Assia Mazouzî: Qeyd û bendên tirs û bêdengiyê bişkînin

Assia Mazouzî ya ku li Mexribê ji bo mafên jinan û wekheviya zayendî têdikoşe, bang li ciwanan kir ku tevkariyê ji bo guhertinê bikin û ji bo wekheviyê banga berxwedanê kir.

HANAN HARÎT

Mexrib- Li Mexribê jin ji bo bidestxistina mafên xwe her roj zêdetir bi têkoşînê ve tên girêdan. Her ku tundiya li ser wan zêde dibe, berxwedan jî xurtir dibe. Assia Mazouzî jî yek ji wan jinan e û di warê mafên jinan de dixebite.

Assia Mazouzî, ya ku ji zarokatiya xwe ve bûye şahida cudakariya li dijî jinan, diyar kir ku serpêhatiya wê biryardariya wê ya têkoşînê xurt kiriye û anî ziman ku ew di her qonaxa jiyana xwe de rastî cudakarî û bêedaletiya ku hemû jin û zarokên keç pê re rû bi rû dimînin hatiye û destnîşan kir ev yek bûye sedema şikandina qedexeyan û piştgiriya jinan.

Koordînatora projeya Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatibûnê Assia Mazouzî der barê motîvasyona xwe ya ji bo beşdarbûna xebatên di warê mafên mirovan û parastina mafên jinan û wekheviya zayendî de got:

“Tişta min ber bi xebatên mafên mirovan ve dibe, di serî de baweriya min e. Daxwaza min  misogerkirina wekheviya di navbera zayendan de ye. Faktora duyemin jî ew e ku ez yekane keça malbatek bûm, sê birayên min hene . Zihniyeta mêr di her qonaxa jiyana min de çi li malê, çi li derve û çi jî li saziyeke perwerdeyê, heman e.

Ji bo rakirina astengiyan bi hêza xwe xebitî

Assia Mazouzî diyar kir ku di nava civakê de mêr di mekanîzmayên biryardayînê de cih digrin û gotina dawî mêr dibêjin û bi gotina: “Li hemberî jinan û zarokên keç her dem cudakarî hebû” diyar kir ku ji bo hilweşandina qedexeyên cudadakariyê bi hemû hêza xwe têkoşiyaye û wiha got: “Ji bo piştgiriyê bidim jinan tevkariyê ji bo guhertinê bikim, min di Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hemwelatîbûnê ya ku li dijî tundiya li ser jinan têdikoşe dest bi xebatê kir.

‘Bêyî jin tu civak bi pêş nakeve’

Assia Mazouzî diyar kir ku xizmên wê ji bo xebatên di vî warî de piştgirî dane wê û got bi saya vê piştgiriyê bi pêş ketiye. Assia Mazouzî diyar kir ku rola wê ya parêzvaniya mafên jinan ew e ku bi awayekî erênî bandorê li zihniyetê bike û got: “Em mafên ku jin, mêr jê sûdê bigrin diparêzin. Bêyî beşdarbûna çalak a jinan tu civak bi pêş nakeve.” Assia Mazouzî tekez kir ku komeleya wan bi taybetî li ser pêşxistina ciwanan kar dike û diyar kir ku ew kampanyayên hişyarkirinê û komxebatên perwerdeyê li dar dixin.

‘Divê ciwan kêrhatiyên xwe derxin hole’

Assia Mazouzî diyar kir ku rola ciwanan di pêşketin û guhertina civakê de girîng e û wiha got: “Ez weke jineke ciwan, ji bo mafên jinan û wekheviyê têdikoşim. Ciwan xwedî hêvî, daxwaz, raman û enerjiyê ne ku beşdari guhertinê bibin, destnîşan kir ku divê ev kom beşdarî jiyana giştî bibin, ji ber ku ew parçeyek bingehîn a civakê ne. Divê jin û mêr ciwan jêhatiyên xwe eşkere bikin da ku guhertina ku em hemû dixwazin pêk bînin.”

Bang li jinan kir

Assia Mazouzî diyar kir ku komeleyên jinan xebatên cuda û balkêş bidin meşandin û xwest ku bêdengiya xwe bişkînin û bang li her kesê kir ku ji enerjiya ciwanan sûdê bigrin. Assia Mazouzî herî dawî bi gotina “ Divê hûn wêrek bin dive bêdengî û tirs bên şikandin. Hûn xwedî hemû mafan in, mafê tu kesê tune ye tundiyê bike.”