Awere Newroz: Hişyariya malbatan bingeha çareseriyê ye
Rêvebera Navenda Otîzmê ya Helebceyê Aware Newroz got ku otîzm cudahî ye ne rewşeke anormal e, da zanîn ku hişyariya malbatan bingeha çareserkirina rewşa zarokên otîzmê ye.”
MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di sala 2007’an de, 2’yê Nîsanê weke Roja Otîzmê ya Cîhanê îlan kir. Di vê rojê de girîngiyeke zêdetir ji bo hişyarkirin civakê hat kirin û hat diyarkirin ku divê bi çavekî kêm li zarokên otîzm neyê nihêrîn.
Rêvebera Navenda Otîzmê ya Helebceyê Aware Newroz behsa kar û çalakiyên navendê kir û got: “Em weke navenda Otîzmê dixwazin bibêjin ku otîzm cudahî ye ne dînîtî ye. Navenda me di sala 2023’an de bi awayekî fermî hatiye avakirin û girêdayî Wezareta Karûbarên Civakê û Xizmetgozariyê ye, hemû kar û xebat bê beramber tên kirin. Cihekî taybet ji bo xizmetkirina zarokên xwedî pêwistiyên taybet otîzmê ye. Navenda otîzmê ji 8’ê sibehê ve heta 12’ê nîvroyê vekiriye. Hemû çalakî bi awayekî xwebexşî tên kirin û mamoste gelek jêhatî ne.”
‘Pêwîstî bi mamosteyên baş heye’
Aware Newroz da zanîn ku her sal li navendê ev roj bi taybetî dihat pîrozkirin, da ku zêdetir zarok têkelî civakê bibin lê belê îsal ji ber rewşa ne aram a heyî nikaribûne bi awayekî baş pîroz bikin û wiha got: “Ev nabe astengî ku em çalakiyên xwe bisekinînin, pêwîstiya me bi mamosteyan zêdetir e. Divê mamosteyên gelek bi hêz li navendê hebin, ji ber rêjeya zarokan zêde ye û mamoste kêm in. Rêjeya zarokên otîzm zêde dibe, ji ber wê pêwîstiya me bi mamosteyan heye û divê mamoste zêdetir bin. Nabe ku zarok têkelî karên din bibin. Tiştek nîn e bi onlîne perwerde bikin. Nabe zarokên otîzmê ji perwerdeyê kêm bimînin ji ber ku bê perwerdeyî rewşa wan xirabtir dike.”
‘Divê dayîk û bav ji zarokên xwe yên otîzmê şerm nekin’
Aware Newroz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê dayîk û bav hişyar bin û ji zarokên xwe yên otîzmê şerm nekin. Divê malbat hişyar bin, zarokên xwe veneşêrin. Bila zarokên xwe bînin navendê. Veşartin rewşa wan baş nake, rewşa wan xirabtir dike û çareserî jî asan nabe. Ji ber wê divê dayîk û bav şerm nekin. Ji ber ku ev ne dînîtî ye, cudahî ye û dinyaya wan a taybet heye, gelek deman zarokên otîzm, ji zarokên normal jîrtir in.”