‘Banga Rêber Apo nexşeriya aştî û civaka demokratîk e’
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş da zanîn ku banga aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro tekane rê ye ku Rojhilata Navîn ji krîz û şer xilas bike û ber bi demokratîkbûnê ve bibe.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Pêvajoya ku bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de hatibû destpêkirin, ket qonaxek nû. Abdullah Ocalan banga duyemîn a dîrokî ku tevahiya cîhanê li bendê bû, bi tevlîbuna girtiyên Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi rêya dîmen daxuyanîyek da.
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî. Sema Begdaş diyar kir ku îro carek din ji aliyê Abdullah Ocalan ve banga dîrokî bi rêya dîmen hatiye kirin û anî ziman ku xeyala 27 salan a bi hêviya rojek dîtina Abdullah Ocalan û bihîstina dengê wî bûye.
Sema Begdaş wiha got: “Îro carek din banga dîrokî ku banga 27’ê Sibatê tekez dike, hat kirin. Ji ber vê yekê em dibêjin çavê gelê Kurd û kesên azadîxwaz û kesên ji bo aşitî ked didin ronî be. Rêber Apo bi vê bangê re carek din berpirsyariya xwe ya dîrokî a ji bu civakeke demokratîk û wekhev a Rojhilata Navîn nîşan da û anî ziman. Xitimandina ku bi giştî tê jiyîn Rêber Apo wek erka xwe ya ehlaqî û însanî dibîne ku mudaxale bike. Her wiha teqezkirina tekoşîna 50 salî ya ku hatî dayîn e, bi zor û zehmetiyên herî dijwar pêk hat. Lê belê di dawîya wê de îrada azad û civaka demokratîk ava dibe û pêk tê. Rêber Apo di Manîfestoya xwe ya dawî de jî, êdî asta tekoşîna ku were dayîn dide diyar kir û ne tenê di çarçoveya ji bu gelê Kurd re, ji tevahiya dinyayê re pêşkêş dike.”
‘Bang rêya çareseriyê ye’
Sema Begdaş da zanîn tekoşîna ku Abdullah Ocalan ji bu gelê Kurd dabû destpêkirin êdî bûye navneteweyî û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Îro li seranserê dinyayê fikir û manîfestoyên Rêber Apo li gelek Zanîngehan tên xwendin û dibe rêya çareseriyê ji civakê re. Bi milyonan însan ji bo azadiya Rêber Apo bang dikin û têdikoşin. Ew rastî, hemû bi saya tekoşîna 50 salî a Rêber Apo û gelê azadîxwaz û gerîlla biser ket. Êdî em dikevin pêvajoyek nû, ew pêvajo jî pêvajoyeke dîrokî ye, siyasî û qanunî ye. Îro ew têkoşîna ku çawa gelê Kurd ji dinyayê re hat naskirin û qebûlkirin hat dayîn, em ji vir û şûnde jî bikarin çawa Kurdên azad ava bikin û doza gelê Kurd bi awayek yasayî, di Parlementoyê de çawa çareser bikin. Ji ber vê yekê ew bang tên kirin.”
‘Rêber Apo ji bo civaka demokratîk têkoşiya’
Sema Begdaş destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di bangê de balê dikşîne li ser azadiya xwe û wiha got: “Rêber Apo dibêje min tu carî azadiya xwe ya takekesî nekiriye pirsgirêk. Ew jî tê wê wateyê ku ne tenê temsîla xwe dike, ne tenê ya gele Kurd dike, temsîla Civaka Demokratîk dike. Ji ber vê dibêje azadiya min jî bi civaka min ve girêdayî ye. Bi vê rih û dirûşmeyê têkoşîn kir û vê xetê jî didomîne. Rêber Apo bi hest û kelecanek mezin pêvajoyê birêve dibe û xwe berbirsyar dibîne. Divê wek jin, tevger û civak em jî bi wî rihî û kelecanê xwe berbirsyar bibînin û tevlî bibin, xwedî li bangê derkevin. Ji bo ev pêvajo biserbikeve divê em wiha bikin. Ji ber ku gelek hêz naxwazin pêvajo bipêş bikeve.”
‘Vîna Rêber Apo biser ket’
Sema Begdaş destnîşan kir ku pêvajoyên aştiyê zehmetiyên xwe û hesasiyetên xwe hene, zêdetir jî yên şer hene û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji ber vê rastiyê em jî bi berpirsyariya ku ji me hemûyan tê xwestin, bi vî rihî û kelecanê tevbigerin û xwedî lê derkevin. Şerên taybet ku tên meşandin li pêşiya vê yekê, disekinin. Em di vê baweriyê de ne ku civak çawa dijî, roja Komploya Navneteweyî derket û got hûn nikarin roja me tarî bikin, îro jî ewê xwedî lê derkevin. Vîna Rêber Apo biser ket û bi têkoşîna xwe Komploya 27 salan vala derxist. Banga aştî û civaka demokratîk îro tekane rê ye ku Rojhilata Navîn ji krîz û şer xilas bike û ber bi demokratîkbûnê ve bibe.”