‘Astengkirina xebatên jinan rê li zêdebûna tundiyê vedike’

Çalakvana mafên jinan Bihar Mûnzir dibêje: “Astengkirina karê rêxistinan a derbarê pirsgirêkên jinan de, sedema zêdebûna kuştina jinê ne.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Başûrê Kurdistan û Iraqê salek tije bûyer û guherîn derbas kir. Jinên Başûrê Kurdistanê di aliyên cûda de rol girtin û karîn li dijî dagirkerî, pergala desthilatdar û feraseta mêr bi çalakiyên cûr be cûr têbikoşin. Niha hemû dinya di nava krîzan de ye. Başûrê Kurdistan û Iraqê ji vê bê par nebû. Roj bi roj krîzên civakî û jinan zêde bûn. Lê belê jin her tim bi rêya çalakî û têkoşînê li dijî van krîzan radiwestin û ji bo hişyarkirina jin û civakê hewl didin.

‘Jinan di aştî û platforman de cih girt’

Çalakvana jinan Bihar Mûnzir wiha behsa destkeftî û tundiya dijî jinan a salekê kir: “Di nava salekê de jin rastî gelek astengî û kuştinan hatin. Her wiha karê rêxistinan jî hate astengkirin. Ji ber wê jinên çalakvan nekarîn derbarê kuştin û tundiyê de xebat bimeşînin. Lê belê me bi hewl û westana xwe û rêxistinan karî ji bo parastina mafê jinan kar  bikin. Me hemû binpêkirinên li hember jinan hatine kirin berhev kir, da ku bikarin sûcdaran bibin pêşberî edaletê. Her wiha avabûna Tora 8’ê Adarê di sala 2025’an de ji bo jinan destkeftiyek girîng bû. Karî bi jinan re  ji bo rûbirûbûna tundiya li dijî jinan kar bikin. Ji derveyî vê jî karî qadek karkirina alternatîf li dijî kevneperestiyê ava bikin. Li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane sekinîn. Ji ber Zagona Rewşa Kesane tundiya li dijî jinê zêde kiriye û jin paşguh kiriye. Her wiha ev zagon tundiyê ji bo jinan rewa dike. Lê belê em jin berdewam bi hêza xwe em li dijî astengî û tundiyê xebatên xwe didomînin. Ji ber wê divê li herêma Kurdistanê jin bêne qadan û li dijî feraseta mêr bisekinin.”

‘Jin pêşeng in’

Bihar Mûnzir da zanîn ku destkeftiyên jinan di sala 2025’an de di pêvajoya aştiyê û platformên jinan de jî xuya dibe û wiha got: “Rola jinan a sereke di aştiyê de heye, jin û aştî du tiştên ji hev neyê qutkirin in. Her rola jinan a berbiçav di kongreya bihevre jiyan û pirsa jinan de hebû. Bi awayekê ku gelek kongre ji aliyê jinên Rojhilata Navîn ve hatin lidarxistin. Ev jî bi armanca xebatên ji bo pirsgirêkên jinan bû. Her wiha rola jinan a girîng di çalakiyên karmend û mamosteyan de ji bo pirsgirêka mûçeyan hebû. Greva mamosteyan di dawiya sala 2024’an û heta destpêka 2025’an dom kir. Tê de sê jinan pêşengtî kir û piştre jinên din jî piştevanî kir. Her wiha mamosteyên jin her tim pêşengtiya pirsgirêka mûçeyan kir. Salên borî dema behsa mamoste, siyasetmedar û pêşmerge dikirin, mêr tê de dihatin nasîn, lê belê niha ji ber pêşengtiya jinan berovajî bûye. Jin di xwepêşandan û daxwaza mafên xwe de rola sereke dilîzin. Ji ber ger tenê mêr beşdarî çalakî û xwepêşandanan dibin, nikarin dengê tevahî welatiyan bighînin. Rola jinan di gihandina dengê gel de heye. Ji derveyî wê jî berdewam rola wan a bi hêz di aliyê siyasî û leşkerî de heye.”

‘Jinan di têkoşîna li dijî tundiyê de rol lîstin’

Bihar Mûnzir axaftina xwe wiha domand: “Rol û bandorek mezin di xebatên jinan de hebû. Bi awayekê rola girîng a jinan di derbaskirin astengiyê li pêşiya wan hebû. Her wiha astengiyên zagonî, siyasî û aborî rêgirî li pêşketinan jinan dike. Lê belê jinên azad karîne rola bi bandor di derbaskirina van astengiyan de bilîzin. Her wiha di pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya ser jinan de, jinan gelek çalakiyên girîng li darxistin. Bi rêya gelek panel û çalakiyên din jin û civak hatin hişyarkirin, da ku bikarin li ser mafê xwe kar bikin û rêgiriyê li guherîna Zagona Rewşa Kesane bikin.”

‘Dê kar û xebatên me sala nû bidomin’

Bihar Munzir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê hemû welatî ji bo bihevre jiyanê, hewl bidin. Her wiha sal tên guhertin, em nikarin dawiya salê, dawî li xebatên xwe bînin û piştre destpê bikin. Emê kar û xebatên xwe di sala nû de bidomînin. Her wiha ew kesên ku aştîxwaz in her tim hewl didin, divê di zagon û civakê de nayên paşguhkirin. Ji ber wê dê kar û çalakiyên me bidomin û em girîngî didin pirgirêkên jinan.”