Başûrê Kurdistanê di şerê Îran-Emerîka-Îsraîlê de bûye eniyeke krîtîk
Başûrê Kurdistanê bûye qada herî sereke ya şerê di nav Îran-Îsarîl-DYE de didome. Di demekê ku hikûmeta başûrê Kurdistanê bi fermî siyaseta bê alî parastiye de, bûye hedefa êrîşên dijwar ên Îranê û di navenda guherîna stratejiya leşkerî ya Emrîkayê de ye.
LAVE KURDE
Navenda Nûçeyan – Ji ber şerê di navbera Îran-Îsraîl-DYE ku piştî şerê 12 rojan ê meha Hezîrana 2025’an, ji 28’ê Sibata 2026’an heta niha şer didome. Rojhilata Navîn di guherînê de ye û herêm jî di qonaxên hestiyar û aloz de derbas dibe. Ev rewş, rasterast bandorê li welatiyan bi taybetî Îraq û başûrê Kurdistanê dike.
Başûrê Kurdistanê ji ber zêdebûna hebûna leşkerî ya Emrîkayê bûye ‘Çepera bi wekalet’, destpêkê ji aliyê Îranê ve rasterast û ji aliyê komên Îraqê ve li ser Îranê di nava xaka Îraqê de dibe hedefa êrîşan.
Desteka Îranê ya ku li Îraqê dide komên çekdar ên derveyî dewletê, li herêmê çavkaniya fikarên cidî ye. Tê fikirîn ku ev aktorên derveyî dewletê, xwe dighînin teknolojiya leşkerî ya pêşketî ku di nav de muşekên balistîk hene. Hêzên Haşdî Şabî ya Îraqê li herêmê xebat dimeşîne û kapasîteya wê heye ku ji ber hebûna leşkerî ya li herêmê û gefa li dijî hevgirtiyan, rastî êrîşan bê.
Başûrê Kurdistanê di cihê hesas de ye
Dema di aliyê Îraqê de lê bê nihêrtin, hikûmeta Bexda û Hewlêr di nava van hêzên gerdûnî û herêmî de xwe di nava rageşiyan de di cihek zor de dibînin. DYE baş dizane ku Îran li gel Îraq û Başûrê Kurdistanê sînorek dirêj û hevpar parve dike û bi taybetî di qada xwarin û berhemên çandiniyê de pêwendiyek girîng a aborî heye. Beşek mezin a hinardeya ji Îranê ji bo Îraq û Başûrê Kurdistanê tê kirin, rastî pêkanînan nayê û bazar didome.
Xalên ku muhafizên Şoreşa Îranê û milîsên girêdayî Îranê kirine hedef:
* Baregehên DYE, konsolosxaneya DYE ya li Hewlêrê û baregeha hewayî ya Herîr gelek caran bû hedefa balafir û fuzeyan.
*Partiyên Kurdan ên Rojhilatê Kurdistanê, baregehên van partiyan û kampên wan, rastî êrîşên dijwar hatin.
Bînesazî; herêmên bicihbûnê, qadên petrolê (mînak qada HKN ya Dihokê) û nûnertiyên dîplomatîk, di nava vana de konsolxaneya Îmaratê jî, bû hedefa êrîşan.
Stratejiya DYE û Îsraîlê
Ji pêncan yekê êrîşên hewayî yên DYE-Îsraîl li dijî Îranê, bi dijwarî Rojavayê Îranê, bînesaziyên leşkerî hedef girtin. Her wiha rapor û nîqaşên ku îdia dikin ku partiyên Kurd ji aliyê DYE ve tên destekkirin û li dijî rojavayê Îranê hedef dike ji bo êrîşek bejahî bîne ba hev, weşandin. Hate îfadekirin ku Trump ji Rêveberên Kurd xwestiye ‘aliyekê hilbijêrin’. Lê belê piştre, hate diyarkirin ku hêzên Kurd ji bo nekevin şer û windahiyên giran neyên jiyîn, daxwaza di vî alî de qebûl nekirine.
Sekna rêberên Başûrê Kurdistanê û zoriya bêalîbûnê
Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî, bi caran diyar kirin ku herêm ne perçeyek pevçûnan e û divê ji bo êrîşên li dijî welatên cîran neyê bikaranîn. Rêberên Kurd her wiha fikarên xwe yên ji bo nebûna pergala parastina hewayî ya serbixwe ya herêmê anîn ziman. Ev rewş bû sedemê êrîşên aşkera yên bersivdayîna rojane li herêmê.
Cihê erdnîgarî yê Başûrê Kurdistanê, li ser qada hewayî û biryargirtinê ne xwedî serwerî, rewşek ku bê alî bimîne yan jî nebe perçeyek şer zor dike.
Daneyên êrîşan
Li gorî daneyên hatine weşandin, ji destpêkirina şerê DYE-Îsraîlê li dijî Îranê heta 21’ê Adarê, Başûrê Kurdistanê rastî zêdeyî 410 êrîşên bi dron û fuzeyan hatiye. Piranî êrîş li Hewlêr û derdora wê pêk hat (320 êrîşên dron û fuze) piştî wê li Silêmanî 85 caran bi dron û fuzeyan, li Duhokê 6 caran bi dron û li Helebce 2 caran bi dronan êrîş hatin pêkanîn.
Ji ber êrîşan di navbera 28’ê Sibatê û 21’ê Adarê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nav vana de, li balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê erkdarek asayîşê û ji sê partiyên Kurd ên li Rojhilatê kurdistanê 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Du pêşmerge li Hewlêrê, du li sînorên bajarê Silêmanî û duyên din jî li newala Nînova û sînorê Başîka jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di 12’ê Adarê de li Hewlêrê leşkerek Fransî jiyana xwe ji dest da. Ji derveyî vê 55 kes birîndar bûn.
Di 24’ê Adarê de, di encama êrîşên 6 fuzeyan li dijî herêmên sînor ên Soranê de, herî kêm 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 20 kes birîndar bûn.