Ayşegul Dogan: Divê hemû kes şopdarê raporê be
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, wiha got: “Divê hemû kes şopdarê raporê be û ji bo bibe qanûn di nav xebatan de be. Rapor berpirsyariyê herî zede dide siyasetê û dû re jî hemû civakê.”
Enqere- Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên dawî civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Dogan, bi lêv kir ku rojeva wan a serekê rapora hevpar a komîsyonê ye û wiha got: “Komîsyona Meclisê tevî kêmasiyan jî xebatên xwe yên di 5'ê Tebaxê de destpêkiribû bi dawî kir. Avabûna komîsyonê pir girîng bû. Me gelek hişyarî kiribû ji bo pêşveçûna pêvajoyê. Hinek hişyariyên me di raporê de cih girtin lê hinek jî hatine paşguhkirin. Tevî hemû kemasiyan jî derketina rapora hevpar û bi taybet jî xalên demokratîkbûyinê girîng bûn.”
‘Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka terore ye, lê pirsgirêka azadî û wekheviyê ye’
Ayşegul Dogan, diyar kir ku pêvajo bi banga 27'ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ketiye û wiha axivî: “Piştî bangê rêxistinê jî, xwe fesix kir, çekên xwe şewitandin û hezên xwe ji cihên stratejîk kişandin. Ew yek jî pêvajoyê pêşve bir. Wekî birêz Ocalan dibêje êdî merhaleyeke nû dest pê kiriye. Ev rapor jî, destpêka merhaleya nû ye. Divê tespît û pêşniyazên di raporê de hatine kirin demildest bibin qanûn. Divê meclis êdî şev û roj ji bo vê bixebite. Me hêvî dikir raporeke wisa bûbûna ku 51 endaman bi awayekî erê deng bidana. Me dixwast TÎP û EMEP tevî rexneyan jî dengê erê bide. Niha em di dema ku zemîna hiqûqî û siyasî xurt bikin de ne. Ew rapor ji bo wê girîng bû. Lê divê em dest ji hişmendî û zimanê berê berdin. Em encama siyaseta înkarê diaxivin. Dema em vê diaxivin divê çareserî jî li gor wê bibe. Ji bo wê jî weke endamên me yên komîsyonê jî bi lêv kirin, ‘Peyvên weke Tirkiyeya bêteror’ xelet in, pirsgirêka Kurd bi vî awayî çareser nabin. Pêdivî bi zimanekî nû heye. Em pêvajoyê weke Aştî û Civaka Demokratîk a banga birêz Ocalan bi nav dikin. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka terore ye, lê pirsgirêka azadî û wekheviyê ye. Divê êdî dev jî vê hişmendiya berê berdin.”
‘Divê hemû kes şopdarê raporê be’
Ayşegul Dogan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser mafên neteweyî yên gelê Kurd yên di raporê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di raporê de weke astengiyên pêşiya mafên xwezayî, divê bên rakirin cih girt. Mafê perwerdehiya Kurdî mafekî xwezayî ye. Lê em ji ber ku di raporê de ew weke mafê zimanê dayikê nehatiyê pênasekirin jî rexne dikin. Ji niha û şûn ve erka hemû civakê ye ku ji bo meclis wan pêşniyazan bike qanûn pêvajoyê bişopîne. Em weke DEM Partî bang li hemû kesan dikin. Divê hemû kes şopdarê raporê be û ji bo bibe qanûn di nav xebatan de be. Rapor berpirsyariyê herî zede dide siyasetê û dû re jî hemû civakê.”
‘Em ê li hemû bajaran li qadan dirûşmeyên “Jin jiyan Azadî” berz bikin’
Ayşegul Dogan anî ziman ku di pêşiya wan de 8'ê Adarê û Newroz heye û ev tişt gotin: “Em ê li qadan bin. Em ê vê pêvajoyê li qadan bi gel re parve bikin û bikin civakî. Meclisa me ya Jinan deklerasyona 8'ê Adarê aşkera kir. Em ê li hemû bajaran li qadan dirûşmeyên “Jin jiyan Azadî” berz bikin.”
‘Heta zimanê me bibe zimanekî azad em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Di berfirehiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê de jî bi lêv kir ku mafê hemû kesan heye ku bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibînin û ev tişt gotin: “Zimanê bi milyonan kesan Kurdî ye. Lê tevî vê jî ji bo fermîbûna Kurdî tu gavên hiqûqî nehatinê avetin. Zimanê dayikê ji bo hemû zimanan û zimanê Kurdî pîroz be. Heta zimanê me bibe zimanekî azad em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Divê mafên zimanî yên gelê Kurd bê naskirin’
Ayşegul Dogan li ser pirsa rapor çiqas dikare ji pirsgirêka Kurd re bibe bersiv û pirsa tekildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê xebatên DEM Partiyê jî ev bersiv da: “Heke zimanê Kurdî nehata înkarkirin ew pirsgirêk dernediket. Lewma divê mafên zimanî yên gelê Kurd bê naskirin. Xwîşk-biratî li ser vê esasê tê pêşxistin. Em ê wek DEM Partî di 21'ê Sibatê de li qadan bin û daxwazên xwe bînin ziman.”