Ayşegul Dogan: Pêvajoya hevdîtinên demokratîk dê ji bo Rojhilata Navîn baş be

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan îşaret bi geşedanên li Sûriyeyê kir û got: “Pêşketina pêvajoya hevdîtinên demokratîk dê bandoreke erênî li hemû Rojhilata Navîn bike.”

Enqere – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ku duh hat kirin û geşedanên di rojevê de, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. 

Ayşegul Dogan di axaftina xwe de bal kişand ser xizanî û hejariya li welat û got sedema vê nebûna wekhevî û edaletê ye. Ayşegul Dogan bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn jî da.

‘Fikrên cuda, pêşniyar û rexne pêvajoyê lawaz nake’

Ayşegul Dogan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî û wiha axivî: “Ev rojev ne tenê rojeva DEM Partiyê ye. Ev rojeva hemû Tirkiyeyê ye. Her kes nîqaş dike. Lê em dixwazin erênî bê niqaşkirin û ev niqaş hêviyan xurt bikin. Em dibêjin fikrên cuda, pêşniyar û rexne pêvajoyê lawaz nake. Lê êrîşên bi armanc têne kirin. Ev pêvajoyê lawaz dike. Me diyar kir ku me qonaxa yekemîn li pey xwe hişt. Lijneya Navendî ya DEM Partiyê pêngava duyemîn nirxand. Ev pêvajo ji bo me tê wateya rastkirina zagonan û siyaseta ku bi hiqûqê tê xurtkirin. Divê êdî zagon bên rastkirin û destûra bingehîn ji nû ve bê sazkirin.”

‘Pêvajo tevî her tiştî pêş ve diçe’

Ayşegul Dogan bal kişand ser pirsên têkildarî xetimîna pêvajoyê û wiha got: “Pirsên wekî pêvajo xitimî, hêdî bû, bipêş dikeve, çawa bipêş dikeve? û gelek pirsên din tên kirin. Her kes li gorî xwe bersîva derbarê pêvajoyê de dide. Lê em dikarin pir aşkera û zelal bêjin pêvajo digel her tiştî bipêş dikeve. Tevî hemû êrîşan pêşve diçe. Bendewariyên civakî pir zêde ne. Li gorî bendewarî û daxwazên gel pêvajo hêdî dimeşe. Ji bo vê yekê divê zagon bên rastkirin û hiqûq bipêş bikeve. Divê ji bo edaleta ku tê xwestin bi lez gav bêne avêtin. Komîsyona Meclîsê di 5’ê Tebaxê de hat avakirin û ji wê rojê heta niha xebatên xwe berdewam dike. Li gelek kes û saziyan guhdar kir. Heta niha 20 civîn pêk anîn. Ev xebatek hêja ye.” 

‘Raporên hinek partiyan kêm bûn’

Ayşegul Dogan îşaret bi raporên hinek partiyan pêşkêş kirine kir û got: “Nerînên partiyên siyasî yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi van raporan êdî aşkera bû. Divê di demên pêş de partî li ser esasê zagonên ku pêdiviya Tirkiyeyê pê heye bibin yek. Divê partiyên siyasî li ser xalên ku bên kirin li hev kom bibin û berjewendiyên gelên Tirkiyeyê esas bigirin. Niha bi lez pêdiviya Tirkiyeyê bi raporek hevpar heye û ji niha û pê de pêdivî bi sererastkirina zagonan heye. Me berê jî got ‘Ev komîsyon bi tena serê xwe nikare hin tiştan biguherîne. Lê dikare rê li pêşiya guhertinan veke. Tişta ku em hemû li ser bibin yek, divê bi temamî şer bi rawî bibe, divê bi temamî çek bêdeng bibin. Ji bo vê yekê jî divê zagon ji nûve bên sazkirin. Divê hemû kesên çekan bêdeng kirin bibin perçeyekî vê pêvajoyê û tevlî siyasetê bibin. Hin partî bi taybetî naxwazin navê meseleyê lê bikin. Lê navê meseleyê lê bikin jî û nekin jî li derve navê meseleyê lê hatiye kirin. Berpirsyariya vê yekê berpirsyariyek hevpar û kolektîf e. Divê em bi hev re bi awayekî hevpar vê erka xwe pêk bînin. Divê tu partî li gorî berjewendiyên partiya xwe nêzî meseleyê nebe. Divê her partî ciddî û bi awayekî rast û heqîqî nêzî çareseriya meseleyê bibin. Em bi fersendeke dîrokî re rû bi rû ne. Ev mesele 86 milyon kesan eleqedar dike. Ev fersend dê 86 milyon gelê Tirkiyeyê bêtir pêş ve bibe.”

Ayşegul Dogan li ser bendewariyên gelê Tirkiyeyê jî sekinî û got: “Gelên Tirkiyeyê li benda edaletê ne. Ji ber vê yekê çavê gel li pakêtên darazê ye. Li aliyekî di butçeyê de li planê xwe difikirin. Dîsa li aliyê din ji bo edaletê li pakêta darazê difikire. Ji ber ev siberoja her kesî eleqedar dike. Pakêtên ku diviyabû çareseriyê bipêş bixe, mixabin çareserî bipêş nexist. Pakêta darazê ya 11’emîn jî mixabin mînakeke xirab e. Çareseriyê û edaletê bi xwe re nayne. Hesta gel a edaletê careke din şikand. Heta niha tu pakêtên darazê edalet û wekhevî pêk neaniye. Di demên pêş me de, dê li ser hiqûqê guhertin bêne kirin. Em li bendê ne ku ev guhertin rê li pêşiya bêdaletî û bêhiqûqiyê bigre û bi xwe re wekheviyê bipêş bixe. Em ê ji bo vê yekê têbikoşin.”

‘Entegrasyona Demokratîk dê Tirkiyeyê jî demokratîk bike’

Ayşegul Dogan wiha domand: “Mijareke din rewşa Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ye. Em jî ji nêzik ve dişopînin û hevdîtinên dîplomatîk dikin. Em bawer dikin ku Sûriyeyeke demokratîk dê Tirkiye jî demokratîk bike û bandorê li Tirkiyeyê bike. Em di serî de mutabakata 10’ê Adarê û hemû mutabakên din diyalog û muzakereyan esas digirin û dixwazin her tişt bi diyalogê pêş bikeve. Em bawer dikin ku HSD û HTŞ jî bi rêya diyalogê dikarin meseleyê çareser bikin.

‘Divê hemû gelên herêmê di ewlehiyê de bijîn’

Dîsa em wekî DEM Partiyê ji Tirkiyeyê dixwazin ku rolekî avakar bilîze. Bendewariya birêz Ocalan jî li ser vî esasî ye. Elewî, durzî, kurd û kesên din divê li ser striyan nejîn. Divê xwe di baweriyê de bibînin û bijîn. Divê rageşî bipêş nekevin. Ji bo vê yekê divê qanalên diyalogê bên vekirin. Ku rêya diyalogê bê vekirin, dê çareserî xurt bibe. Divê her kes bikaribe azad û li gorî rastiya xwe ya dîrokî û erdnîgarî bijî. Entekrasyona demokratîk û muzakereyên demokratîk dê hem herêmê û hem jî Tirkiyeyê xurt bike.”

‘Êrîş plankirî ne

Ayşegul Dogan herî dawî bal kişand ser êrîşa zayendî ya li dijî siyasetmedar Leyla Zana û got: “Ev êrîşek bi plan û zanebûn e. Ji ber nasnameya Kurdbûnê ya Leyla Zana ev êrîş têne kirin. Ev êrîş bi tu awayî nayên qebûlkirin.”

Li ser pirsa têkildarî axaftina Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz ku digot “Çar xalên ewil ên destûra bingehîn xeta me ya sor e” jî Ayşegul Doganê got ku li şûna “xetên sor” divê her kes bi tiştên dikare bibe, bên ser maseyê.