Aşûriyên Til Temirê Gulnaz Karataş bi bîr anîn

Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 32’yemîn a salvegera xwe de ji aliyê Aşûrî, Kurd û Erebên bajarê Til Temirê yên Kantona Cizîrê ve hat bibîranîn.

Til Temir – Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan Hêvî di 25’ê Cotmeha 1992’an, li dijî xeta îxanetê ya PDK’ê û dewleta Tirk xwe ji zinaran avêt û bi vê çalakiya xwe qonaxeke nû, pêvajoyeke nû ji jinên Kurd re da destpêkirin. Ji lewre piştre Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan artêşbûna jinan îlan kir.

Îro li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca bîranîna (Gulnaz Karataş) û pîrozkirina artêşa jin û xwedîderketina li fermandara wê, bi pêşengiya Kongra Star civînek giştî ku bi dehan endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek jin û mêr ji her sê pêkhateyên bajar Kurd, Ereb û Aşûr beşdar bûn, li Hola Meclisa Malbatên Şehîdan (MMŞ) hat lidarxistin.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, Rêvebera Meclisa bajarê Til Temirê Jiyan Cûdî axivî.

'Bêrîtan xwedawenda serdemê ye'

Jiyan Cûdî rêheval Bêrîtan bi bîr anî û got ku ger îro felsefeya Jin Jiyan Azadî cîhanî dibe, ked û têkoşîna rêheval Gulnaz Karataş jî nav de heye û îro jiyanî dibe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Îro her serhildanek, bertek û nerazîbûnek jinan a li hemberî sîstem û hikûmetan derdikeve ji valahiyekê nehatiye, ji lewre divê ku em jî wiha bifikirin ku em çiqasî xewn û xeyalên rêhevalên xwe yên di oxira vê dozê de canê xwe dane, jiyanî dikin û dikin malê giştî jinan. Ji lewre îro Bêrtîan xwedawenda partiya me û serdemê ye."

Jiyan Cûdî tekezî li ser piştgiriya jinan di şoreş û serhildanên wan de kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Em bikaribin şoreşên bi têkoşîna jinan îro çêdibin, bigihîjînin lûtkeyê û heta dawî di rêwîtiya wan de destek bidin. Em di nava deryaya şoreşê de pêlên xwe firehtir bikin. Ji ber roja me ya îro ji duh û sibê dê ne cuda be, ji lewre îxanet û tecrîda li ser Rêbertiya me îro didome. Divê ku bêtir berxwedana me jî mezin bibe."

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyan û rêwîtiya Gulnaz Karataş bi zimanê Erebî hat guhdarkirin û tamaşekirin.

Civîn bi berzkirina dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.