Analîsta siyasî: Plana Misrî ji bo redkirina planên Amerîka û Îsraîlê ye
Lêkolîner û analîsta siyasî Şadiye El-Xol destnîşan kir ku plana Misrî ya vê dawiyê weke redkirina planên Îsraîl û Amerîkayê ya koçberkirina gelê Filistînê ye, lê pêwîstiya vê planê bi piştevaniyek Ewropî heye.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Misirê planek ji bo jinûve avakirina Zîvala Xezayê bêyî derxistina niştecihên wê, pêşkêş kir. Ev plan wek mebesta têkbirina planê serokên partiya rastgir a Îsraîlê û serokê Amerîkayê Donald Trump a koçkirina niştecîhên Xezayê ya ji cîh û warên wan bû.
'Ev plan wek bersivdayîna daxwazên Trump bû'
Lêkolîner û analîsta siyasî Şadiye El-Xol hûrgiliyên planê Misrê ji bo jinûve avakirina Xezayê wiha vegot: "Ev plan piştî şerê qirkirinê yê salek û nîv, hat. Ew wek bersiva daxuyaniyên Trump ên derbarê koçkirina gelê Xezayê ya bi hinceta jinûve avakirina bajêr de ye. Plana Misirê li ser bingeha civîna awarte ya Yekîtiya Dewletên Ereb ku li Misirê hat lidarxistin û bi peymana Erebî, derket pêş. Ji bo piştgirîdayîna vê planê divê lihevkirineke navneteweyî bê kirin. Plana Misirî hewl dide pirsgirêkên mirovî yên av û xwarinê destpêkê çareser bike. Ji hêla Misir û Urdunê ve koçberkirina gelê Filistînê hat redkirin da ku bûyera sala 1948'an careke din dubare nebe."
'Pêwîstî bi piştevaniya Ewropayê heye'
Şadiye El-Xol destnîşan kir ku divê piştevaniya Ewropayê ji plana Misrî re bê kirin, ji ber lêçûnên ji nû ve avakirina Zîvala Xezayê û mayîna gelê wê tê de bi 53 milyar dolar tê texmînkirin. Şadiye El-Xol got: "Welatên Ereb, Ewropî û hemû welatên cîhanê yên ku piştevanî dan şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê, berpirsyariya ji nû ve avakirina Xezayê nagirin. Divê ji tu daxuyaniyên Yekîtiya Ewropayê neyê bawerkirin. Ji ber ku ji destpêka şerê li ser Xezayê ve komkujiyên Îsraîlê şermezar dikir, lê li piştperdeyê di warê siyasî û leşkerî de piştevaniya Îsraîlê dikir."
'Plana Misrê ji 112 xalan pêk tê'
Şadiye El-Xol qala bendên plana Misrî kir û wiha axivî: "Plana Misrî ya ku hatiye ragihandin, ji 112 xalan pêk tê. Aliyên siyasî, madî û civakî di nava xwe de digre. Lê kêşeya siyasî di pêkanîn û rêxistinkirina mijarên navxweyî de ye ku divê di rêveberiya Filistînê de serarastkirinek bê kirin. Her wiha divê zextê li her du aliyên Amerîka û Îsraîlê bikin ku dev ji planên xwe yên penaberkirina Filistîniyan berdin. Herdû aliyên Filistîn û Îsraîlê ne jêhatî ne ku careke din vegerin şer lê dibe ku serokwezîrê Îsraîlê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî serî li pêngava şer bide. Ev yek ji niha de pêk tê."