AMNESTY: Di 24 saetan de 4 girtî hatin darvekirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi daxuyaniyek hişyarî da ku di 24 demjimêran de 4 girtî hatin darvekirin jiyana 7 kesên din di metirsiyê de ne.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da ku di nav şîn û krîza şer de li Îranê, darvekirinên keyfî û veşartî zêde dibin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyaniyek weşand û li ser zêdebûna darvekirinan li Îranê bersiv da. Li gorî rêxistinê, di du rojên borî de çar girtiyên siyasî bi "nepenî" hatine darvekirin.
Diyana Al-Tehawî, Cîgira Rêvebera Herêmî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, daxwaza rawestandina tavilê ya darvekirinan kir û diyar kir ku ev kes bêyî agahdarkirina pêşwext ji wan an malbat û parêzerên wan re hatine darvekirin.
Li gorî rêxistinê, heft girtiyên din ên ku li girtîgeha QezlHesarê ne, di bin xetera darvekirinê de ne.
Diyana El-Tehawî darvekirin wekî "keyfî" û nepejirandî bi nav kir ku di demek şer û şînê de pêk tên.
Li gorî rêxistinê, pêla darvekirinê ji serhildana "Jin Jiyan Azadî" ya 2022’an û vir ve dest pê kiriye û piştî şerê 12 rojên serhildana sala 2025’an zûtir bûye û gihîştiye asteke ku di çil salên borî de nehatiye dîtin.
Bi destpêkirina şer û pevçûnê re di 30’yê Adarê de, girtin û darvekirinên bi tohmeta sîxuriyê zêde bûne, ev yek jî fikaran li ser rewşa girtiyên siyasî zêde kiriye.