinan gelek pirsgirêk ji bo her jinek li herêmê hatin rojevê."
Beser Çelîk wiha got: "Di nava wan de polîtîkaya qirkirinê ya desthilatdariya heyî, şewaza zivirîna li hemberî Kurdan û saziyên jinan, li ser laşên jinan pênasê kirina cuda, pêşketina feraseta girtina jinê li malê ya feraseta serwer a mêr cih girt.”
Beser Çelîk, diyar kir pêşniyarên wek HUDA-PAR’ê ya perwerdekirina zarokên keç û kur ên di refên cuda de û cuda suharbûna jin û mêran a wesayitên çûnûhatinê ‘nayên qebûlkirin’ û wiha got: "Bi rastî polîtîkayên ku hewl didin li dijî jinan polîtîkayek tecrîdê bimeşîn e, jinan ji siyaset û qada xebatê dûr bixin û hepskirina male heye. Ev polîtîkayên ku dixwazin jinan qels bikin in."
Qeyrana aborî û jin
Beser Çelîk, da zanîn ew hemû nîqaşan yek bi yek nirxandiye û hin mijar derketine holê û wiha got: “Ji van mijaran ya herî girîng girêbestên aborî ne. Em fikirîn em çawa dikarin vê pêvajoyê bi hişê jinê, weke kolektîf bi hevgirtineke rêxistinî derxin holê. Sernivîsên li ser qadên cuda yên hevgirtinê yên wekî kooperatîfan derketin holê. Mijara me ya sereke ew bû ku em ê çawa tevnên hevgirtinê yên heyî bi rengekî ku tev li jinan bike ava bikin. Ji ber ku tengezariya aborî rê nade ku jin ji cihekî derbasî cihekî din bibin, xurtbûna jinan a li ser zemîna rêxistinî jî zehmet dike. Lewra pereyê rê jî barekî giran e.”
'Ji cîhanê dê gelek jin tevlî konferansê bibin'
Beser Çelîk a got: "Em ê di konferansa navendî ya 8-9'ê Îlonê de li Enqereyê li dar bixin de, di xala emê pêvajoya hevgirtinê çawa bihonîn de nîqaşeke kûr bikin û vê yeke wek biryar bigrin, wiha axivî:
“Ji gelek deverên Tirkiye û cîhanê jin û rêxistinên jinan dê di konferansê de bên cem hev. Armanca me ew e ku hem bi rêxistinên jinan re hevgirtina jinan zêde bikin û hem jî bi awayekî zelaltir bixin nava tûzûkê partiyê. Em çiqasî di nava partiyê de polîtîkayên jinan weke meclîsê pênase bikin jî, mixabin hîna jî me hinek têgihiştin xilas nekiriye. Dibe ku yek ji sedemên em nikarin dê bixwin ew e ku em nikanin vê mijarê di qanûna xwe de yasayî û fermî bikin. Belê, xeteke me ya hevserokatî em dibêjin ger nebe nabe heye, lê divê bi perwerdeyên mêran re bê nûjen kirin.”
'Divê em li ser kêmasiyên xwe gavên berbiçav bavêjin'
Beser Çelîk, dest nîşan kir ji nû ve avakirinê wek polîtîkayeke partiyê ya tenê nanirxînin û wiha got: “Divê em bi dîtina kêmasiyên xwe (ji cihekî ku rêhevalên me yên jin ên ku heta îro nedîtiye, dibînin) divê şewaza me ya têkilî danîne di kijan xalê de, gavên şenbêr bên avêtin. Pêvajoya ji nû ve avakirinê li ser vê bingehê ji bo me pir girîng e. Ji ber ku rojek derbas nabe ku jin neyên qetilkirin, ji kar neyê derxistin û rastî tundiyê neyê. Ev rewş ji aliyê hin mêran ve bûye tiştekî asayî. Ji ber ku bêcezakirin li cihekî ku cesaretê dide vê pêvajoyê sekinî ye.”
'Em ê ji konferansê bi hêztir derkevin'
Beser Çelîk, diyar kir jinên li cihê kar jî kesên ku destpêke ji kar tên derxistin in û wiha got:
“Divê tekildarî van pêvajoyan jî gotinên me hebin. Em dixwazin di her qadên ked, aborî û tundiyê de jîngeheke ku jin zêdetir hevkariyê bikin ava bikin. Di vî warî de em hêvîdar in ku ev konferans bibe pêşeng û ji me re gelek alîkar bibe. Mînak dema ku dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ya jina Kurd li hemû cîhanê tê qebûlkirin, li Tirkiyeyê fereseta paşverû û serdest a mêr aqilê jinê qebûl nake. Em ê ji vê konferansê, li dijî polîtîkayên îtifaqa AKP-MHP’ê yên ku hewl didin jinan tepeser bikin, bi hêztir derkevin.”
'Xweparastin mafekî xwezayî ye'
Beser Çelîk, dest nîşan kir polîtîkayên hikûmetê hevgirtina jinan zêde dike û wiha got: "Li welatekî ku polîtîkaya bêcezakirinê gelekî tund e, mafekî xwazeyî ya bi qasî ku ji der barê xwe de xweparastinê pêş bixe nîne. Xweparastin ne tenê bersivdayîna bi tundiyê ye. Çandina dar ya li şûna dara hatiye birîn jî di wateya ekolojîk de polîtîkayek xweparastinê ye." Beser Çelîk diyar kir divê şewazên xweparastinê li her derê bên rêxistinkirin û wiha axivî:
“Dema ji rastî tundî û tacîzê tên û ji kar tê derxistin, dê mijaran rêbazan re mafê biparêze de bê hişmendî kirin divê çawa mafên xwe biparêzin. Yek ji mijarên sereke yên vê komxebat in. Divê bi her jinekê re li taxan, li kolanan û li malan rêgeza xweparastinê were pêşxistin. Dema ku jin bi hişmendiya mafên ku dikare xwe li ser wan biparêze tevdigere, dest li jina nêzî xwe jî dike û vediguhere toreke mezin. Ji ber kêmasiya me ya herî mezin ew e ku me nekarî li tax û kolanan komxebatên navendî pêk bînin. Kooperatîfên ku em didin pêşiya xwe, yek ji mînakên herî baş ên vê yekê ne; pergalek ku jin li her taxekê berhemên ku li gorî derfetên xwe difroşin û mûçeyan didin wan, şewazek xweparastinê ye.”
'Zextên heyî tevgera jinan xurt kir'
Beser Çelîk destnîşan kir tevgera jinan di nava hevgirtineke cidî de ye û bi biryar e. Beser Çelîk a got: "Jinên ku subjeya têkoşînê ne, li hemberî vê polîtîkaya qirkirinê ya dewletê her tim li kêleka hev rawestiyan" û wiha dewam kir:
“Li hemberî têgihiştina desthilatdariyê ya ku mêtingeriyê naguhere, tevgera jinê her tim di asta ku bi hêztir dibe de ye. Di vê wateyê de ger li Tirkiyeyê feraset û hişmendiyeke hêzdar a ku bikaribe demokrasiya mezin pêş bixe, wê bi têkoşîna jinê pêk were. Ya ku dikare guhertin û veguhertinê biafirîne tevgera jinê ye. Ji ber ku jin di vê mijarê de bi rastî jî di warê bîrdozî û siyasî de bi israr in, hemû saziyên jinan di nuqteya danûstandin û hevgirtinê de ne. Dema jin rastî tundî û neheqiyê tê, ziman, ol û nijada wê li wir e. Lê aqilê mêr wisa nanêr e. Ez bawer dikin aqlê li Tirkiyeyê dê bi aqlê rêxistinbûna jinan re biguhere.”
'Em ji hev hêz digrin’
Beser Çelîk axaftina xwe bi vê banga xwe li jinan bi dawî kir:
“Çepên Kesk û HDP xwedî Meclîsa Jinan in. Dema kesên dixwazin xwe bigihînin Meclîsên Jinan, dixwazin bibin mijara wan her tim li vir in. Di rewşên ku hevalên me yên jin li herêmê, li taxan an jî li kolanan rastî tacîz û mobîngê tê, her dem dikarin xwe bigihînin Meclîsa me. Em li herdem li her zemîne hemû hevalên jin bê ferqa çi ziman, çi ol û nijada hêz bikin, li vir in. Pêvajoya ku her jin derbas dibe me jî diêşîne. Em mirovên ku hêzê ji hev digrin in. Divê em li her qadê û li her xalê di nava hevgirtinê de bin.”