Asya Abdullah: Di 11’ê Hezîranê de em ê bi vîna xwe li ser sindoqan bin

Asya Abdullah a di mîtînga ‘Tifaqa jinan û gelan a ji bo azadiyê’ ya li Qamişlo hat lidarxistin de axivî, bal kişand girîngiya hilbijartinên şaredariyan a 11’ê Hezîranê û got: “Di 11’ê Hezîranê de em ê bi vîna xwe li ser sindoqan bin.”

Qamişlo- Ji bo beşdariya hilbijartinên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku dê di 11’ê Hezîranê de werin lidarxistin, 22 rêxistinên jinan, tevger û partiyên siyasî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de Rêxistina Kongra Star û Kombûna Jinên Zenûbya hevbendiya xwe ya bi navê “Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê” ragihandin.

Li gorî bernameya wan a ku hatibû eşkerekirin, îro kampanyaya wan a ji bo hilbijartinan bi mîtîngekî navendî li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, navçe û gundewarên wê amade bûn. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, sazî û dezgehên civaka sivîl, tevger û rêxistinên jinan û malbatên şehîdan jî hazir bûn.

 ‘Hilbijartinên me gaveke dîrokî ye’

Endama Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah di mêtîng de li ser navê “Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê” axivî, da zanîn ku derbasî qonaxeke nû dibin û wiha pê de çû: “Em derbasî qonaxa amadekariyên hilbijartinên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin. Ev hilbijartinên ku yek ji encamên îmzekirina hevpeymana civakî ye, gaveke dîrokî ye. Yek ji xebatên herî girîng hilbijartin in. Em bi felsefeya xweparastin, demokrasiyê,  wekheviyê û  jiyana hevbeş bi pêşengtiya jin û ciwananan berxwedaniyeke dîrokî didin meşandin. Gelê me berxwedaniyeke mezin li hemberî dewleta tirk û DAIŞ’ê  kirin, heta niha gelek bedelên giranbuha hatine dayîn. Ev zêdeyî 11 salan e, bi hezaran ciwanên me û jinên şoreşger canê xwe feda kirin di ber vê projeyê de. Li hemberî hemî êşan me dikarî sîstem û rêveberîya xwe ava bikin.”

‘Yekem car e bi îradeya xwe em ê biçin ser sindoqan’

Asya Abdullah destnîşan kir ku ev cara yekê ye ewê bi îradeya xwe biçin ser sindoqan û got: “11’ê Hezîranê cara yekê ye ku em dengê xwe bi îradeya xwe bikar tînin. Ev erkekî ser milê me tevahî ye. Ev berpirsyariya tevahî pêkhate, sazî, rêxistin, tevgerên jinan û partiyên siyasî ye. Em ê bi rêxistinbûyîna xwe biçin ser sindoqan. Xwedîderketina li şaredariyan xwedîderketina  li destkeftiyên şehîdan, birîndaran, keda gel, keda dayik û keda jinan e.

‘Em ê di 11’ê Hezîranê de peyamekê bidin cîhanê’

Ev hilbijartin beşek ji destkeftiyên me ne. Em ê jî li kêlek şaredariyên xwe bin ji bo ku baş ximet werê pêşkêşkirin. Ev xebata me ya tifaqê bi piştgiriya jinan hatiye avakirin. Jin bi nasname û dengê xwe yê azad tevlî hilbijartinan dibe. Yek ji serkeftinên van hilbijartinan ku li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mesajek ji dinyayê re tê pêşkêşkirin ku em ji wan re bêjin em hene, em xwedî sîstem in û em xwedî projeya demokratîk in. Her wiha em ê mesajê bidin malbatên xwe yên şehîdan û zarokên wan. Bangawaziya me ji bo tevahî hêzên siyasî, partî û saziyan ku roja 11’ê Hezîran herin ser sindoqan. Em van hilbijartinan diyarî şehîdan, dayikên şehîdan, jin û dostan dikin.”

‘Bi pêşengiya jinan dê hilbijartin bi ser bikevin’

Paşê Cîgira hevserokatiya Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê, di heman demê de namzeda şaredariya bajarê Qamişlo ya pêşhilbijartinên Rêxistina Kongra Star Bêrîvan Omer li ser navê tevahî namzedên Kantona Cizîrê axivî û ev yek anî ziman: “Me di sala 2015’an de ji komîteyeke biçûk dest pê kir. Îro tenê li Kantona Cizîrê 72 şaredarî hene û zêdetirî 5 hezar kes xwe hildibijêrin ji bo şaredariyan. Ev nîşaneyeke ku şaredarî pêwîstiyeke girîng e, ji ber vê yekê yasayeke nû derket. Îro em jinên ku hatine hilbijartin jib o hilbijartinan, berpirsên îradeya tevahî jinan e, pêşengiya jinan, bi hebûna jinan em ê karîbin wekhevî û edaletê bi cih bînin, em ê bi hev re xwedî li şoreşa jinan derkevin. Hêviya me ew e ku hun hemû di 11’ê Hezîranê herin ser sindoqan.”

Mêtîng bi performansa hunerî bi dawî bû.