‘Azadiya Abdullah Ocalan riya azadiya civakî ye’

Siyasetmedar û parêzerên beşdarî "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" ya li Amedê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, bûn gotin: "Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan riya azadiya civakî ye."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di 16’ê Kanûnê de starta "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" a bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" de wê ji Amedê ber bi Enqereyê ve pêk were, hat dayîn.

Heyeta ku starta xwe li Amedê da dê biçe Riha, Dîlok, Mersîn û Edeneyê. Herî dawî meşa fînalê dê li Enqereyê be. Bi meşa ku gelek kes tevli bûn dê balê bikşînin ser daxwazên civakê yên bingehîn.

Jinên beşdarî meşê bûn diyar kirin ku divê li dijî atmosfera şer çareseriya demokratîk bê dîtin û ji bo çareseriyê divê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin.

Parlamentera Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ya Dêrsimê Ayten Kordu ya ku beşdarî meşê bû, diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û çareseriya pirsgirêka Kurd bê nîqaşkirin.

‘Dê banga me ji bo welatek azad be’

Ayten Kordu behsa girîngiya meşê kir û got: “Em ê li Enqereyê banga misogerkirina şert û mercên welatekî demokratîk û azad bikin. Ev demek e dirêj e li Îmraliyê li dijî bîrêz Abdullah Ocalan polîtîkayên tecrîdê tên meşandin. Li dijî vê tecrîdê gelek caran bang hat kirin. Divê êdî azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were.”

Ayten Kordu di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê êdî Tirkiye îradeya aîdiyet û demokrasiyê nîşan bide û wiha domand: “Tirkiyê divê derfetên pêşketinên ku di vê pêvajoyê de çêdibin baş binirxîne. Divê îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk û aştiyane nîşan bide. Ji ber ku kî vê îradeyê nîşan bide dê li Rojhilata Navînde bibe hêz. Di vê xalê de em difikirin ku ev meş û bang girîng e. Di serî de jin li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê em dixwazin her kes dengê xwe bike yek û hêza xwe li vê meşê zêde bike.”

‘Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan riya azadiya civakî ye’

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Suzan Akîpa jî diyar kir ku armanca sereke ya meşê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Sûzan Akîpa da zanîn ku gel bi daxwaza azadî û demokrasiyê her dem di nava çalakiyan de ye û bi vê dirûşmê dest bi meşê kir û got: “Azadiya fizîkî ya Ocalan wê bibe gava herî girîng a çareseriyê. Di vê wateyê de dema em tecrîda 26 salan li ber çavan digrin, hem di çarçoveya 'mafê hêviyê' de hem jî ji ber zêdebûna daxwazên civakî divê demildest azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin. Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan wê bibe yek ji gavên herî mezin ên ber bi azadiya civakî ve. Yek ji armanca sereke ya meşa ku li Enqereyê bi dawî bibe ew e ku pêşî li çareseriya siyasî were girtin."

‘Divê azadiya fizîkî pêk were’

Ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Şaxa Amedê Cennet Zugurli, diyar kir ku hewl tê dayîn têkiliya Abdullah Ocalan a bi malbat, parêzer û civakê re bê qutkirin. Cennet Zugurli, bi bîr xist ku herî dawî Abdullah Ocalan û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kiriye û wiha pê de çû: “Birêz Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de diyar kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet xwedî hêza pratîkî ye. Em jî dixwazin vê heqîqetê careke din bînin ser ziman. Bi daxwaze aştiyê dimeşin. Di vê xalê de gelê ku li Tirkiyeyê dijîn divê vê rastiyê bibînin. Mafê heviyê di rojevê de ye divê yekser azadiya fizîkî jiyanî bibe. Di vê meşa ku bi vê armancê hatiye destpêkirin de em hêviya hevgirtina hemû hêzên demokrasiyê bi taybetî jî gelê Kurd dikin.”