Artêşa Îsraîlê êrîşê zarokan kir: Herî kêm 33 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa Artêşa Îsraîlê ya vê sibehê li dijî Zîvala Xezayê de 33 zarok, jin û extiyar jî di nav de herî kêm 50 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin.

Ofîsa Medyaya Hikumeta Filistînê ya li Xezayê, têkildarî êrîşên Îsraîlê yên dijwar li dijî Zîvala Xezayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em qetliama bi xwîn a artêşa dagirker a Îsraîlê li Zîvala Xezayê li dijî sivîlên bêguneh şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di saetên sibehê de êrîşên li Xezayê dijwar bûne, agahiya ku di êrîşan de artêşa Îsraîlê malên xwarinê, malên sivîlan û navendên bicihbûnê yên Filistîniyên ji cihên xwe bûne û nexweşxane rasterast hedef girtine, hat parvekirin. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku vê sibehê 33 zarok, jin û extiyar jî di nav de herî kêm 50 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.