AWNA: Em ê bi biryar dengê jinên Efganistanê ragihînin
Ajansa Nûçeyan a Jinan a Efganistanê ku di sala 2016’an de dest bi weşanê kir, piştî Talîban hat ser rêveberiyê jî weşana xwe didomîne. Edîtora ajansê diyar kir ku tevî sansur û zextan bi biryar in çîrokên jinan ragihînin.
Navenda Nûçeyan – Li Efganistana ku di bin desthilatdariya Talîbanê de ye, deng û nerazîbûnên jinan ku destkeftiyên wan bi awayekî sîstematîk tên tunekirin, her diçe zêdetir dibin. Her çendî çapemenî di nava bazarên ku jin lê hatine dûrxistin de be jî Ajansa Nûçeyan a Jinên Efgan (Afghan Women’s News Agency – AWNA) yek ji girîngtirîn dezgehên çapemeniyê yên serbixwe dimîne ku dengê jinan û binpêkirinên mafên wan, di nav de sînordarkirinên li ser perwerde û kar, ji dema ku Talîbanê desthilatdarî bi dest xistiye, belge dike û belav dike. Ji ber girtin, tacîz û gefên li dijî rojnamevanên jin, ajans nikare nûçeyan di qadeke bi ewle de çêbike û piranî ji sirgûnê yan jî bi riya torên herêmî yên pir kêm dixebite.
2016 hat avakirin
AWNA ku di sala 2016'an de hat avakirin, di 1'ê Cotmeha 2016'an de dest bi weşanê kir. AWNA 10 sal in bi berdewamî pirsgirêkên ku jinên li Efganistanê bi wan re rûbirû dimînin ronî dike û bi zimanê Farsî weşanê dike. AWNA ku ji bo bilindkirina dengê jinan hatiye avakirin, hewl dide ku di hawirdoreke wiha de rojnamevaniyê pêşkêş bike ku jin bi tevahî ji perwerde, jiyana civakî û hêza kar dûr in. Edîtora rêveber ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike têkildarî xebatên AWNA’yê ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.
‘Me weşana xwe domand’
Edîtorê wiha got: “AWNA bi fermî di 1'ê Cotmeha 2016'an de dest bi weşanê kir. Ji wê demê ve, me nûçe, rapor, analîz, hevpeyvîn û naveroka multimedia ya ku balê dikşîne ser pirsgirêkên bandorê li jinan û civakê bi giştî dikin, çêkirine. Tevî guhertinên siyasî û sînordarkirinên zêde yên li ser azadiya çapemeniyê, me weşanê berdewam kiriye û xebatên xwe adabte kirine da ku bikaribin karê xwe bikin.”
‘Gelek rojnamevanên jin êdî nikarîn li welat bi ewlehî bixebitin’
Edîtorê da zanîn ku AWNA ji bo afirandina platformeke taybet ji bo jinan hatiye avakirin da ku dengê wan bide bihîstin, di demeke ku jinên li welat di çapemeniya sereke de her diçe bêhtir tên paşguhkirin de û wiha domand: “Ji destpêkê ve, armanca me ew bû ku mafên jinan, edaleta civakî, perwerde û rastiyên ku jinên Efgan pê re rûbirû dimînin ronî bikin, wekheviya zayendî di warên civakî, siyasî û aborî de pêşve bibin. Ev hewcedarî piştî ku Talîbanê di sala 2021'ê de desthilatdarî bi dest xist, bêtir bû. Gelek rojnamevanên jin êdî nikarin li welat bi ewlehî bixebitin û sansur zêde bû. AWNA ne tenê bû rêxistineke çapemeniyê, di heman demê de bû qadeke ku rojnamevanên jin ên Afgan û nûçegihanên li welatan dikarin nûçeyan bidomînin, hem li welat û hem jî li sirgûnê, da ku piştrast bikin ezmûnên jinan dê bidomin.”
‘Em hewl didin di raporên xwe de pêbawerî bêalîbûn û gotina rast biparêzin’
Edîtor wiha got: “Polîtîkaya me yên edîtorî li ser pabendbûna me ya xurt bi pîvanên rojnamevaniya profesyonel û raporên wekhev ên zayendî ve girêdayî ye. Em pêşîniyê didin rastbûn, raporên li ser bingeha rastiyan û rojnamevaniya exlaqî. Em her wiha bi mîsyonek ve girêdayî ne. Em dixebitin ku raya giştî li ser pirsgirêkên bandorê li jinan dikin agahdar bikin, wekhevî û mafên mirovan pêşve bibin û piştgiriya beşdariya jinan di jiyana giştî de bikin. Em piştgiriyê didin nirxên demokratîk, azadiya derbirînê û rojnamegeriya berpirsyar. Tew di bin şert û mercên sînordar de jî em hewl didin di raporên xwe de pêbawerî, bêalîbûn û rastgoyiyê biparêzin.
‘Îro AWNA wekî odeyeke nûçeyan a dîjîtal a serbixwe kar dike’
Îro AWNA weke odeyeke nûçeyan a dîjîtal a serbixwe kar dike ku toreke beşdaran hem li Efganistanê û hem jî li sirgûnê heye. Ji ber xeterên ku rojnamevan, bi taybetî rojnamevanên jin pê re rûbirû dimînin, em ji bo parastina nûçegihan û çavkaniyan xwe dispêrin rêbazên ragihandinê yên bi ewle û pêvajoyên edîtorî yên baldar. Em ji bo gihîştina temaşevanên Efganistanî û navneteweyî li ser înternetê weşanê dikin. Xebatên me raporên ji qadê ji hêla beşdarên pêbawer ve ku ji hêla edîtorên li sirgûnê ve tên koordînekirin, vedihewîne, rastiya jinên Efganistanî pê re rûbirû dimînin belge dikin. Tevî sansur û pirsgirêkên ewlehiyê, em pabend in ku çîrokên jinên Efganistanî werin bihîstin.”