Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebata birêz Ocalan bên guherandin
Ayşegul Dogan diyar kir ku di qada Newrozê de herî zêde daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye pêş û got: “Divê şert û mercên xebata birêz Ocalan bên guherandin û bikaribe bi mirovan re têkiliyan dayne.”
Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan tekildarî geşedanên di rojevê de, li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.
Ayşegul Dogan anî ziman ku şerê li Rojhilata Navîn didome û ji bo êrîşa li ser Başurê Kurdistanê û qetilkirina peşmergeyan sersaxî ji malbatên peşmergeyan û Başûrê Kurdistanê re xwest. Ayşegul Dogan bi lêv kir ku şer bandorê li tevahî herême dike û wiha got: “Divê em hemû bi hev re li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Ferzkirina Kurdan ji bo tevlîbûna şer em qebûl nakin.”
Ayşegul Dogan diyar kir ku li qadên Newrozê peyamên girîng hatine dayîn û axaftin xwe wiha domand: “Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedana li dijî zilmê. Daxwaza li qadên Newrozê; aştî, azadî, demokrasî û wekhevî bû. Pîrozbahiyên Newrozê di salên 1990’î de komkujiyên ji ber Newrozê tînin bîra me. Bi saya berxwedanê wê demê ya li dijî înkarê em hatin van rojan û bi girseyî Newroz tên pîrozkirin.”
‘Gel dibêje divê êdî birêz Ocalan azad bibe’
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk jî di Newrozê de deng vedaye û wiha got: “Civak jî daxwaza rabûna astengiyên li pêşya siyaseta demokratîk dike. Her wiha mîsogeriya maf û azadiyê dike. Newroz ne tenê mîrateya dîrokê ye di heman demê demê de avakirina pêşerojeke nû ye. Herî zede jî daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan di Newrozê de hat kirin. Gel dibêje divê êdî birêz Ocalan azad bibe. Divê li ser vê yekê xebat jî bên kirin.”
‘Girtin û binçavkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ye’
Ayşegul Dogan bertek nîşanî binçavkirin û girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê da û got: “Herî kêm 28 kes hatinê girtin. Li Mûşê pankarta ku li ser “Azadî û Demokrasî” dinivîsî hat desteserkirin. Her wiha dîsa li Kocaeliyê tîşortê kesk, sor û zer ji aliyê polîsan vê hat desteserkirin. Gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Cil û bergên neteweyî bûn sedema astengiyan. Ew binpêkirinên mafan ne li gorî ruhê Newrozê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in. Bi hinceta endamê rêxistinê ciwanek ji ber stranên bi Kurdî hat girtin. Kîjan rêxistin? PKK’ê xwe fesih kir. Em qala endamên rêxistinê dê çawa tevlî siyaseta demokratîk bibin dikin lê ew çi dikin. Di demeke ku heviya aştiyê bilind bûye de ew hişmendî ji aştiyê ditirse. Dewlet bi Abdullah Ocalan re muzakere dike lê li qadan posterê Abdullah Ocalan qedexe ye. Newroz referandûmek bû. Gelê Kurd daxwazên xwe anîn ziman. Êdî ji bo aştiyeke mayînde divê gavên şenber ên qanûnî bên avetin. Em weke DEM Partî bang li rayedaran dikin ku li dijî van binpêkirinên di Newrozê de lêpirsînek bê destpêkirin û kî van binpêkirinan dike bê cezakirin. Her wiha serokkomar digot Newroz dê bibe cejneke fermî lê hê jî ew yek nekiriyê. Em careke din bang dikin ku Newroz bibe cejna gelan.”
‘Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan’
Ayşegul Dogan anî ziman ku derxistina qanûnan mijara civîna MYK’ê ya wan bûye û wiha pê dê çû: “Divê demildest qanûn bên derxistin. Heke pêvajoya derxistina qanûnan bê dirêjkirin û dem were windakirin xetereya provakasyonan jî derdikeve. Endamên rêxistinê ku çek berdane heke sererastkirineke qanûnî tunebe dê çawa vegerin. Em dibêjin divê ku demildest qanûneke demkî ji bo vê yekê bê derxistin. Hemû kesên çek berdane divê ji bo wan qanûn bê derxistin. Rapora hevpar êdî temam bûye. Me xwest di meha Remezanê de qanûn derbikevin lê digotin meha Remazanê jî derbas bibe û piştî cejn e gotin. Niha Remazan û cejn jî qedya. Divê êdî dest bi xebatên derxistina qanûnan bê kirin. Lê tiştên ku dikarin beyî derxistina qanûnan jî bikin hene. Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan. Girtiyê nexweş Mehmet Edip Taşar jiyana xwe ji dest da. Ji bo vê em bi hêrs in. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û li gorî ruhê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gav bên avetin.”
Şandeya DEM Partiyê sibe diçe Îmraliyê
Ayşegul Dogan diyar kir ku divê şert û mercên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên guherandin û ev tişt got: “Birêz Ocalan muzakerevanê sereke yê vê pêvajoyê ye. Divê bikaribe bi hemû kesan re bikeve tekiliyê, dan û standinan bike. Birêz Ocalan ne tenê serokê PKK’ê ye di heman demê de serokê bi milyonan kesan e. Divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin. Şandeya me jî sibê dê biçe Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin bike. Ev hevdîtin ji aliyê nevarokê ve jî girîng e. Peyamên di Newrozê de derketine, çerçoveya qanûnî. Ew hemû mijarên girîng in.”