Amnesty: Herî kêm 30 kes dibin xetereya darvekirinê dene

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî diyar kir ku herî kêm 30 kesên ji ber beşdarî xwepêşandanên dawî yên Îranê bûne, di xetereya darvekirinê de ne.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) têkildarî rewşa kesên di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine girtin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herî kêm 30 kesên ku ji ber tevlî xwepêşandanên dawî yên li Îranê bûne, di bin xetereya darvekirinê de ne. Ji wan 8 kes ciwan in, 2 jî zarokên temenê wan di bin 18 salî de ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên hatine girtin, di demek pir kurt de bêyî parêzerên wan amade bin, hatine dadgehkirin û li gor îfadeyên ku bi zorê ji wan hatine girtin, ceza li wan birîne.

Hat destnîşankirin ku desthilatdariya Îranî pergala dadweriyê weke amrazek ji bo tirsandina civakê û bêdengkirina gel bi kar tîne.

Her wiha Amnesty International daxwaz ji tevahî civaka navdewletî dike ku zextan li ser Îranê zêde bikin da ku bikaribin pêşî li darvekirinan bigrin û şandeyên navdewletî serdana girtîgehan bikin.