Bavê Pexşan Ezîzî ji bo keça xwe bang kir

Piştî dadgeha Îranê cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî erê kir, bavê Pexşan Ezîzî, Ezîz Ezîzî di peyamekê de ragihand ew tometên ku xistine li ser keça wê nerastin û ji bo piştgiriyê bang kir.

Navenda Nûçeyan- Bavê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Ezîz Ezîzî  der barê erêkirina cezayê darvekirina keça xwe ya ji aliyê dadgeha Îranê ve peyamek bi dîmen parve kir.

Ezîz Ezîzî di peyama xwe de diyar kir ku keça wê ti demê karê siyasî nekiriye û ne kesek siyasî bû, wê tenê karên civakî kiriye û got: “Di belgeyan de jî hatiye nivîsîn ku şeş heta heşt salan li Rojavayê Kurdistanê şêwirmendiya civakî û karên mirovî kiriye.”  

Di dawiyê de jî Ezîz Ezîzî dibêje: “Hemû tometên xistine li ser Pexşan Ezîzî red dikîn û dûrî rastiyê ne. Daxwaz ji çalakvan û azadîxwazan dikim bibin dengê Pexşan Ezîzî.”