Ayşegul Dogan: Divê deriyê Îmraliyê were vekirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abduallah Ocalan bikaribe bi hemû beşên civakê re danûstandinê bike, bang li Meclîsê kir ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê mekanîzmayeke nû bi beşdariya partiyên siyasî bê avakirin.

Navenda Nûçeyan – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di navbera civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe de li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan diyar kir ku wan di civîna Desteya Rêveberiya Navendî de li ser mijarên weke çalakiya “gavek ji bo aştiyê”, geşedanên di pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk, her wiha  geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin nîqaş kirine û axivîne.
‘Daxwaza hevpar aştî ye’

Ayşegul Dogan der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de destnîşan kir  ku ji bo aştiyê wan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiya “Gavek ji bo aştiyê” li dar xistine  û wiha got: “Bi milyonan kesan daxwazên xwe anîn ziman. Daxwaza hevpar aştî ye. Daxwaza civakê ya aştiyê xurt e lê baweriya ji bo pêvajoyê qels e. Civak dixwaze aştî pêk were. Xebatên me yên bi vî rengî jî dê berdewam bikin. Pêvajo berdewam dike lê sistbûnek heye. Ji bo ev sistbûnê were derbaskirin jî pêdivî bi hewldaneke nû û nexşereyeke heye. Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî qala nexşereyeke dike. Weke DEM Partî em jî demekê dirêj e dibêjin pêvajo di merhaleyeke nû de ye û pêdivî bi gavavêtinên nû heye. Ji bo wê jî em daxuyaniya birêz Bahçelî watedar dibinin.”

‘Divê bi beşdariya partiyên siyasî mekanîzmayeke nû bê avakirin’

Ayşegul Dogan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê ya derbarê pêvajoyê de û axaftina xwe wiha domand: “Serokkomar dibêje pêvajo berdewam dike û Komîsyona Meclîsê nîşan dide. Lê dema gavên şênber nehatin avêtin di raya giştî de fikarên weke ‘gelo pêvajo xitimî ye’ derdikevin holê. Pêşniyara Devlet Bahçelî girîng e lê divê em meseleyê tenê bi avakirina mekanîzmayeke koordînasyonê ve jî sînordar nekin. Endamên rêxistinê ku ji têkoşîna çekdarî dixwazin derbasî têkoşîna siyasî bibin, dê ji bo wan qanûn werin çêkirin ev girîng e. Komîsyona Meclîsê raporeke hevpar jî amade kir. Divê ji bo pêkanîna xalên raporê demek bê diyarkirin û Meclîs însiyatîfê bigire ser xwe. Em jî bang dikin ku mekanîzmayeke nû bi beşdariya hemû partiyên siyasî bê avakirin ku gav bên avêtin. Her ku gav neyên avêtin di bawerkirina pêvajoyê de dê qelsbûn çêbibe û ji provakasyonan re rê vebibe.”

‘Divê birêz Ocalan rasterast fikrên xwe bi civakê re parve bike’

Ayşegul Dogan derbarê nîqaşên li ser statûya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan sermuzakerevanê serke ye û wiha pê de çû: “Bi milyonan kes birêz Ocalan weke îradeya xwe dibînin. Birêz Ocalan ji bo wekhevî, aştî û azadiya vî welatî û ji bo me hemûyan dixebite. Bandora birêz Ocalan li ser tevahiya Tevgera Azadiyê heye. Ji bo wê rola wî bi tenê çend mijaran sînordarkirin ne rast e. Divê em birêz Ocalan bi heqîqeta wî û bandora wî bibînin. Em dibêjin vebikin deriyên Girava Îmraliyê û bila rojnameger bixwe jê pirsan bikin. Hinek îdia hene û gelek spekulasyon çêdibin. Ji bo li pêşiya van were girtin jî divê birêz Ocalan rasterast bi çapemenî û civakê re bikaribe fikrên xwe parve bike. Jixwe daxwaza birêz Ocalan jî ev e ku bi rêxistin û civakê re rasterast danûstandinê bike. Ev jî ji bo pêşvêçûna pêvajoyê jî hewcedariyeke girîng e.”

‘Em li bendê ne ku heyeta me di rojên pêş de biçe Îmraliyê’

Ayşegul Dogan derbarê hevdîtina heyeta wan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî ev yek anî ziman: “Dema pêvajoya hevdîtinê dirêj dibe fikarên li ser xitimandina pêvajoyê jî derdikevin holê. Em jî li bendê ne di rojên pêş de heyeta me biçe Girava Îmraliyê û hevdîtinê pêk bîne. Divê êdî siyaseta înkarê û zimanê wê bi dawî bibe. Zimanê aştiyê bê bikaranîn. Em bang li Meclîsê dikin ku bi mekanîzmayeke nû û bi bandor bikeve dewrê.”