Ayşegul Dogan: Bendewariya raya giştî derketina raporek hevpar e

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku xebatên komîsyonê yên bi mehan didomîn, gihîştine qonaxa dawî û got: "Bendawariya raya giştî ew e ku di vê qonaxa dawî de raporeke hevpar li ser bingeha lihevkirinê derbikeve.”

Enqere – Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, di civîna çapemeniyê ya ku li navenda giştî ya partiyê li dar xist, li ser geşedanên heyî nirxandin kir.

Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ew piştî civîna MYKê daxuyaniyê didin û li ser biryarên hatine girtin, nirxandinên hatine kirin dê agahî bidin. Ayşegul Dogan, bertek nîşanî operasyona girtina li dijî Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) da û got ku ew operasyon, êrişên ji bo çewisandina muxalefetê û tasfiyeyê ne. Ayşegul Dogan, diyar kir ku ji aliyekî ve hewldanên demokratîkbûyînê ji aliyê din vê jî girtina siyasetmedar û rojnamegeran fikaran çêdike û got ku divê desthilatdarî dev ji van sepanan berde. 

‘Em li bendê ne ku rapora hevpar amade bibe’ 

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bal kişand ser bûyerên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Ji salvegera banga 27ê Sibatê re rojên kêm mane. Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de banga dîrokî kir û tevgera wî jî li gorî vê yekê gav avêt. Di nava salekê de gelek bûyer qewimîn. Lê hê jî ji aliyê hiqûqî vê gavên şenber nehatinê avetin. Em li bendê ne ku rapora hevpar amade bibe. Metneke pêşnûme derket. Êdî komîsyon hatiyê asta amadekirina rapora hevpar. Nûman Kûrtûlmuş got divê rûmeta gelê Kurd û Tirk bê parastin. Em jî dibêjin divê rapora hevpar li gor vê yekê be. Bendewariya gel jî ev ê ku hiqûq û edalet pêk were.” 

‘Eger em vê komployê baş nenirxînin em ê nikaribin pêşerojê baş binirxînin’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ew di salvegera komploya navneteweyî de ne ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û got: "Eger em vê komployê baş nenirxînin em ê nikaribin pêşerojê baş binirxînin. Li ser birêz Ocalan êrişên medyayê hene. Lê paradîgmaya jiyana bi hev re ya birêz Ocalan piştî van êrişan careke din bi awayekî şênber eşkere bû. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo êşên derbasbûyî careke din rû nedin bi kedeke mezin tê domandin. Em di salvegera 27'emîn a komployê de bang dikin hurmet ji têkoşîna aştî û demokrasiyê re bê nîşandan. Eger têkildarî Ocalan tiştek tê meraqkirin, hingî tenê tiştek heye ku bê kirin; ew jî afirandina derfetên têkiliya yekser a bi Ocalan re ye. Em ji xwe vê dibêjin." 

‘Divê li gorî pêvajoyê deriyên sînor vebin û sînorên di hişmendiyê de jî hilweşin’ 

Di berfirehiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan bi lêv kir ku şandeya Îmraliyê ya partiya wan bi Serokkomar re hevdîtin pêk aniyê û wiha têkildarî mijarê wiha got: “Di vê hevdîtinê de li ser rapora hevpar a komîsyonê meclisê jî gotobêj hat kirin û hat gotin ku divê rapora hevpar, mafê hemû kesan bihewîne. Her wiha bûyerên li Rojhilata Navîn jî hatin rojevê. 25 TIR ên alîkariyê gihiştin Kobanê. Divê li gor pêvajoyê deriyên sînor vebin û sînorên di heşmendiyê de jî hilweşin.” 

‘Divê girtiyên siyasî yên bi awayekî li dijî hiqûqî hatinê girtin bên berdan’

Ayşegul Dogan der barê guherîna wezîrên dadê û karên hundir de jî ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê daraz tu car xweser nebû. Niha jî wisa ye. Di rewşeke wisa de Serdozgere ku navê wî pir tê nîqaşkirin bû wezîrê dadê. Em jî bang li wî dikin ku li gorî mekazagonê tevbigere. Biryarên AHÎMê pêk bîne. Civak jî meraq dike û dişopînê bê ka dê wezîrê dadê li gor hiqûqê tevbigere an na. Ji bo wê jî em dibêjin divê girtiyên siyasî yên bi awayekî li dijî hiqûqî hatinê girtin, girtiyên doza Kobanê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, girtiyên Geziyê li gor biryarên AHÎMê bên berdan.”

‘Mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan wê di rapora hevpar de cih bigre’

Ayşegul Dogan anî ziman plansaziyên wan ên derbarê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar û 21'ê Adarê Pîrozbahiya Newrozê de xebatên wan didomin. Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan li ser pirsa Mafê Heviyê ya hatiye kirin de bersiv da û diyar kir ku mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan wê di rapora hevpar de cih bigire.