Artêşa Îsraîlê êrişên li ser Lubnanê bênavber didomîne

Artêşa Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de 109 û ji 8’ê Cotmehê 2023’an û vir ve 11 hezar û 876 êrişên hewayî li dijî Lubnanê pêk anîn.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê berdewam dikin. Di nûçeya der barê êrişan de  ku di NNA’ê de hat weşandin, rapora Wezareta Jîngehê ya li Lubnanê ya têkildarî êrişên Îsraîlê û rewşa li welat cih girtin. Di raporê de hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê herî dawî 109 êrişên hewayî li dijî herêmên cuda yên Lubnanê pêk anîne û hat diyarkirin ku ev êriş li herêmên bakur û başûr hatine kirin

Di raporê de hat ragihandin ku ji 8’ê Cotmeha 2023’an û vir ve hejmara êrişên hewayî ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin bûye 11 hezar û 876.

Pêla koçberiyê didome

Di raporê de bal hat kişandin ku ji ber bombebarana Îsraîlê pêla koçberiyê didome, hat ragihandin ku li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Ewlehiyê ya Lubnanê di navbera 23’yê Îlonê û 2’yê Mijdarê de 539 hezar û 164 kes ji Lubnanê çûne Sûriyeyê. Di raporê de hat ragihandin ku ji wan 361 hezar û 300 kes Sûriyeyî ne û 177 hezar û 864 kes jî welatiyên Lubnanê ne. Hat bibîrxistin ku di êrişên Îsraîlê yên ji  8’ê Cotmeha 2023’an û vir ve li ser Lubnanê didomin de 2 hezar û 968 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 hezar û 319 kes jî birîndar bûne.