‘Bendava Tişrînê ya me ye em ê heta dawiyê biparêzin’

Wetha Wankê ya ji bajarê Qamişlo ku ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe berê xwe dabû Bendava Tişrînê, behsa berxwedana gel a li Bendava Tişrînê kir û got “Bi êrîşan nikarin gelê Kurd têk bibin.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve heya niha êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî didomin. Li hemberî êrîşan di çeperên şer de şervanên YPJ YPG û QSD’ê berxwedaniyek mezin raber didin. Li aliyê din gel bi berxwedana xwe ya li Bendava Tişrînê xwedî li destkeftiyên xwe, av, ax û enerjiya xwe derdikeve. Wetha Wankê ji bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Wetha Wankê jî ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe tevî karwanên gel berê xwe dabû Bendava Tişrînê.

Wetha Wankê li ser berxwedana gel a li Bendava Tişrînê axivî û got ku ti êriş nikare vîna wan bişkîne, ew ê ji bo parastina ax û destketiyên xwe têbikoşin. 

‘Bendava av û cereyana xwe ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin’

Wetha Wankê behsa berxwedaniya gel a li Bendava Tişrînê kir û got: “Em bi sedan kes ji kantona Qamişloyê ketin rê çûn Bendava Tişrînê. Em ê bendavê ji êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin û piştgiriya şervanên xwe bikin. Dema ku em hatin nêzê bendavê dewleta Tirk êrîşên giran bi balafiran li ser me de pêk anî. Bi êrîşa ku pêk anî xwest îradeya me lawaz bike lê îradeya gelê Kurd ji êrîşên wê mezintir e. Bi wî ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî em gihîştin Bendava Tişrînê. Me sê şev û roj nobeta bendavê girt, gel li ber bendavê berxwedaniyek mezin dimeşîne.”

‘Em ji mirinê natirsin’

Wetha Wankê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bênavber û hedefgirtina gel û wiha pê de çû: “Hersê şevên ku me li bendavê nobet digirt êrîşên dewleta Tirk ranewestiyan lê em ji wan êrîşan netirsiyan û me govenda xwe digerand lewre em ne ji êrîşan ne jî ji mirinê natirsin. Di roja duyemîn a nobetê de dema ku me govend digirt dewleta Tirk bi balafiran me kir hedef û 6 hevalên me şehîd bûn gelek heval jî birîndar bûn. Em bi şehadeta hevalên xwe êşiyan lê bêhtir bi hêz bûn û berxwedaniya me xurtir bû. Ji ber ku me qewêtiyên hevalên xwe yên şehîd pêk anî. Wan çiqas êrîş bi ser me de anîn jî em ranewestiyan û me her dem berxwedana xwe berdewam kir, bendava xwe neterikan heta ku karwanên ji bajarê Dêrikê hatin. Her çar kanton nobedarên Bendava Tişrînê ne ji ber ku bendav a me ye em ê heta dawî biparêzin.”

‘Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin’

Wetha Wankê diyar kir ku dê weke dayikên Kurd her dem li ber xwe bidin û têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Her carê ji me kerwanek bi rê dikeve em bendava xwe bernadin bi me dayikan jî mabe em ê şer bikin da ku bendava xwe rizgar bikin. Gelê Kurd xwedî îradeyek mezin e. Em ê heta dawî xwe biparêzin. Em ê her dem têbikoşin û berxwedana xwe mezin bikin heta azadiya xwe û rêberê xwe misoger bikin.”