Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişan de ye
Pevçûnên ku bi êrîşên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk destpê kirine, li gundewarên Tebqa, Reqa û Dêrazorê û Bendava Tişrînê bi djwarî didomin.
Navenda Nûçeyan – Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ji bo ku aloziya li Suriyeyê kêm bibe û niyeta xwe ya baş ji bo çareseriyê nîşan bide, biryar dabû ku duh (17 Çile 2026) xwe ji deverên Dêr Hafir û Meskene vekişîne. Lê hîn vekişandin temam nebûyî, komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî û dewleta Tirk êrîş pêk anîn.
Êrîşên ku li Dêr Hafir û Meskene destpê kirin, piştre belavî gundewarên Tebqa, Tişrîn, Mansura, Reqa û Dêrazorê bûn.
Li hemberî êrîşan şervanên HSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiv dan û pevçûnên dijwar qewimîn. Hêzên HSD, YPJ û Ewlekariya Hundirîn li hemberî êrîşên bi tang, top û her cure çekên giran, bersivên tund dan û derbe li êrîşkaran xistin.
Şer û pevçûnên ku heta serê sibehê dijwar bûn, berdewam dikin.
Li gorî agahiyan li gundewarên Dêrazor, Reqa, Mansura û Tebqayê di navbera hêzên HSD, YPJ û komên çeteyan de pevçûn didomin.
HSD bersivê êrîşan dide
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li derdora bajarê Tebqa û bajarê Mansura ku dikeve rojavayê Tebqayê bersîva êrîşên komên çete yên hikûmeta demkî didin.
Li gorî lihevkirina ku hatibû çêkirin HSD’ê hêzên xwe ji Dêr Hafir û Meskene vedikişiyan, lê hîn vekişîn temama nebibû, komên hikûmeta demkî êriş kirin û pevçûn derketin.
Êriş piştre li gundê Dibsî Afnan ê li rojavayê Tebqayê û devera neftê ya Sewra a li başûrê tebqayê bi tang û hemû cure çekên giran dom kirin.
Hikûmeta demkî êrîşî gundewarên kantona Reqa kir
Komên çeteyan her wiha li bajaroka Meedan û gundên Xanim El-Elî û El-Resafa yên dikevin başûr rojhilatê Kantona Reqayê êrîş pêk anîn. Li van herêman jî bi tang û top û çekên giran êrîşên dijwar pêk hatin.
Li hemberî êrîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin. HSD’ê diyar kir ku şervanên wan hewldanên dubare yên ketina nava bajaran têk bikine û bi dehan êrîşkar hatine kuştin.
HSD’ê derbarê kampnayayên dezenformasyonên hikûmeta demkî daxuyanî da
HSD’ê her wiha ragihand ku dezgehên medyayê yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kampanyayeke dezenformasyonê dane destpêkirin, wêne û nexşeyên nerast weşandine û bal kişand ku armanca vê kampanyayê têkbirina ewlehiyê û koçberkirina şêniyan e.
Piştî têkbirina êrîşan şaneyên çeteyan ên Mansura û gundewarên rojhilatê Tabqa û bajaroka El Kesrata başûrê Reqayê êrîşî xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD’ê bersiva van êrîşan jî da û êrîşkarên ku derbe xwarin paşve reviyan.
Çeteyan êrîşî Bendava Tişrînê dikin
Li aliyê ji satên nîvro yên 17’ê Çileyê ve e çeteyên Hikûmeta Demkî û dewleta Tirk bi top û roketan êrişî herêma Bendava Tişrînê ya li başûrê Kobaniyê dikin.
Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê jî, şaneyên DAIŞ’ê û komên çeteyan dest bi liv û tevgerê kirin. Li ser vê yekê hêzên HSD’ê mudaxeleyî van koman kir.
Çeteyên hikumeta demkî yên dewleta Tirk careke din bi bi çekên giran gundê Hec Hisên û derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin.
Daxuyaniya HSD’ê derbarê rewşa Tebqa de
Navenda Ragihandinê ya HSDê der barê rewşa li kantona Tebqayê daxuyaniyeke da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Hêzên me sê kes girtin ku hewl dan bi gulebarankirina malên sivîlan bikin li bajarê Tebqayê aloziyê derxin girtin. Hêzên me tedbîrên pêwîst girtin û ewlehî û aramiya bajêr vegerandin.
Her wiha diyar kirin ku Hêzên wan li bajarokê Mensûra pevçûnên dijwar e. Ev pevçûnên beşek ji hewldanên wan yên ji bo têkbirina êrîşan û parastina sivîlan e.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên HSD’ê dane, di van kêliyan de li ser bendava Mensura, gundên Xanim Elî û Deriyê El-Bû Asî yên girêdayî Tebqayê di navbera hêzên YPJ/HSD û komên çeteyan de pevçûnên dijwar rû didin.
Li herêmê pevçûn didomin.
Li gorî agahî û dîmenên ku navenda ragihandina HSD’ê belav kirine, hêzên HSD û YPJ’ê li Tebqayê bi dronan li komên êrîşkar xistin. Hat gotin ku gelek kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûne.
HSD senaryoyên hikûmeta demkî derewand
Navenda Ragihandina HSD’ê derbarê mijarê senaryoyên hikûmeta demkî ya valekirina girtîgeha Dêrêya Tebqa daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kir:
“Sê roj berê, hêzên me hemû girtiyên li Zindana Dêrê ya Tebqayê wekî tedbîrekê veguhestin cihên bi ewle yên li derveyî bajêr.
Îro di saet 01:30’ê sibehê de, şaneyên girêdayî Şamê ketiye girtîgeha ku hatiye valakirin û bi vîdyoyekê îdia dikir ku Zindana Dêrê kontrol dikin.
Ev tevger propagandayek plankirî ku ji berê de hatiye amadekirin. Şane bi xwe vê planê pêk tînin. Di hundirê girtîgehê de guleyan diteqînin û kiryarên wan hatine belgekirin.
Ji bo ku rastî bi tevahî were eşkerekirin, em vîdyoya ku ji hêla van çeteyan ve hatiye weşandin em diweşînin. Ev vîdyo delîlek zelal a sûcdaran û berpirsiyariya wan a rasterast nîşan dide.”