Ayda Neceflu bi kefaletê hate berdan

Parêzerê Ayda Neceflu ku 10 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û ji ber şikestina stûnê bi xetereya felcbûnê re rû bi rû ye, ragihand ku ew bi kefaletê demkî hatiye berdan.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê rewşa girtiyên ku ji ber bûne Xirîstiyan û ji ber baweriyên xwe tên darizandin û rastî cezayên herî giran ên girtîgehê tên, nîqaşên derbarê binpêkirinên mafê mirovan de cardin kir rojev. Bi kefaletê bi awayek demkî berdana Ayda Neceflu ku 10 sal cezayê girtîgehê girtî, derbarê seyra dozê de ne diyarî tê parastin, xebatê olî yên aştiyane di çarçoveya sûcên ewlehiyê de nirxandin û îhmalên tenduristiyê yên di şertên girtîgehê de, di raya giştî a navnetewî de balê dikşîne. 

Parêzerê Ayda Neceflu ku bûbû Xirîstiyan, Saeîdeh Hiseinzadeh ragihand ku muwekîlê wê bi kefalet û bi awayek demkî hatiye berdan. Parêzer Saeîdeh Hoseinzadeh, da zanîn ku Ayda Neceflu berê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û serestberadana niha tê wateya bi dawîbûna dozê.

Sûcên ku Ayda Neceflu û hinek kesên din ên bûne Xirîstiyan jê tên sûcdarkirin, îsal di navbera 15’ Tebax û 29’ê Îlonê de li şaxa 15’yemîn Dadgeha Şoreşê ya Tahran, di danişîninên ku di serokatiya Hakim Ebulkasim Salavatî de hatî dîtin hate destgirtin. Bersûc ji ber sûcên ‘propagandiya dijî rejîmê’ û ‘li dijî ewlehiya netewî çalakî kirin’ hatin darizandin. Parêzvanên mafê mirovan, van sûcan weke krîmînalîzekirina xebatên olî yên aştiyane dinirxînin.

Azadiya baweriyê tê lêpirsînkirin

Li gorî îdeanameya ku di 20’ê Gulana 2025’an de ji aliyê Dozgeriya Evînê ve hatiye amadekirin, ‘avakirina dêrê lê malê û rêveberin’, ‘li darxistina civînên mîsyonê’ û ‘bi cihanîna ayînên olî’ weke sûcdariyên ewlehiyê nîşan da. Li gorî çavdêran ev nêzîkatî, ol û azadiya baweriyan bi fîîlî dikeve nava çarçoveya ewlehiyê. 

Ayda Neceflu, îsal di meha Mijdarê de dema ji ranzê ket movîka wê ya T12 şikest. Ayda Neceflu destpêkê rakirin nexweşxaneya Talekan, tevî ku teşxîsa şikandinê lê hate kirin, piştî tedawiyê dîsa şandin girtîgehê.