Bala Kurdistaniyan li ser merasîma gerîla ye

Li gelek bajarên Kurdistanê gel bi kelecaneke mezin li benda merasîma îro ya 'Koma Aştî û Civaka Demokratîk' a gerîla ye.

Navenda Nûçeyan – Têkildarî merasîma li bejahiya Silêmaniyeyê gel li ber ekranên televîzyonê ye. Merasîma ku balê dikişîne ser serdemeke dîrokî di nava gel de jî bi hêvî û coşeke hestewarî tê pêşwazîkirin.

Li Amedê, malbatên ku xizmên xwe di şer de winda kirine, li avahiya MEBYA-DER'ê li hev kom bûn. Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên siyasî ji bo temaşekirina li merasîmê li ber televîzyonê li hev kom bûn.