Balefirên bê mirov ên dewleta Tirk êrîşî Şêx Meqsûd dikin

Li gorî çavkaniyên li qada şer, li asîmanê Şêx Meqsûdê balefirên bê mirov (SÎHA)’yên Tirk difirin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên ku êrîşî Şêx Meqsûdê dikin, didomîne. Li gorî agahiyên ji qada şer hatine wergirtin, balefirên bê mirova (SÎHA)’yên bi navê ‘Bayraktar’ ên dewleta Tirk li herêmê difirin. Çete bi desteka SÎHA’yan bi dijwarî taxê bombebaran dikin.

Li dijî van êrîşên hovane, berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn didome.