Bendava Qargheyê li jinan hat qedexekirin
Bendavên Efganistanê berê sembolên dahatê bûn lê ji ber şer û zextan wêran bûne. Bendava Qargha ya ku bajarokeke xwedî deng û reng ê betlaneyê bû; niha ji ketiye nava bêdengiyê û ketina bendavê li jinan hatiye qedexekirin.

BAHARÎN LEHÎB
Kâbîl – Efganistan welatekî ku zivistana wê hişk e, berf li dibare û çiyayî ye. Ji ber vê sedemê ji bo sûdgirtina ji çavkaniyên avê, li tevahiya welat gelek bendav hatine avakirin. Piştî dagirkeriya Sovyet, şerên navxweyî û rêveberiya Talîbanê, van bendavan bi bandora guherîna avhewayê û derbên ku xwarine bûne wêrane.
Di çemên weke Kunarê yên mezin de, ji bo hilberandina cereyanê, biryar hat girtin ku bendavê ava bikin lê xebatkarên projeyê, bi hevkariya hikumeta Pakistanê ji aliyê Talîbanê ve hatin kuştin. Li aliyê din di 20 salên dawî de, ji ber nelirêtiyên kesên ku li Efanistanê dibin rêveber û binpêkirinan, çavkaniyên avê bi qasî ku hewce bû nehatin bikaranîn. Ev rewş, Farah jî di navê de li gelek eyaletan bû sedema kêmasiya avê, mirov ji ava vexwarinê bêpar man û ji ber hişkesaliyê berhemên çandiniyê tune bûn.
Di navbera van hemû bendavan de, li herêma Band-E Amir ku yek ji xweşikbûna xwezayî ya bêhempa ye; 7 bendav hene. Bendaven din ji aliyê hikumet û şirketên taybet ve hatine çêkirin.
Bendava Qargha havînê cihê ger û geştê bû
Em çûn serdana yek ji van bendavan ku cihên bêhnvedanê yên bajar in Bendava Qargha ya li Kabîlê. Vê bendavê di sala 1933’yan de hatiye avakirin û ji bo gelek herêmên Kabîlê, di dema şerên navxweyî de şahidî ji gelek sûcan re kiriye lê di 20 salên dawî de careke din hat avakirin û ket faliyetê. Mehên havînê gelek kes ji bo kêfxweş bibin, tên vê derê lê mehên zivistanê ji ber sir û seqemê û barîna berfê kes zêde nikare biçe wê derê.
Vê bajaroka betlaneyê jî di sala 2012’an de para xwe ji terorê girt û bû hedefa êrîşa kesekî bi bombeya întiharî. Di êrîşê de nêzî 20 kesên ku di navbera wan de jin û zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan. Wê demê Talîbanê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.
Piştî ku Talîban careke din hat ser desthilatdariyê, weke gelek cihên ger û geştê, vê bajarokê betlaneyê jî li jinan hat qedexekirin. Beriya çend rojan ji bo em rewşa li wê derê bibînin em çûn Bendava Qarghayê.
Şopên berê nemane
Di ketina benda kontrolê de çend kesên ji "Fermana dilpakiyê û pêşîgirtina li xirabiyê” hatibûn bicihkirin û hemû wesayîdan kontrol dikirin ji bo ku bawer bin jin di navbera wan de tunene. Malbatên ku bi hincetên cuda hewl dan bikevin hundir, bi muameleya biçûkxistinê re rûbûrû man. Cih ne tenê qirêj û tevlihev bû, di heman demê de kor, bê ruh û di nava bêdengiyê de bû. Li derê tenê çend mêr xuya dikirin û coş û heyecana ku berê li Bendava Qarghe hebû êdî tunebû.
‘Ji jinan ditirsin’
Di rê de em jina bi navê Wahîda Shakoor re axivîn, wê diyar kir ku Talîban ji ber ji jinan ditirse, biryarên qedexekirinê girtiye û wiha domand: "Ez fam nakim çima Talîban ji me ditirse û naxwaze em li cihên ger û geştê bin. Dibe ku ji ber fikara dive ev der bibin cihê çalakiyên şermezarkirinê loma. Cihên wiha ji bo jinan dibe ku bibin derfeta çalakiyên şermezarkirinê. Ez bawer im, jinên ku her roj tên çewisandin dê rojek were dawî li vê rêveberiyê bîne û bibin xwedî hêzeke mezin.”