AMNESTY: Tepeserkirina serhildana şoreşgerî ya "Jin Jiyan Azadî" sûcekî li dijî mirovahiyê ye

AMNESTY, di rapora xwe ya zêdetirî hezar rûpelan de, tepeserkirina serhildana şoreşgerî ya "Jin Jiyan Azadî" wekî sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir û daxwaza destpêkirina lêkolînên cezayî yên derbarê rola 87 rayedarên Komara Îslamî ya Îranê de kir.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) di çaremîn salvegera destpêkirina serhildana şoreşgerî ya "Jin Jiyan Azadî" de, raporek bi sernavê "Mîmarên Karesatê" ya ji zêdetirî hezar rûpelan pêk tê weşand. Rêxistinê diyar kir ku rayedar û hêzên Komara Îslamî ya Îranê di dema tepeserkirina serhildana "Jin Jiyan Azadî" de sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîne. Her wiha rêxistinê daxwaza lêkolînên cezayî yên derbarê rola muhtemel a 87 rayedarên Komara Îslamî ya Îranê de kir.

Rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, pêvajoya biryargirtinê û zincîra fermandariyê ya têkildarî tepeserkirina xwepêşandanan dinirxîne. Rapor, bûyerên kuştin, îşkence, windakirina bi darê zorê, girtin û binçavkirinên kêfî, destdirêjî û cureyên din ên tundiya zayendî û dozên zilm û darizandina siyasî, zayendî, etnîkî û olî jî belge dike.

Di pêvajoya amadekirina lêkolînê de, lêkolîneran bi 270 kesan re hevpeyvîn kirin ku xwepêşander, kesên berê hatine girtin, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, şahidên bûyerê, parêzer, rojnamevan û karmendên tenduristiyê jî di nav de bûn. Her wiha zêdetirî 2 hezar vîdyo û gelek belgeyên hikûmî û dadwerî, biryarên dadgehê û tomarên tibbî û dadwerî lêkolîn kirin. Yek ji belgeyên hatine nirxandin, fermanek bû ku ji bo Serfermandarê Hêzên Çekdar hatibû dayîn ku li hemberî kombûnan bersiveke tund bidin û xwepêşanderan bigirin û belav bikin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ev belge bi şahidiyên çavkaniyên agahdar re ji bo lêkolîna li ser zincîra fermandariyê û awayê pêkanîna siyaseta tepisandinê bi kar anî.

377 xwepêşandêr û kesên sivîl hatin kuştin

Di raporê de tê diyarkirin ku 377 xwepêşandêr û kesên sivîl hatine kuştin û ji wan 56 zarok bûn. Li gorî encamên lêkolîna rêxistinê, hêzên ewlehiyê di hinek rewşan de li dijî xwepêşander û kesên li derdorê, çekên nêçîrê bi kar anîne.

‘Rayedarên ku bûn sedema binpêkirinê hêj li ser kar in’

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku bajarên li Rojhilatê Kurdistanê û Belûcistanê bi awayekî nehevseng bûne armanca zext û zordariya kujer. Rêxistinê zilm û darizandinan jî di nav de, rewşa van civakan mîna gumana sûcên li dijî mirovahiyê lêkolîn kir. Rêxistina mafên mirovan hişyarî da ku neanîna berpirsiyariyê ji bo zext û tundiya li dijî serhildana şoreşgerî ya "Jin Jiyan Azadî", bûye sedema berdewambûna rewşa bêcezahiştinê û bal kişand ku hinek ji wan rayedarên di vê zext û zordariyê de cih girtine, hêj di nav saziyên hikûmet û ewlehiyê de di peywirê de ne.

Daxwaza radestkirina Îranê ji bo Dozgerê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo Îranê daxwaza avakirina mekanîzmayeke dadweriya tawanan a navneteweyî kir û bang li Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku rewşa Îranê radestî Dozgerê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî bike. Her wiha rêxistinê bang li dewletan kir ku ji bo lêkolîna li ser gumanbaran, prensîba dadweriya gerdûnî bi kar bînin.