Banga jinan li dijî tecrîdê: Têkoşînê xurt bikin
Kongra Star Efrîn-Şehbayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir. Jinan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û banga xurtkirina têkoşînê kirin.
Şehba- Piştî 43 mehên tecrîda girankirî di 23’ê Cotmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hat. Piştî hevdîtinê parêzer û malbata Abdullah Ocalan ji bo careke din hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin. Lê hat payîn ku dewleta Tirk careke din di bin navê ‘cezayê dîsîplînê’ yê 3 mehan hevdîtinê qedexe kiriye û tecrîd berdewam dike. Kongra Star Efrîn-Şehbayê der barê tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin daxuyanî da. Daxuyanî bi beşdarbûna hemû endam û rêveberên jin ên saziyan li wargeha Serdem a navçeya Ehdasê hat dayîn. Jinan di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hildan.
Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Efrîn-Şehbayê Şêrîn Mihemed ve hat xwendin.
'Di kesayeta Rêber Apo de siyaseta qirkirinê tê meşandin'
Şêrîn Mihemed bal kişand ser siyasetên qirkirinê ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk tê û wiha got: "Dewletên hegemonîk desthilatdariya xwe li ser gelên bindest ên herêmê ferz kirine û çavkaniyên wan talan kirin e. Em komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, şermezar dikin. Ev tecrîd û binpêkirin berdewam dike tevî gelek hewldanên parêzeran jî destûr nehat dayîn ku parêzer û malbat biçin serdana wî."
'Divê jin dengê azadiyê bilind bikin'
Şêrîn Mihemed bang li jinên cîhanê kir ku dengê xwe li dijî siyaseta tecrîdê li Îmraliyê bilind bikin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: Em bi navê jinên Efrîn û Şehbayê bang li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê dikin ku li dora îdeolojiya azadiya jinan bicivin û dengê xwe bilind bikin, ji bo şikandina tecrîdê û bidestxistina azadiya Rêber Apo ya fizîkî."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Rêber Apo” û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.