Amnesty der barê rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de hişyarî da

Amnesty International, der barê rewşa girtiyên siyasî de hişyarî da û bang li Îranê kir ku tavilê cezayê darvekirinê were rawestandin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûya Navneteweyî, (Amnesty International) der barê metirsiya darvekirina hejmarek girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek weşand  û hişyarî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bang li berpirsên Îranê dikin ku cezayê darvekirinê yê li ser girtiyên siyasî yên niha di Girtîgeha Şêban a Ahvazê de tên girtin û rûbirûyî metirsiya herî mezin a darvekirinê ne, demildest rawestînin.”

Amnesty, bi taybetî der barê rewşa girtiyên siyasî yên bi navên Mesûd Cameî, Elîreza Mûrdasî, Ferşad Îtîmadî Fer, Reza Ebdûlî û Hesen Mûslawî hişyarî da û xwest ku her planek ji bo bicihanîna cezayên wan bi lezgînî were sekinandin.

Amnesty, nêzîkatiya dadwerî ya rejîma Îranê ya li hemberî muxalîfan rexne kir û teqez kir ku pêvajoya darizandina van kesan tije pirsgirêkên hiqûqî û binpêkirina mafên mirovan e.

Girtî ji mafê xwe bêpar tên hiştin

Amnesty, ragihand şert û mercên Girtîgeha Şêban gelekî xirabin, girtîgeh pir qerebalîxe û xizmetên pêwîst lê nîn in. Rêxistinê da zanîn ku girtî ji mafê tedawiyê bêpar in û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Amnesty, eşkere kir ku hikûmeta Îranê ji destpêka şerê bi Emerîka û Îsraîlê ve, herî kêm 42 girtiyên siyasî darve kirine.

Amnesty, diyar kir ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê wekî amûrek ji bo tirsandin, bêdengkirina li dijî kesên ku dengê xwe derdixin û nerazî ne zulmê dike.