Ayşegul Dogan: Tundî ji kolanê derbasî meclîsê bûye
Berdevka DEM'ê Ayşegul Dogan di nirxandina rojevê de diyar kir ku Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan wê bicive û got: “Tundî êdî ji kolanê derbasî meclisê û ji meclîsê derbasî kolan bûye. Ji girtîgehan derbasî salonên dawete bûye.”
Enqere-Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê axivî. Ayşegul Dogan ewil berteka xwe ya li dijî tundiya li ser ziman û çandê anî ziman û wiha got: “Ji ber tundiya li ser ziman, huner û çanda kurdî ez ê bi kurdî dest pê bikim. Rewşên awarte hin caran daxuyaniyên awarte tîne rojevê. Lê li Tirkiyeyê her tim rewşa awarte heye.”
‘Desthilat dixwaze tundiyê li hemû qadên jiyanê belav bike’
Ayşegul Dogan, li ser sedema rewşa Rewşa Awarte rawestiya û wiha got: “Hûn jî dişopînin. Tundî êdî ji kolanê derbasî meclisê û ji meclîsê derbasî kolan bûye. Ji girtîgehan derbasî salonên dawete bûye. Dixwazin tundiyê bikin parçeyekî jiyanê û ji rêzê. Dixwazin li dijî tundiyê îtîraz neyên kirin û lehengan ava bikin. Desthilat dixwaze tundiyê li hemû qadên jiyanê belav bike û hebûna xwe li ser tundiyê ava bike. Vê çawa çêdike. Bi rageşî, nijadperestî, berberiyê pêş dixe. Berberî û rikberiyê zindî dike. Senaryoyan ava dike. Li ser elewiyan, ermeniyan, karker, rojnameger, jinan û pîşeyên din pêş dixe. Li diji hemû kesên ku muxalefetê dike, tundiyê pêk tîne. Mudaxaleyî govendan dike. Nivîsên 'Pêşî Peya' şev nîvê şevê mesai dikin û jê dibin.”
‘Desthilat dijminantiya kurdan dikin’
Ayşegul Dogan bal kişand ser dijminantiya desthilatê ya li diji gelê kurd û wiha pêde çû: “Me berê jî gotibû. Dijminantiya kurdan dikin. Lê hikûmet êdî vê yekê venaşêre. Aşkere dijminantiyê dike. Dixwaze dawetên li herêmê bi destûrê ve girê bide. Cendirme, qeymeqam, walî eger berê destûr bide dikarin dawetê xwe çebikin. Eger ne li gorî pîvanên wan û daxwazê wan be, destûr nedin welatiyan. Welatî nikarin dawetê xwe bikin.”
Axaftina kurdî qedexe dikin
Ayşegul Dogan, bal kişand ser politikaya desthilatê ya li dijî zimanê kurdî û ev agahî dan: “Serokkomar Erdogan pir dibêje. Dibêje me meseleya kurd çareser kir. Pesnê xwe dide û dibêje ‘Dayik êdî li girtîgehan dikarin bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Pesnê xwe dide û lê zêde dike. Dibêje ‘Ev pêşketin di serdema vê desthilatê de pêk hat. Bi dehan caran pesnê xwe da. Lê niha çi dike. Dayikên ku qet bi tirkî nizanin, destûr nade ku bi zarokên xwe yên girtî re bi kurdî biaxeve. Vê yekê jî bi krîza hiqûqî diparêze. Mînakê vê yekê li Girtîgeha Şirnexê pêş ket. Malbatên girtiyan ji ber bi telefonê bi xizmên xwe yên girtî re bi kurdî axivîn, axaftina wan hat astengkirin. Malbatan serî li me didin. Ez wekî parlamentera Şirnexê bi Midûrê Girtîgeha Şirnexê re li ser ve meseleyê axivîm. Têkildarî vê astengî û qedexeyê ji min re qala Rêziknameya 5275’an dike. Bi hişyariya nivîskî qedexe dike. Dibêje bila îspat bikin ku bi tirkî nizanin. Ev li Şirnexê pêk tê. Li şirnexê ji sedî 90 bi kurdî diaxive. Li vir şertê nivîskî ku bi tirkî nizane dixwaze.”
Ayşegul Dogan bal kişand ser nêzîkatiya Lijneyên Çavdêriyê yên Girtîgehan û wiha pêde çû: “Dîsa mijarek din heye. Li gel dadgehê dadgehek din ava kirine. Ev jî Lijneyên Çavdêrî û Rêvberiyê ye. Ev lîjne bi keyfî azadiya girtiyan asteng dike. Ev lijne bi zanebûn û keyfî berdana girtiyan asteng dike.”
‘Stranên ku di govendê de digerin hincet nîşan didin’
Ayşegul Dogan bal kişand ser hincetên binçavkirinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa mijara binçavkirin û girtinan jî balkêş e. Hincetên pir balkêş nîşan didin. Govend, dirûşmeyên di govendan de berz dikin. Stranên ku di govendê de digerin hincet nîşan didin. Kesên xwe wekî nûnerên dewletê dibînin van dirûşm, stranan hincet nişan dide. Em vê yekê ji nirxandina gel re berdidin. Kesên di nîşan, dawet û şahidan de tên cem hev çima desthilatê ditirsîne. Ev tirsa wan nîşanî me dide ku ev desthilat hatiye dawiya çîrokek zelûl.”
‘Hilbijêrên DEM partiyê li ser hesabê medya tijidal dikin hedef’
Ayşegul Dogan helwesta Wezîrê Ragihandinê ya li diji kurdan jî rexne kir û got: “Ev hewldana dijminantiya kurdan a desthilatê tenê bi van pratîkan bi sînor namîne. Em dibînin ku li ser medyayê jî sansurê pêş dixin. Gelek hincetan nîşan didin. Weki meseleya govendê hincetan ava dikin. Em qala tiwîtter/X bikin. Ev platforma ku li gorî daneyên meha Nîsanê nêzî 20 milyon dişopîne em qala wê dikin. Di platforemk wisa de çi dikin? Wezîre Ragihandinê duh parvekirinek kiribû. Em qala desthilata ku bi salan e ji bo SÎHA û ÎHA’yê pereyan xerç dike, dikin. Ji Mêrdînê heta Îzmirê daristan dişewitin. Lê mixabin balafirên ku agir vedimirînin û bi şevê karibin mudaxale bikin tune ne. Naxwazin vê rastiyê lêpirsin bikin. Yên ku vê rastiyê lêpirsîn dikin jî wan asteng dikin. Yên der barê vê mijarê de pirsan dikin, dengê wan tê qutkirin. Lê ya tê xwestin li ser medya belav bikin? Dema agir li Rojavayê Tirkiyeyê bi daristanê dikeve, rêveberên DEM partiyê an jî raste rast kurdan dikin hedef. Kurdên li Ege, Marmara, Derya Spî û Anatoliya Navîn dijîn ji ber van şewatên daristanan raste rast dibin hedef. Wekî berberpirsiyariya şewata daristanan nîşan didin. Ji bo ser sûcê xwe veşêrin şewatê bi DEM partiyê ve girêdidin. Niha hilbijêrên DEM partiyê li ser hesabê medya tijidal dikin hedef.”
‘Êdî bêdeng neminin’
Dogan bal kişand ser şewata daristanan û wiha domand: “Di şewatan de hedefa partiya me ya esasî bijî û bide jiyandin e. Partiya me bi şewata her zindîyî êşê dijî û vê êşa her zindî hîs dike û li gorî wê li dijî şewatê derdikeve. Em dixwazin qada darazê kesên vê rastiye berovajî dikin darizîne û hesap ji wan bipirse. Partiya me û hilbijêrên me li ser hesabên medya dijîtal hedef tên nişandan. Em dixwazin yên li dijî vê yekê bedeng dimînin êdî bêdeng neminin. Em dixwazin wezîrê karên hundir û rayedarên hikûmetê erka xwe pêk bînin.”
‘Tundî ji kolanan derbasî meclîsê bûye’
Dogan herî dawî bal kişand ser girtina Can Atalay û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em vê lîstikê û gefê dibînin û dizanin. Em ê neyên vê lîstikê. Em ji mijara tundiya ku ji kolanan derbasî meclisê û ji meclisê derbasî kolanê bû, berdewam bikin. Mijara Can Atalay hat axaftin. Divê Can Atalay li meclise be. Divê cihê wî ne girtîgeh be. Em her tim vê yekê tînin ziman. Her kes vê yekê dibêje. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan dibêjin. Destûra Bingehîn der barê Can Atalayê biryar da. Lê dadgehê got ‘Ez biryara Destûra Bingehîn nas nakim’. Dawiya dawi li meclisê wekîltiya Can Atalay xistin. Destûra Bingehîn herî dawî da zanîn ku li gorî DMME’ê divê Can Atalay dîsa wekî wekîl berdewam bike.”