Aqubeta 50 hezar zarokên koçber ên çûne Ewropayê nayê zanîn

Li gorî lêkolînek navneteweyî; zêdeyî 50 hezar zarokên ku xwe spartine Ewropayê û di bin hîmeyeya dewletê de ne winda ne. Hejmara zarokên koçber ên winda ji sala 2021’ê ve heta niha du qat zêde bûye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî encama lêkolîneke navneteweyî ku ji aliyê Tora Rojnamevaniyê ya Navneteweyî ‘Lost In Europa’ ve hat meşandin; zêdeyî 50 hezar zarokên ku weke koçber çûne Ewropayê winda ne. Aqubeta 51 hezar û 433 zarok û ciwanên koçber ên bêxwedî piştî ku berê xwe dane Ewropayê nayê zanîn.

Li gorî nûçeya 24 a Weşangeriya Civakî ya Elman Saziya Televîzyon û di radyoya Berlîn Brandenburg (RBB) de hat weşandin; saziyên berpirs di mijara zarokên wenda de xwedî agahiyan nîn in. 

Hejmara zarokên koçber ên winda du qat zêde bûye

Li gorî nûçeya di DW Tirkî de cih derket; hejmara zarokên koçber ên winda ji sala 2021’ê ve heta niha du qat zêde bûye. Li gorî daneyên Daîreya Krîmînal a Elmanyaya Federe (BKA) li Elmanyayê 2 hezar û 5 koçberên ji 18 salî biçûktir winda ne. Daneyên welatên din an nehatine berhevkirin an jî kêm in.

Di daxuyaniya BKA’yê de, îşaret bi wê yekê hat kirin ku di piranî rewşan de bi awayekî ‘bê plan’ tevnagerin, li Elmanya û yan jî bajarên din ên Ewropayê çûne gel malbat, mirov û nasên xwe hatine qeydkirin. Di daxuyaniyê de der barê vê rewşê de ji ber ku saziyên peywendîdar agahdar dikin navê wan zarokan di lîsteya lêgerînê de maye.

Di anketa BKA’yê de ji 31 welatên beşdar bûne tenê 15 ji wan daneyan anîn ber hev û kom kirine. Welatên weke Îtalya û Awistirya hatine agahdarkirin ku zêdeyî 20 hezar zarok û ciwan winda ne. Hat ragihadin ku li welatên weke Yewnanistan û Îspanyayê der barê zarokên winda û bêxwedî de tu agahî tune ne.