Baroya Amedê der barê şewatê de serlêdana sûc kir

Baroya Amedê ragihand ku têkildarî şewata li herêma navbera Xana Axpar û Şemrexê, li Serdozgeriya Komarê ya Çinarê serlêdana sûc kiriye.

Navenda Nûçeyan-Baroya Amedê ragihand, derbarê şewata ku tê îdiakirin ji têlên elektrîkê yên navbera navçeyên Xana Axpar (Çinar) û navçeya Mêrdînê Şemrex (Mazidag) derketibû, li Serdozgeriya Komarê ya Çinarê serlêdana sûc kiriye.

Baroya Amedê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kir ku ji bo lêkolîneke bi bandor der barê sedema şewatê de û bi îdiaya ku destwerdan dereng maye, serlêdana sûc kiriye.

‘Ji bo lêpirsîneke bi bandor serlêdana sûc’

Di parvekirinê de wiha hate gotin:

“Li gorî daxuyaniyên fermî yên heta niha di şewatên Amed û Mêrdînê de 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane û 29 welatiyên me jî birîndar bûne. Rehma Xwedê li kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dane be, ji xizmên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Ji bo ku der barê sedema şewatê de û îdiayên derengketina mudaxeleyê, di çarçoveya sûcên ‘Bûyîna Sedema Mirin Û Birîdarbûna Ji Yekî Zêdetir Mirovan’ (TCK md. 82/1-c), ‘Bi Zanebûn Ewlehiya Giştî Xistina Xeterê’ (TCK md. 170), ‘Bi qestî îstîsmarkirina wezîfeyê’  (TCK md. 170), de li Serdozgeriya Komarê ya Çinarê serlêdana sûc hat kirin. Wek Baroya Amedê em ê lêpirsînê bişopînin.”