Bandora şer li ser zarokên li Xezayê: Birçîbûn û bêewlehiyê kûrtir dibe
Li gorî daneyên NY’ê, piştî zêdetirî du salan şerê li Xezayê, bi piraniya zarokan re êrîşkarî û nexweşiyên xewê çêbûne. Ji ber vê rewşê pispor daxwaza piştgiriyek demdirêj û domdar dikin.
Navenda Nûçeyan – Şerê li Xezayê ku ji du salan zêdetir e berdewam dike, bandorek wêranker li ser zarokan çêkiriye. Zarok bi tunebûna ewlehî, koçberî, birçîbûn û travmayên psîkolojîk ên demdirêj re dijîn.
Li gorî nirxandinên rêxistinên hevkarên ewlehiya zarokan ku di 13’ê Mijdarê de ji aliyê Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ve hatine weşandin, ji ber têkçûna xizmetên rojane yên bingehîn û windabûna hesta ewlehiyê, ji ji sedî 90 zêdetir zarokên li Xezayê dest bi reftarên êrîşkar kirine.
Li gorî nirxandinê, ji sedî 93 zarokên li Xezayê tevgerên êrîşkar nîşan didin û ji sedî 90 ji wan li dijî zarokên biçûk tundiyê dikin. Her wiha ji sedî 86 ji wan xemgîn in û ketina nava xwe, ji sedî 79 ji wan nexweşiya xewê dijîn û ji sedî 69 wan jî çûyîna dibistanê red dikin.
Divê hesta ewlehiyê ji nû ve bê avakirin
Karmendên alîkariya mirovî tekez kirin ku pêvajoya başbûnê ji bo van zarokan hewldaneke demdirêj û domdar dixwaze û divê merc werin avakirin ku hestên aramî û ewlehiyê bi wan re çêbibin.
Tevî agirbestê jî tundî û bêewlehî bi temamî bi dawî nebûye. Êrîşên leşkerî yên Îsraîlê li rojhilat an jî nêzî herêma ku weke "Xeta Zer" tê zanîn berdewam dikin. OCHA’yê destnîşan kir ku gelek hêzên Îsraîlê li vê herêma ku ji nîvê zêdetir Zîvala Xezayê digre nava xwe bi cihbûyîn ne.
Nêzî milyonek ji 2.1 milyon şêniyên Xezayê niha di 862 kampên koçberiyê de dijîn. Zêdetirî nîvê van kampan li Xan Yûnisê, li aliyê başûr in. Her wiha 264 kamp li Dêr el-Belah, 180 kamp li bajarên Xezayê û Bakurê Xezayê, û heşt kamp jî li Refahê hene. Gelek ji van kampan qerebalix in, ev yek xeteran zêde dike, nemaze ji bo zarokên keç û zarokên xwedî pêdiviyên taybet. Ew bi gefên tundî û paşguhkirinê yên zêde re rû bi rû dimînin û di gihîştina ava paqij, paqijî û saziyên paqijiyê de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin.
Bangek ji NY’ê
Berdevkê NY’ê diyar kir ku sînordarkirinên cidî hê jî rê li ber berfirehkirina bersiva mirovî digrin û daxwaza vekirina deriyên sînor ên zêde kir da ku derbasbûnên mirovî hêsan bikin, karê rêxistinên alîkariyê bi tevahî were hêsankirin û derfetên ewlehiyê ji bo karwanên alîkariyê dema ku ew mîsyonên xwe pêk tînin werin peyda kirin.
Rêxistinên hevkar ên ku di bazarên av û paqijiyê de dixebitin destnîşan kirin ku rayedarên Îsraîlê bi berdewamî ketina alavên bingehîn ên ku ji bo başkirina binesaziya girîng û çareserkirina pirsgirêkên paqijiyê li Xezayê hewce ne, asteng dikin û hat gotin ku kêmbûna alavan şert û mercên ava paqij û paqijiyê yên jixwe nebaş girantir dike û xeterên li ser tenduristiyê zêdetir dike.